Medeni FERHO
Hevpyevina Weysel Işik, bi Necat Ayaz re, ‘Şoreşa Ziman li Kolanan Çêdibe”, di 19ê Mijdara 2019an de, di rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka de derket.
Di salvegera 42mîn ya damezrandina Haraketa Azadiya Kurd PKKê de, giring e. Hêvî dikim ku, ev mijar were nîqaş kirin. Di serdema ku zimanê diyalektîka Şoreşa Kurdistanê hatiye zemtkirin de, hate fehm kirin ziman, ne tenê axaftin e, hestek e! Ev hest jî têkildarî kultura civakan e. Kultur, berhevkirina nifşan e, dibe nirxên meddî û manewî û bingeha têgihiştina civakê.
Hemû nirxên kulturê, di ziman de “vucud” dibînin, ev jî nunertî ye, hêza bi cihkirina mekan û demê ye. Hewngirî -hafizeya civakê, di ziman de xwe dide der, di têkiliya mêjî, dest û kedê de, berhem têne afirandin û teva dibine parastina kulturê.
Dîtinên Necat Ayaz rast in, lê mînaka gelê Katalanî û diktatoriya Franco ji bo destnîşankirina rewşa ziman û civaka Kurd ne bes e. Bêguman wekhevi hene, lê trawmayên civaka Kurd, cûda ne, têkoşîna Kurdan jî, ji têkoşîna gelên cîhanê cûda ye.
Belkî, mînaka Keşeyên Fînî, ji bo nivîskarên Kurd balkêştir be… Ji ber ku Keşayên Finî, xwe ji xeliya xwe afirandin, zimanek, bi wî zimanî neteweyek derxistin holê. Di dema serdestiya Espanyolan de, sazî û rêxistiniyên Katalonan hatin qedexe kirin, lê zimanê wan tenê di belgeyên fermî de hate qedexe kirin. Serdema herî dijwar ya li dijî Katalonan jî, serdema faşîzma Franco ye, tenê 35 salan domandiye.
Gelê Kurd, bi qedexekirina medreseyan, zimanê nivîskî hate qedexekirin, ava kimyewî ya mêjiyê Kurdan jî hate zuwa kirin; bi qedexekirina cil û bergan, bi siyaseta inkarê, kultura maddî birîndar kirin, kesayeta Kurd şikandin, darbeyek mezin li exlakê civakê dan.
Ya herî xerab: Gelê Kurd, hem hate qirkirin, hem di qirkirina gelan de hate bikaranîn. Ev jî, bû bingeha trawmayên cûda, civaka Kurd jî di navbera sidan û çakûç de hate perçiqandin. Ne tenê gelên têne qirkirin, gelên di qrikirinê de têne bikaranîn jî, trawma dijîn. Kesên ku planê qirkirina gelan amade kirin û ferman dan jî ne Kurd bûn, lê Kurd weke bizina nojek hatin dîtin. Ji ber ku piştî bikaranînê, Kurd sucdar dikin û pêşengên Kurdan, teva kuştin. Kuştina pêşenagn jî bu sedema trawmayek din. Paşayên Kurd yên di nava arteşa Osamnî de jî, heta dawiyê bûne hevparê kujeriya textê tacîdariyê.
Vê jî, civak Kurd tarûmar dikir, bê hêvî kir û ji hêza plangeriya paşerojan bê par hişt.
Ya herî metirsînî, inkar û qedexe bû. Qedexeya zimanê Kurdî, inkara nasname, cografya û dîroka Kurdan, têkçûnek di bedena civaka Kurd de çêkir, bandorek mezin li exlakê civakê kir. Civakek ezber, di stran û folklorê derkete holê.
Dîtinên Necat Ayaz red nakim, lê dixwazim, balê bikişînim cûdatiya bextreşî û bêqudoşiya gelê Kurd, ya ji gel Katalonî û cîhanê. Newzat Ayaz jî, du serdeman vedibêje. beriya Haraketa Azadiya Kurd, piştî Haraketa Azadiya Kurd…
Ev rast e, babetek kûr e, divê di aliyê sosyolojîk û psîkolojîk de werê lêkolîn kirin. Di her du serdeman de trawmayên girêdayî hev hene, divêe ne tenê di aliyê siyasî de, di her alî de werê lêkolîn kirin. Divê angajebûna rewşenbîriya Kurd ya parçebûyî jî werê lêkolîn kirin. Beşek ji vê eniyê, bi gotina herî arzan “pax monopolîa” dijî.
Ev jî, Kurditiya dewşirmeyên Tayibîst e. Tayibîst dewşirme, ne nû ye, lê, beşek ji rewşenbîrên kurd kirin tovê waweylê, kirin pepûk û reben!.. . TRT 6 mînak e!…
Ew werin ser mînaka Keşayên Finî….
Keşayên Finî, ENCÎL, bi zimanekî ku wan çêkir, alfabeya ku wan amade kir wergerandin. Encila keşeyan, bu bingeha zimanê nû yê FINÎ!… Zimanê Êncîlê, Finî, fêrî zimanekî nû bû, wek gel jî derkete holê. Di sedsala 19mîn de, çîrok û darbimeselên xwe, serpêhatiyên xwe berhev kirin û nivîsin. Di encamê de, destanê ku di ezberê hin mirovan de mabû, parçe parçe berhev kirin û weşandin.
Destanê gelê Finî, KALAVELA bi vî rengî derkete holê û bû bingeha civakbûna Fîniyan.
Kawa Nemir jî, piştî listika opera TOSCA, li ser pirseka rojnamevanan dibêje: “Tosca Pûccînî, berhemek Îtalî ye, dişibihe strana navdar ya Kurdistanê, Saliho û Nûrê.” , Divê, rewşenbîriya Kurd jî bibe akademiya siyaseta Kurd.
Necat Ayaz jî dibêje: “ji dema ku em weke gel derketine arena siyasî, gelek parçebûnên olî û ziman derketin holê”.
Siyaseta li dîjî Kurdan, li “dar-i cîhana fanî” nine, em “dar-i cîhana aliy din jî” nizanin. Îdeolojiya Îîtîhat û Terakî, faşîzma dewşirmetiyê ye û bi nijada turanî hatiye işkdan. Ev nifşê sewtelî û sergerde, bê welat in, lewna îdeolojiya xwe, bi inkar û tunekirinê, bi “tapu” kirina mekanekî ava kirin. Diyarî Rum û Hayestan tapu kirin, dixwazin Kurdistanê jî tapu bikin. Ev tê wateya tunekirina Kurdan.
Bi vî rengî gelek rapor, planên helandin, qirkirin û koçberkirinê kirin pratîkê.
Metropolên Tirkiyê jî bûne aşê hêrtinê. N. Ayaz dibêje: “Haraketa ku, civaka di gelek aliyan de parçebûyî, di nasmayek polîtîk û neteweyî de aniye cem hev, çima rê li ber zindîkirina ziman venake?” Pirs giring e û li berisiva xwe digere.
Lê Chonsky dibêje; “Ziman, mekanizmeya ku mirov ji şîrê dayika xwe dimijê ye.” Heyhaaat kî, faşîzma dewşîrme, ev mekanîzme şikandiye, şîrê di memika dayikên Kurd de, bi jehra keder û ahênê xerabe kirine. Ya giring dîtina panjehrê ye, ev jî bi destê rewşenbîran dikare çêbibe.






