Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gelê Ku Serê Xwe Raneke Koletiyê Heq Dike

22/11/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Tayên spî û reş wê ji hev derkevin
Share on FacebookShare on Twitter

Idrîs HENAN

Derveyî rêbazên şîdet û zorê, desthilatdarî nikare otorîteya xwe ava bike û ne jî dikare şiklê hegemoniya xwe tayîn bike. Rejîmên faşîst ku bi serhevbûna serdestiyan re desthilatdariya takekes a yekzilamî ava dikin, ji dîktatorekî wêdetir tiştekî din naxuliqînin. Di wê çarçoveyê de û heya ku hukmê xwe mayînde û ezelî bikin, berê xwe didin rêbazên qirker û desteseriya li ser îradeya civakî. Hemû şêweyên xwevegotinên civakî red dikin û bê teredud ger pêwîst bike ji holê radikin.

Di armanca desthilatdariyên li ser esasê inkar û tunekirinê hatine avakirin de, tunebûna gelan û çandan heye. Serdestiya zilamê nêçîrvan, talaker û dizek heye. Kolekirina civakê û zincîrkirina jinê heye. Ancax bi tunekirina vîna gelan a azadî û wekheviyê re serdestî gengaz be.

Awayê dîtir ê mayîndebûna desthilatan ew e ku; dema ku civak bi xwe nûnertiya îradeya xwe neke û li dijî tadeya li ser tê kirin, serî raneke. Ji xwe guhertin û veguhertin bi daxwazê tê kirin. Ango; eger civakek li hemberî sîstema dîktator a qirker nebe xwedî vîn û serê xwe ji her cureya êrişan re bitewîne, wê çaxê desthilatdarî mutleq dibe û di destê yek zilamî de kom dibe. Dêmekî rabûna li hemberî desthilatdariyê him biçimê pêşerojê û him jî karakterê desthilatdariyê bi xwe dixe mijara nîqaşê.

Ta ku hegemonî kirîzên ku jiyan dike derbas bike, berê xwe dide ji nû ve dîzayînkirina sîstemê. Him naveda xwe û him jî derwrûberê li gorî berjewendiyên xwe fîgorekî didê. Dema biçimê ku dixwaze li gorî berjewendiyên xwe ava bike rastî astengiyên pêkanînê were, li hemberî wê berxwedana terzên berê yên desthilatdariyê hebin, wê çaxê berê xwe dide rêbazên şer û pevçûnê. Rasterast mudexele dike û hewl dide sîstemên heyî yên li gorî pêşketinên zanistê kevneperest in, biguherîne û li dewsa wan jî koledariyên nû yên ku dikarin xizmeta navendê bikin, ava bike.

Ev rêbaza şîdetê ya ku xwe dispêre şer û pevçûnê, çawa ku bi xwe re heyama restorekirina sîsteman ava dike, di heman demê de deriyê firsenda gelan a têkoşîna azadiyê vedike. Herî zêde gelên ku xwe ji bo firsendeke wisa amade kiribin û rêxistinbûna xwe ava kiribin, li ser bingeha paradîgmaya azadî, demokrasî û wekheviyê dikarin zêde sûdgir bin. Civakên ku niyeta wê ya rabûnê li hemberî otorîteya desthilatdar nîn be, wê ji vê şer û pevçûna di navbera navenda hegemonîk û sîstemên dewrûberê de bibin êzink û dê rastî qirkirin û komkujiyên herî kirêt werin. Şerê ku îro li Sûriyê û li herêmê rû dide vê yekê piştrast dike. Civaka ku xwe birêxistin nekiriye herî zêde hatiye qirkirin. Civaka ku xwe birêxistin kiriye û sîstema xwe ya xweparastinê, sazî û dezgehên xwe yên xwe birêvebirinê ava kiriye, bi vîna xwe ya xweser li ber xwe daye, bûye xwedî destkeftiyên herî zêde. Ji lew re; em dibînin îro li Sûriyê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi avakirina sîstema rêveberiya xweser û hêzên xwe yên parastina cewherî re dikarîbû li hemberî hovtirîn cureya terora cîhanî ya çeteyên DAIŞ, El-Nusra û faşîzma Tirkiyê li ber xwe bidin û veguherin îradeyeke ku her kes mecbûre hebûna statuya wan di ber çavan re derbas bike. ji ber van sedeman jî îro asta êrişa li ser vê vînê bilindtir bûye. Her kest dixwaze vê îradeya gelan li rex xwe bigire û li gorî berjewendiyên desthilatparêz kedî bike. Aliyên ku bûne qirmên vî şerî jî, îro li Sûriyê kurtêlxwarî, çetetî û ajantiyê li dijî civaka xwe dikin. Hebûn û tunebûna wan bala ti kesî nakişîne. Tenê amûrên pêkanîna berjewendiyên terfên şer in. Çeteyên ku îro nola kerên mayînan ketina pêşiya artêşa Tirk a dagirker û êrişî nirxên gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin şiklê dawî yê vê karakterê civaka sernizim a xwefiroş e. ji lew re jî îro hebûna wan bi tawanbariyên ku rê didin tunekirina wan li civaka navdewletî tê nîqaşkirin. Dîrok jî wê yekê isbat dike; çiqas desthilatdarî hene, piştî ku mutleq dibin, amûrên xwe yên pêkanînê tune dikin û bi îradeyên ku bi serketine re mecbûrî lihevkirinê dibin. Bapîran jî gotiye; gelê ku serê xwe raneke koletiyê heq dike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.