Zekî BEDRAN
Herdem têkoşîna kurdan ji bo mafên xwe ji aliyê dewletên ku li kurdistanê serwerin, bi cûdacîtî û parçecîtî hatiye tewambar kirin. Qalbikî yê ku xwestiye gelê kurd parçe û ji hev cûda bike, hebûna wan tune bike ev dewlet bi xwene. Di navbera van dewletên serwer de nakokî çi dibe bila bibe dema ku mesele dibe kurd dibine yek. Di mijara Sûriyê de, navebera Îran û Tirkiyê nakokiyên mezin hene. Îran rejîma Esed diparêze, hewil dide ku li ser lingan bihêle. Tirkiye jî hewil dide Sû
rî tevlîhev bike û rêveberiya Esed ji holê rake. Ji DAIŞ bigre heya El Qayide bi tevayî çeteyan, rêxistinên islama sunnî re îttîfaq çêkir. Bi rêxistinkirina van hawirdora hêzeke alternatîf afirand. Ruxmî vê yekê jî Rûhanî û Rûsya ji bo dagirkirina Bakurê Sûriyê di civîna Ankarayê de alîkarî dan Erdoxan. Niha Tirkiyê dagirkirina herêmên di Sûriyê de zêde kiriye, li hemberî artêşa Sûriyê artêşeke nu bi navê “ Artêşa Sûrî Ya Netewî” birêxistin kiriye û hewil dide li Sûriyê hêza xwe mezin bike. Di başûrê kurdistanê de dema QDP referandom xwest, bi lez Tirkî û Îran bûne yek û Baxdat jî kirin hevkar ku herêmên weke Kerkûk ji destê kurdan girtin. Li vir jî pir eşkere bû dewleta Tirk PKK dike hinceta ku pê dijminatiya xwe ya ji kurdan re binixumîne.
Weke tê zanîn Rûsya, rejîma Esed destek dike û dixwaze li ser piyan bigre. Jiber ku dijminatiya Tirkiye ji kurdan re jî dizanin ji vê fayde digrin û weke kozekê li hemberî rejîma Erdoxan didine bikar anîn. Li hemberî berjewendiyên mezin Efrîna ku axa Sûriye lê kurd li ser jiyan dikin pêşkêşî Tirkiyê kirin. Lihevkirina Tirkiye bi Rûsya re ji bo kurdan di wê herêmê de rê ji paqijkirina etnîkî re vekir. Rûsya li hemberî vê yekê bê denge. Dagirkirina Tirkiyê ya bakurê Sûriyê îtîraz nake û destek dike. Rûsya û NY jî şermazarkirinên li hemberî Tirkiyê berteref dikin. Ruxmî vana tevî jî wezîrê karê derve yê Rûsya, birêz Lavrov hertim bi daxuyaniyên weke “Emerîka dixwaze dewleteke kurdan ava bike” derdor tehrîk dike. Herwiha dixwaze ku DYE ji Sûriye were derxistin. Ev buyerên ku têne zanîn. Komkujî û jenosîdeya ku di Sûriyê de li ser kurdên nifûsa wê negihîştiye 2 milyonan hedef nîşan dide. Rejîm ji bo naskirina nasname û mafên kurdan nêzîk nabe. Tirkiye jî ji bo tinekirina destkeftiyên kurdan û statoya wan ji holê rakirin, komkujî û her cûreyên sûcên şer pêk tîne. Di navîngîneke wiha de ku gelê kurd heya nasnameya wê jî nayê qebûl kirin, pêwîst bû ku helwesta dewleteke weke Rûsya parastina mafên vî gelî ba. Lê berovajî, Rûsya rê li pêşiya siyasetên ku dixwaze kurdan tune bike vedike.
Ya xirabtir, Lavrov bi zanebûn vê pirsgirêkê dişewişîne. Ji xwe nifûs, niştecihbûna kurdan ji bo avakirina dewletekê ne guncave. Her wiha tu îtîfaq û lihevkirineke kurdan bi DYE re di vê çarçoveyê de tuneye. Îtîfaqa kurdan bi Emerîka re di çarçoveya li hemberî DAIŞ’ê bûye. Herêmên ku ji DAIŞ hate paqijkirin jî kurd, ereb, suryanî û bi tevayî pêkhateyên ku lê bûye bi hev re rêveberiyeke hevbeş ya demokratîk ava kirin. Kurdan tu carî negotiye emê di Sûrî de dewleteke cûda ava bikin. Projeyeke wan ya wiha çênebûye. Her ku firset dîtine xwestine bi Rûsya û rejîmê re di nava diyalokên çareseriyê de bin. Di esas de yê ku kurdan veder dike Rûsya bi xwe bûye. Sala derbasbûyî ji bo tevlîbûna konferansa Sûrî ya di Sotçî de 120 kes ji bakurê Sûrî dawet kirin. Lê bi Tirkiye re lihevkirineke veşartî kirin û ev dawetî îptal kirin, tu daxuyanî jî ji bo vê nedan. Bi esas girtina helwesta Tirkiye tu nunerên bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlî komusyona destûra binigehîn ya di Cinêvê de nekirin. Dîsa sala borî neqşe riyeke daxwazên kurdan ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan bi rejîmê re xwestin. Ev neqşe rê hate pêşkêş kirin. Derbarî vê neqşe riyê de nerînên wan erênî bû. Gotin ku emê navbeyînkarî bikin ku rejîmê îqna bikin. Lê li pêvajoyê xwedî dernektin.
Kurd û Rêveberiya Xweser di her firsendê de ji rejîm û Rûsya re gotin ku ew li gel çareseriyeke demokratîk û yekpariya Sûriyê ne. Rûsya weke ku erkeke wê yê vederkirina kurdan, bê îrade hiştina wana heyî, nêzîk dibe. Tirkiye jî bi Kurdên di nava xwe de nefes nade girtin, înkarkirina nasname û hebûna wan didomîne. Başûrê kurdistanê herdem tê bombebaran kirin. Bi behanekirina kurdan Sûriyê dagir dike û ji bo polîtîkeya xwe ya zêdegaviyên li Rojhilata Navîn ji xwe re dike hincet. Dewleteke mezin weke Rûsya pêwîst bû ku li hemberî zêdegaviyên dewleta Tirk, perçiqandin, komkujî û paqijkirina etnîkî ya kurdan, biba xwedî helwest. Rûsya li şûna ku rastiyên dîrokî, dewlemendiyên vê erdîngariyê û mîrasa gelan ya hevbeş li ber çavan bigre, berjewendiyên dewlet û rejîmên zordar ku di herêmê de gelan tune hesab dike, esas digre. Bera birêz Lavrov û rayedarên Rûs bizanibin ku, dewleteke kurdan tuneye. Tu derfetên wanî mezin ku ji dewletan re pêşkêş bikin jî tuneye. Kurd haya wan jê heye ku ew di bazarên veşartî de, ji berjewendiyên dewletan re têne qurban kirin. Ruxmî vana tevan jî kurd ewê daxwazên xwe yên demokratîk, mafên xwe yê nasnameyê biparêzin, ji nirxên mirovahiyê re xwedî derkevin û xîtabkirina ji wijdanên gelên cîhanê re berdewam bikin.






