Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Erdogan û cihana islamê

18/11/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Komplo, bombeya atomê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Medeni FERHO

Gotineke Kurdan heye, bi destekî du zebeş nayên girtin.

Serokomarê Tirk Erdogan, bi destekî rahiştiye sê zebeşan: Yek, nijadperestiya Enwer Paşa ye; turanîzm e, îdeolojiya yek-yekan e, gelan qir dike û dixwaze cîhana îslamî kolonî bike. Du, îxwanî- millî gorûş e, dixwaze di “tehayyula axretê” de cîhana modern  bikar bîne û di kesayeta Kurdan de, gelan qir bike, “tahakkum”ê li cîhana xiristiyan jî bike.  Sê, reîs-ul xîlafet e (ne xelifetî) û vê jî di temtêla DAIŞ û Baxdadî de dike: Terorê dike, terorê xwedî dike,   bi demagojiyek  “xebîs”tiya polîtîk, cîhanê biaxpîne..

Erdogan, bi dagirkirina cografya Kurdistanê û qirkirina gelên herêmê, dixwaze car din cîhana îslamê teva îstîmlak bike… Dagirkeriya xaka Suriye, Iraqê jî  gotina terorê û xwedîderketina li Filîstînê  vedişêre.

Erdogan, Xwedê, Qur’an û ola îslamî  kiriye mertal û îslamê terorîze dike; dibêje Ewropiyan jî “terorê têkildarî îslamê nekin”, wan bi islamefobî tewanbar dike. Ew,  wek Amr bin As û Muawiye, Qur’anê  dike serê rima xwe û êrîşî Kurdan û gelên din yên  misilman dike. Koçberên msisilman li dijî Ewropa  wek şantaj  bikar tine û dixwaze, ola îslamî bike bin kontrola xwe.

Di serdana dawî ya Emerîka û hevdîtina bi Trump re, car din serî li vê riyê da. Xwest “kudret”a Xwedayê mezin bidestbixe: Gelê Kurd û gelên li Bakurê Suriye, di kesayeta Mazlum Ebdî de terorize kir, misilmanên li Tirkiyê jî, di kesayeta hevparê xwe yê demekê, Fetullah Gulen de terorize kirin. Pirs, gelo cûdatiya Erdogan û Fetullah Gulen ji hev çiye?

Erdogan, ji bo desthilatdariya xwe, “bekaa ola îslamî”, di gotina  “bekaa dewletê” de guhertiye û dixwaze  di  kesayeta Kurdistanê de, cîhana îslamî bike koloniya xwe.  Her cure tunekirinê jî rewa dibîne. Mizgeftan, dêran, gorên ewliya û embiya, wargehên dîrokî tune dike… Bi xerakirina dêran, berata Cn. Muhammed û ya Omer Bin Xetap ku daye Suryaniyan jî binpêdike.

Mînaka din jî  Cudî ye!… Cûdî, biqasî  Mala Xwedê- Hacerû’l Eswed,  pîroz e. Lê Erdogan her roj, Cudî bombarduman dike,  deh malik, gora Nuh û kêştiya Nuh jî tune kirine.  Eger Xwedê û nirxên olî “bekaa” ne,  gelo Erdoganê fanî, bi kîjan baweriyê êrîşî nirx û pîroziyên cîhana misilman dike? Gelo, Erdoganê ku bi ayeta “fetih” haraket dike, biqasî Saddamê ku ayeta “enfal” kire behane, ne gunehkar e!…

Xala duyemîn; Wezîrê Karên derve yê Kuwêt, got, “Osmaniyan malên Hîcazê, yên pîroz dizîn”… Erdogan, bi nave Cenabê Muhammed û Xwedê, got; Heddê xwe zanibin!..

Ev gotin, tê wateya prosedura  tunekirina mîrateya eshabe û talankirina mala xwedê…  Erdogan,  bi  nave xelîfetiyê haraket kir, lê Kurdan rê li ber girt, lewma hers û kina wî ji vir tê. Di dema ku çeteyên DAIŞê êrîşî Kobanê kir, got:  Em ê li Şamê di Mizgefta  Emewiyan limêj bikin.  Bêguman, heta biçûna Şamê, ew î, ji  laşê mirovan piran, ji serê mirovan minareyan,  ji xwîna mirovan deryayekê çêbike…

Ev jî tê wateya  kuştina evîna bi xwedê û etîka sofîtiyê û felsefeya tasawufê jî tune dike. Ev jî kufrî ye.

Xaleke din: Erdogan, ji bo ku cîhana îslamî kolonîze bike, geh li cem Putîn e, geh li cem Turmp e û “wahdet-î vucud” dikuje, di mijara Qutsê de jî, peredeyek bi “ten-tene û gergef” kire navbera xwe û  Xwedê. Ev mînak jî, canbaziya wî û xîlafetê nîşan didin.

Gelo fatureyek iryarên li dijî nirxên ola îslamî  nine? Hem çeteyên ku ola îslamî li çarmixê dan, DAIŞ, El Nusra parastin, hem 29 komên çete ava kirin û êrîşî nirxên ola îslamê didomîne. Zaafiyet û bedengiya cîhana îslamî  jî manîdar e!…

Dive alimên cîhana Îslamî, wek İmam Rabbani, di çarçoveya “wahdet-uş-Şuhud”  haraket bikin, bêjin,  cîhan neynika du rûyî ye, yek ruyê qencî û pakiyê ye, yek jî ruyê xerabî û taritiyê ye!.. Divê, radîkalîzma reîs-ul xilafeta Erdogan ya rûyê tarî, enjektekirina xerabî, gelacî û fitneya ku dike nava cîhana îslamî, bibînin û mahkum bikin. Patrikxane û Watîkan jî, Erdogan afaroz-mehrûmono bikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.