Nûrî SEÎD
Hêza ku karîbû di warê leşkeerî de bi alîkariya hêzên ezmanî ên navtewî DAIŞ`ê bişkîne, bê guman ew dikare aştiyê li Sûriyê pêk bîne. Eger armanca rejîmê bi rastî şerê terorê be ne desthiladariyê vegerîne weke 2011`an, lewra tê xwestin hemû aliyên kurdî û bi taybet (ENKS) û pêkhatiyên din piştgiriya QSD`ê bikin pirsgirêkên bi rejîmê re ne leşkerî ne, lê konevanî ne. Ta ku karibin bi hev re diyalogê bi rejîmê re bi yek helwestÎ bikin ev yek, ya duyem MSD’ê xwedî pirojeyeke diyare û xebatê dike ji bo Sûriyke demokrat ne navendî û hevbeş. Û ew ne dijî ti aliyan e, armanca wê ne deshelatî ye lêbelê Sûriyeke nenavendî, ya pir alî ya demokratîk e.
Ev tê watê ku QSD`ê hêzeke niştimanî ye û ew maye hêviya miletê Sûrî bi temamî, piştî ku opozisyon xwe girêda bi delweta Tirkiye ya dagîrker, ji bilî vê yekê jî çiqasî rejîmê hewl da ku QSD`ê tawanbar bike bi cûdaxwazî û koletiyê lê nikarîbû. Sê hevdîtin di nav herdû aliyan de çûbûn, têkilî berdewam in û weke em dizanin îro roj Tirkî êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Lewma ji hemû Sûriyan tê xwestin piştgiriya welatê xwe bikin û nakokiyan bidin alî. Gotinên derdikevin ku jimara kurda %30 ye li Bakur û Rojhilatê Sûrî, lê ya herî pêwîst rejîm bi hemû çekên xwe yên giran şerê Tirkiye bike.
Ligel ku hêza QSD`ê ya asîmanî nîne û bi taybet firokê leşkerî, lê bergîriyeke bê hempa kir, Tirkiye nikare bi hêza bejayî bi ser bikeve eger ku balefir nebin. Ji ber qehremaniya şervanên QSD`ê ên leheng û ji rejîmê tê xwestin banga ji bo damezrandina kongireke niştîmanî giştî bike. Ji ber ku Tirkî şer ranawestîne ta armanca xwe bi cih neyîne, “dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûrî û guhertina demokrafî”. Tiştê ji me jî tê xwestin miletê Sûrî hev bigirin, li berxwe dan, û rejîm rêveberiya xweser û taybetmendiya QSD`ê bipejirîne.
Em bi hêvî ne ku miletê Sûrî bi tevahiya xwe çareyekê ji kirîza xwe re bibîne , bi biratî û aştî ji bo em karibin welatê xwe yê em hemû jê hes dikin ava bikin, em bêjin êdî bes e heta kengî em ê wilo bimînin.






