Di êrîşên dewleta tirk li ser bakur û rojhilatî Sûriyê herî zêde sivîl jiyana xwe ji dest didin. Sivîl jî bêyî ku ferq bike artêşa tirk û çeteyên wê hemû pêkahateyên herêmê bi qirkirineke etnîkî re rû bi rû dihêle. Di vê derbarê de, Oldarê Suryanî El Eb Mixayil got, dewleta Tirk êrişî gelan hemûyan dike û destnîşan kir ku wê dagirkeriyê qebûl nekin.
‘DIBESIYÊ BAJARÊ AŞTÎ Û ARAMIYÊ’
Erkdarê Olî yê Dêra Suryanî ya Ortodoks a Marisya Hakîm a Dirbesiyê El Eb Mixayil Yaqûp êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û ji bo Dirbesiyê wiha got: “Ji roja ku bajarê dirbesiyê ava bûye heta niha timî bûye bajarekî aştiyê û aramiyê, em Kurd, Ereb, Suryan bi hev re ne”. Her gel xwedî xweseriyekê ye û Pêxemberê me jî ji bo me Xiristiyanan gotiye: ‘hûn xwê ya dinyayê ne, ronahiya dinyayê ne’. Ji ber vê yekê me hewl didin li her deverê ji bo mirovahiyê tiştekî bikin. Lewma gel hemû bi hev re di nava wekheviyê de ne. Em di nava aştiyê de ne, ji aştiyê jî wêdetir jiyaneke me ya hevpar heye.”
‘ ERDOXAN DIXWAZE GELAN, XIRISTIYANAN BIQEDÎNE’
Yaqûp der barê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de got: “Tevî zor û zehmetiyên li Sûriyeyê gelên li Dribesiyê ji hev hez dikin. Demên dawî êrişên Tirkiyeyê û Erdogan dest pê kirin, em êrişan şermezar dikin. Li vê herêmê pêleke şer dan destpêkirin, li xaka me şer dikin. Min berê jî gotibû, şerê ku Erdogan dike ne dûrî şerê Osmaniyane. Berê bi navekî din dikir, niha jî bi navê Erdogan bi heman zimanî û bi heman rêbazî şer dikin. Xaka me ku beriya 400 salî Osmanî ketibû nav niha jî Erdogan dixwaze dagir bike û ji bo vê jî bi hemû çek û hêza xwe êriş dikin. Ya rast dixwazin gelan hemûyan biqedînin, bi taybetî dixwazin Xiristiyanan biqedînin. Pêxemberê me ti carî şer, komkujî, zilm, nehezkirin hilnebijartiye. Em jî kiryarên Erdogan qebûl nakin. Ne tenê ji bo vê xakê ji bo her deverê em qebûl nakin. Ji ber ku mafê her mirovî heye ku li xaka xwe bi rengekî azad bijî. Ev xak xaka me ye ne ya Tirkiyê ye. Çima dixwazin bikevin xaka me, mafê wan nîne.”
EM RÊ NADIN DAGÎRKERIYÊ, EV DER XAKA ME YE
Yaqûp destnîşan kir ku bi kuştina gelan hewl didin wan koçber bikin, lê ti carî gelên me wê vê yekê qebûl nekin, wê rê nedin vê yekê û got: “Em ê rê nedin Erdogan û yên mîna wî. Ev dever xaka me ye. Em dixwazin di nava aştî û azadiyê de bin ku mafê me ye û kes nikare vî mafî ji me werbigire. Xwedê mafê jiyanê da her kesî, xwedê jiyaneke aştiyane û wekhev da her kesî. Em van komkujiyan, mirinê, şer, destavêtinê, newekheviyê ti carî qebûl nakin. Em vê yekê ji bo tevahiya mirovahiyê daxwaz dikin.”
ANF






