Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) diyar kir ku di encama çalakiya tolhildanê de, 4 çete hatin kuştin.
HRE`yê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Li herêma Efrîn û di navbera bajarê Raî û Ezazê de hêzên me di çarçoveya çalakiyên tolhildanê de li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 2 çalakiyên bi bandor li dar xistin.
Di dîroka 13`ê Mijdarê de hêzên me di navbera bajarê Raî û Ezazê de li dijî komên çete yên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek bi şêwazê kêmînê li dar xistin. Di encamê de 2 çete hatin kuştin
Di dîroka 14`ê Mijdarê de hêzên me li navçeya Mabeta ya bi ser bajarê Efrînê bi çalakiyek kêmînê çeteyên koma bi navê Şuhede Bedir kirin armanc. Di encamê de 2 çete hatin kuştin.”






