Sîpan Şînda
“Peywira me, kesên di nava welatê Tirkan de ne, em ê wan hemiyan bikin Tirk. Kesên li himberî Tirkan û Tirkîtiye mixalîf bin, em ê wan hemiyan qet qet bikin û bavêjin. Kesên ji bo welat xizmetê bikin, divê ew mêr jiberiya her tiştî Tirk be û Tirkitiyê biparêze.” Ev gotinên hanê di sala 1925’e de ji devê Serokwezîrê Tirk yê demê Ismet Înonu derdikevin. Di vî warî de “Plana Isleheta Şerqê” ya ji aliyê dewleta tirk ve di sala 1925’ê de hatiye amadekirin, ji bû hinek fikir bide mirov pirr girîng e. Ev plana ku hatiye amadekirin, dibe zagona bingehîn a sirgum, kuştin, girtin û herweha qirkirina Kurdan. Dîsa mifettişê dewleta Tirk yê bi navê Hemdî Beg, rapora ku di sala 1926’ê de ji hikûmetê re amade kiriye de wiha dibêje: “Dêrsim ji bû Komarê weke kunêrekê ye. Divê li ser vê kunêrê karê talî bê kirin. Ev ji bûna silameta welêt û ihtimalên xemgînî pê çêbin, bê goman lazim e. Bi rêya dibistan vekirinê, rê çêkirinê, fabrîkên bextewariyê pêkbînin vekirinê, ango bi kurtasî avakirin û modernîzekirinê islehkirina herêmê ji xeyalan pêve ne tişteke.” Belê ji xwe komara Tirk a ciwan jî tam li gor van gotinan û şîretan tevdigere. Piştî di 15-18 Sermaweza 1937’ê de Seyîd Riza û 6 hevalên wî têne dardekirin, şer li herêma serhildanê gurtir dibe. Jiber wê ye ku dewlet tekbîrên mezintir distîne û li gor şîretan dilive. Paşa û waliyê herêmê yê demê Abdullah Alpdogan di belgeya xwe ya 27/03/1937 jimar:263’ê de wiha dinivîse: Min ji Fermandarê Alaya Teyyaran bombeyên gazê yên şewat û fetisandinê xwestin.” Ev belgeya ku walî/paşa qetlîama Dêrsim bi emrê hikûmetê dike her tiştî eşkere dike. İhsan Sabri Çaglayangil dibêje: “Ordiyê gaza bi jehrî şixuland. Di deriyê şikeftan re ew weke mişkan jehrî dan. Û ji heft salî heta heftî salî ew Kurdên Dêrsimê serjêkirin.” Delîleke din ya ku mirov dikare bêje dewletê li ser Dêrsimê gaza jehrî şixulandiye jî; piştre derdikeve holê ku Abdullah Alpdogan qursek a gaza bi jehrî li Elezîzê vekiriye. Tevî van planan êdî dewlet bi awayekî hovîtî li ser Dêrsimê de diçe. Keça Atatirk Sabiha Gokçen di vê qetlîamê de weke pîlota teyyarê diçe Dêrsimê bombebaran dike. Bi dehan caran herêm bi balafirên şer tê bombebarankirin. Û herweha dîsa ji wan balafiran bi çekên otomatîk her daîm li gel direşînin. Pîlota jin Sabiha Gokçen di roportajek ya xwe de dibêje: “Ez bomberana Dêrsimê ti caran jibîr nakim. Min gelek kêf jê distand. Pirr bi kelecan bû. Hingî min bombe li ser wan de dibarandin û bi tifingên otomatîk li wan direşand min qet çi êş hîs nedikir.” “Çeka Atatirk dayî min jî bi min re bû… Li gor emrê min ji Atatirk standî, heke teyyara min biketa, diviya bû ez bi sax nekevim destê serhildêran de.” Di encama vê planê de di sala 1938’an de ji 13000 î zêdetir Kurdên sifîl hatin qetilkirin. Ji 12000 î zêdetir ji Kurd hatin sirgumkirin.






