Sîpan ŞÎNDA
Piştî Serhildana Dêrsimê di 1938’de ji aliyê hikûmeta Tirk ve bi awayekî hovane tê tepisandin, bi hezaran Kurdên welatparêz ji herêmê derdixin û pişavtin li gorî “Plana Isleheta Şerqê” ya di sala 1925’ê de hatiye derxistin de dewam dike. Herweha bi awayekî pisportir û hostatir vê planê pêk tînin. Piştî pergal ewqas qetlîam li ser Kurdan dike, Kurd ji aliyê civakî û netewî ve jî qederkê ji hev belav dibin. Pergalê êdî li gor raporên rayedarên xwe plan çêkiribûn û pêk anîbûn. Piştî vê hovîtiya 1938’ê ya li Dêrsimê, êdî demeke dirêj Kurd ji bû mafê xwe yê netewî bêdeng dimînin. Sedemên vê yên cuda hene. Yek, di nava Kurdan de kesên ku bikaribin serkêşiyê û serweriyê bikin, hemî dibin armanca dewletê û gelek ji wan tên darve kirin, kuştin; hinek ji wan tên sergum kirin û hinek ji wan jî derbasî Rojavayê Kurdistanê dibin. Mînak: kesên ku Xoybûn avakirine û di rêveberiya wê de cih girtine, êdî nekarîn bên derbasî bakûrê Kurdistanê bibin. Sedemeke din jî; him jiber polîtîkayên pergala kemalîst û him jî ji ber Şerê Cîhanê yê Duyem, zarokên Kurdan ji xwendinê dûrdikevin. Rewşenbîrên Kurdan jî êdî nema dikarin jiber pergala kemalîst xwe li bakûr xwedî bikin. Mînak: rewşenbîrên weke Osman Sebrî, Nûrî Dêrsimî, Celadet Elî Bedirxan, Cegerxwîn û hwd li Rojava bi cih dibin û hinek ji wan jî diçin Beyrûdê bi cih dibin. Paşê jî hinek ji wan derdikevin Ewrûpa. Di vê navberê de cîhan ji dikeve di rewşeka cuda de. Di 1’î Îlona 1939’ê Şerê Cîhanê yê Duyem destpê dike. Êdî Tirkiye jî dikeve di rewşeke awarte de û hemî pêkhatinên xwe li gor rewşa şer rêkûpêk dike. Lewra li seranserê Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê hişkiyek leşkerî çêdike. Herweha Tirkiye her çend di dil de û defakto hevalbendê Elmana Nazîye jî, lê belê ji bûna derfeta serhildanê û di dawiya şer de ihtimala dewletbûyînê nede Kurdan, bi awayekî fermî nakeve di nava şer de ku heta Kurd jî bikaribin xwe rêkûpêk bikin û ji bû serhildanê derfetekê ji xwe re çêbikin. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyem diqede û Komara Mahabadê tê avakirin, Kurd moralek mezin jê digirin. Piştî Komara Mahabad ji ava dibe, Tirkiye her tim piştgiriya Îranê dike ku Komara Mahabadê bide hilweşandin. Piştî Komara Mahabad tê hilweşandin, Kurd jî di hemî alî de dişkin. Heta 1958’ê li Êraqê şoreşa Evdilkerîm Qasim çêdibe û ew ji nû ve Mela Mistefa Barzanî ji Sowyetîstanê vedixwîne welatê wî, Kurd ji nû de piçkê di çapemeniya Cîhanê de cih digirin. Piştî têkçûna 1938’ê û pêve, cara yekem li Bakûrê Kurdistanê 50’î rewşenbîrên Kurd di sala 1959’an de dengê xwe derdixin. Mûsa Anter helbesta bi navê “Qimil” di rojnamê de bi Kurdî diweşîne û piştî vê helbestê ji pergal qiyametê di serê wan de rast dike. 50 rewşenbîrên Kurd, pirê wan ji xwendekarên zankoya ne, di 17 Berfanbara 1959’an de dikin girtîgehê. Lê ev yek, piştî bîst salan, weke qitîskekê li ber çavên Kurdan dijene.






