Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Tevgera Ciwanên Şoreşger êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

15/11/2019
in NÛÇE
A A
Tevgera Ciwanên Şoreşger êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek li dar xist. Her wiha desteka xwe ji şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re li dijî êrişên dagirkeran diyar kir.

Bi sedan ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê berê xwe da navçeya Ehres a girêdayî kantona Şehbayê. Ciwanan ala Tevgera Ciwanan, ala Meclisa Malbatên Şehîdan, wêneyên rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan, wêneyên birîndarên  şer, her wiha pankartên bi nivîsa “Na ji şeraketa we bi dagirkeriya Tirkiyê re” û “Berxwedana Rojava û berxwedana mirovahiyê biparêze” hildan.

Meşê ji çerxerêya navçeya Ehres dest pê kir û ber bi qada giştî ya navçeyê ve çû. Di meşê de dirûşmên silavkirina Berxwedana Rûmetê û Berxwedana Serdemê hatin berzkirin.

Meş li qada giştî ya navçeyê veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de bi navê zarokên şehîdan û Tevgera Ciwanên  Şoreşger a Sûriyê daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê endamên Tevgera Ciwanan ve Ehmed Silêman û Emîna Bakîr ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 9 sal derbas bû ku alozî veguherî şerekî navdewletî. Her wiha hat tekezkirin ku dewleta Tirk a dagirker ji destpêkê ve xwîna gelên herêmê û bi taybet gelê Kurd ku rastî qirkirin û kuştinê tê, dirijîne û Şengal, Kobanê, Efrîn û niha Bakur û Rojhilatê Sûriyê şahidê vê yekê ne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku armanca dewleta Tirk ji êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku projeya neteweya demokratîk tune bike û DAIŞ`ê ji nû ve aktîf bike, piştî ku QSD`ê ew tune kir, her wiha dixwaze derbeyê li jin û ciwanên ku şoreşê bi rê ve dibin, bixe.

Di daxuyaniyê de bang li tevahî ciwanan hat kirin ku tev li hêzên ku parastina xaka Sûriyê û rûmeta gelê Sûriyê dikin, bibe û şopdarên rêya şehîdan bin. Her wiha soz hat dayîn ku dê li kêleka QSD`ê li hember êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê bisekinin.

Daxuyanî bi dirûşmên silavkirina Berxwedana Rûmetê û Berxwedana Serdemê bi dawî bû.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.