Faruk sakik
Di dawiya sala 2012an de herdu alî derbasî merhaleyek nû bûn. Behsa muzekereyan dihat kirin. Bi rêber Apo rehevdîtinan destpêkiribû. Şandeya ku li Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin pêkanîbû dema ku daxwiyanî dan rayagiştî edî herkesî dîtibû dewleta tirk a dagirker li hember PKKê bi plana xwe ya Modela Srî Lanka bi serneketiye û çûne ber deriyê Ocalan.
Di demek waha de, di navbera Cemaatê û AKPêde şerê parvekirina desthilatdariyê destpêkirin. Cemaatê dixwestê AKP’ê û AKP’ê jî dixwest Cemeatê tunebike. Herdu alî çiqas qozên wan yê qirêj hebûn pêkdanîn. Ev herdu alî êdî di nav civaka Tirkiyê de eşkere dibûn. Rastiya wan ya ku bi salan bû hatibû ser rûxandin, êdî hêdî hêdî zelal di bû.
AKP roj bi roj desthilatdariya xwe winda dikir. Li rê û rêbazên parastin û mîsoger kirina desthilatdariya xwe digeriya.
Di demek waha de Ergenekon hat bîhra wan. Endamê rêxistina Ergenekonê hemû di zîndanan de bûn û bi cezayê mezin jî hatibûn darizandin. Dijminatiya wan ya li dijî kurdan jî hebû. Ev rêxistin wek dewleta kûr her tim li Tirkiyê desthilatdar bû. Lê cemaat û AKP li dijî wan di 12 Hezîrana 2007an de operasyonek li darxistibûn û hemûyan zîndan kiribûn. Di 20 Cotmehê 2008an de dema ku darizandinê destpêkir, 400 endamê vê rêxistinê, li salona dadgehê bûn.
Erdogan dît ku Cemaet di nav artêşê û dadgeriyê de xûrt bûye, ji bo pêşî girtina vê talukeyê talîmatek da ku bi Ergenekonê re danûsandin werin destpêkirin. Li ser vê yekê ji AKPê komek parlementer çûn li zîndana Silîvrî û bi endamên Ergenekon re hevdîtin pêkanîn.
Di derheq vê hevdîtinê de, agahiyek bi dest Sirri Sureyya Onder jî ketibû. Di hevdîtinek li Îmrali, Sirri Sureya ev bi Ocalan re parvekir. Got ku komek parlementerên AKP li zîndanan bi Ergenekon re hevdîtinan pêk tînin. Ocalan ji desteya dewletê pirskir. Lê gotin em ne xwedî agahînîn.
Lê rêber Apo êdî niyeta dewletê dîtibû. Di got, “dewlet ji me aliyek wê tercîh bike. An wê Ergenekonê tercîh bike ku tê wateya destpêkirina şer, anjî wê me tercîh bike û wê pevajo aştiyê dewam bike.”
Lê dema ku ev hevdîtinên Îmrali dewam dikir, hin heyetên AKP’ê jî diçûn Silîvrî dihatin. 2 zîndan bûbûn navenda destnîşankirina qedera Tirkiyê. Îmrali û Silivrî. Nevenda şer û navenda aşitî.
Di destpêka sala 2014an de êdî bi Ergenekonê re, bi dewleta kûr re li hevkiribûn. Lê li rêyek, li hîleyek hiqûqî digeriyan ku wan ji zîndanê derxistina. Ji serfermandarê arteşê yê berê, ji Îlker Başbûg destpêkirin. Doza wî birin dadgeha desturê û li wêder gotin ev doz “kumpase”. Di demek kurt de jî serbest hat berdan.
Dema ku di adara sala 2014an de li Îmralijyê muzekereyan dewamdikir, ji aliyek de jî kesên di doza ergenokênê de di zîndanê de bûn yek bi yek serbest dihatin berdan.
Ocalan di hevdîtinên bi heyeten re bal dikişand ser serbest berdana endamên Ergenekonê û digot; “Di navbera AKP û Ergenekonê de pazariyek destpêkirî lê hênjî li hevnekirine. Roja ku li hevkin, ewroj ji bo Tirkiyê dibe destpêka felaketên mezin. Dive kurd jî amadekariyek xwe li gor vê yekê bikin. Ji anha de tedbîrên xwe bigirin. Dive ku ji bo parastina şoreşa rojava jî tedbîr werin girtin. Ev rewşa Tirkiyê û bakûr bi qedera rojavayê Kurdistan ve girêdayi ye.”
Di demek waha de li Tirkiyê hilbijartinên heremî jî di rojevê de bû. Ji bo vê yekê Erdogan nedixwest di demek waha de daxwazên Ergenekonê bine cîh. Salek şûnde jî wê hilbijartinên parlementerîyê pêkbihatana. Sebir kir.
Danûsandinan destpêkir. AKP bi îtina nêzîkatî nîşan di da. Hemû sûc xistibû sutiyê Cemaatê. Di destpêkê de xwest ku cemaatê bi destê Ergenekonciya ve bide tasfîye kirin.
Lê, dema ku ev pêvajoya diyalogê didomiya, dewleta Tirk li aliyek jî amadekariya konseptek nû dikir. Ev konsept jî konsepta şer bû. Erdogan fermana vê plana nû da destpêkirin.
AKP di hilbijartinên 7 hezîranê de têk çû. HDP jî serkeftinek mezin bidestxist.
Li parlementoyê hikumet nedihat avakirin. Di demek waha de serokê Meclisê Denîz Baykal bi Erdogan re hevdîtinek pêkanî. Di vê hevdîtinê de peyama Ergenekonê anîbû. Erdogan ev yek qebûl kir.
Bi MHP’ê re li hevkirin û ji bo hilbijartina 1 mijdarê hatibû destnîşankirin. Êdî AKP/MHP/Ergenekon koalisyona şer ava kiribûn.
Ew şer destpêkir û îroj şerê vê koaliyonê bi dagirkirina Rojava dewam dike.






