Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

QEDR Û QÎMETÊ KÊLİYÊ ZANÎN

22/11/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Di avakirina şoreşê de hesta berpirsyariyê
Share on FacebookShare on Twitter

QASIM ENGÎN

”Ya girîng ew e, mirov bi qedr û qîmetê kêliyê zanibe û bijî. Ya herî qenc ew e, mirov kêliyê bê rabihurî û bê paşeroj nejî…

Modernîteya kapîtalîst û çanda wê ya koleker mirovî ji rabihurî û paşerojê bêpar dike û dike ku mirov kêliyê bi awayekî heywanwarî biqedîne. Li dijî vê çanda jiyanê ya heywanker a ferdperestiya kapîtalîzmê, divê ferdê modernîteya demokratîk hesreta rabihuriya serdema zêrîn û hêviyên paşeroja bi utopya bi kêliya komên kominal ên demokratîk re bike yek, xebatê weke azadî bihesibîne û divê di alternatîfbûnê de bi ser bikeve…”

Ji ber van sedeman çi li Bakurê, çi li Başûrê, çi li Rojhilatê de li di rastî de jî herî zêde li Rojava de, di serî de cîwanên Kurd lê bi giştî jî ciwanên Ereb, Sûryan-Keldan-Asûr, Tirkmen, Çerkez, Ermen û bi dehan rengên netewên dîtir bi mabesta hevkariya enternasyonalîst dehan ciwanên welatên dûr di vê oxirê de şehîd ketin û jiyana xwe jî dest dan.

Hemû ji bo jiyanaka hevpar û netewa demokratîk. Li hember jiyana kapîtalîst modernist ya ferdparêz û dûrî jiyana civaka exlaqî û polîtîk. Ango ji bo jiyanaka serbilind û rûmet. Ji bo jiyanaka ku her tim dibêje; jiyan an yê azad were jîn an yê azad were jîn.

Şoreşa Gelan li Bakurê Rojhilatê Suriye xwe wek Şoreşa Apoyî bi nav dike. Lê Rêber Apo jî dibêje ku: ”Ji bo kêliyekê be jî, firsenda min ji bo jiyana ferdî çênebû” ye. Her tim ji bo gel û gelan kar kiriye. Ji bo berjewendiyên wan jiyaye.

Bi gotinên Rêber Apo: ”Lê ez dibînim, ji gel û dostên me bi mîlyonan mirov mîna ku ti karekî bê kirin nemaye aware û beredayî digerin. Ez ji vî şêwazê jiyanê pir bi hêrs dibim… Ez ê ji vî şêwazî re bibêjim ev înkara jiyanê ye. Ji vî şêwazê dij-jiyanê divê her ferd û kom ji sedî sed bibihure…

Min timî diyar kiribû ku di jiyana gerîlla de jî awaretiyên bi vî rengî gelekî pêk tên û ez ji vê jî gelekî bi hêrs dibim… Kesên bi qasî turîst û çiyageran ji heyecan û îradeyê bêpar bin, eşkere ye ku wê nikaribin bibin gerîllayên çiya, daristan û çolan.”

Hêna balkêştir jî gotinên mîna: ”Ma morî û mêşa hingiv a bêkar heye? Morî û mêşên hingiv kengî bêkar dibin, dimirin. Ew jî bêkarmayînê bêrûmetî dihesibînin û bi mirinê bersivê didin. Di şertên avakirina neteweya demokratîk de ji bo her mirovê me, ji gedeyê heft salî heta bi pîr û kalê heftê salî, ji jina wî heta bi mêrê wî, asta perwerdeya wî çi dibe bila bibe, ji bo her kesî karek pêkan e. Ji bo her kesî di asta îbadetê de kar an jî karên hem pêre mijûl bibe, hem pê xwe biparêze, hem pê xwe xwedî bike, hem jî pê xwe zêde bike, bi cih bîne û bi wî kar an karan xwe azad bike. Hema bila bi tenê ji îrade û bîreweriya neteweya demokratîk hindik be jî par û nesîbê xwe girtibe!

Di şertên ku dagirkeriya tirk a faşîst bi hemû hêza xwe û teknîka xwe ya kujer tê ser nirxên gelê me, welatê me dagir dike, ma ne cih û dema xwe ye ku her ferdek Kurd, -nêrîna wî û sekna wî ya bîrdozî çi dibe bila bibe,- hema bêje BES E JI DAGIRKERIYE û bi hemû hêza xwe 24 saet bê navber xwe bi sekna Yekîtiya Netewî dijî dagirkerî bisekine?

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.