Idrîs HENAN
Ji destpêka aloziya vî welatî ve, her aliyekî hewl daye rûyê aloziyê bi qasî ku xizemta siyaseta berjewendîperest bike, bizivirîne. Li gorî wê jî dewletên mudexeleyî nava aloziya Sûriyê kirine, berê çerxa siyasetên xwe yên hindir û derve badane. Bi demê re jî diyar bû, ku miraza hemûyan ne yek e. Her çendî li hinek stasyonan li yek keştiyê lêniştibin jî, lê zû dereng be jî, ji keştiyên hev û din peya bûne. Berjewendiyên wan gihane çerxeriyeke teng ku êdî keştî nikare du keştîvanan qebûl bike. Hinekan hewl daye ji vê belavbûna berjewendiyan sûdê werbigirin û azweriyên xwe yên veşartî bi maskan bedew bikin. Hinekan jî xwestiye her li ser bineya nakokiya berjewendîperest qezencên xwe zêde bikin. Lê bi bihurîna wextê re hemû alî mecbûr bûne ku rûyê xwe yê rasteqîn eşkere bikin. Qonaxa ku alozî gihayê wê yekê ferz dike ku êdî pêwîste lîstika li dora maseya qumarê vekirî be.
Germahiya pileya pêşketinan, hemû alî tûşî dayîna qurbaniyan dikir. Aliyê ji destpêkê ve, herî zêde, li ser bingeha qurbandayînê xwe komî hev û din dikir, faşîzma Tirk bû. Ji destpêka aloziyê ve, her çendîn hewl daye otorîteya xwe li ser xaka vî welatî ferz bike, her bi bin ketiye. Ji bo wê tiştek nehişt û nekir. Hemû girûpên çekdar ên Sûriyeyî hembêz kirin. Bi hezaran tundrewên biyanî di ser Tirkiyê re derbasî Sûriyê kirin. Sînorên xwe li hemberî koalisyona navdewletî ya şerê li dijî terorê girtin û ji bizav û tevgerîna çeteyên fena DAIŞ û El-Nusra re vekirin. Ji bo avakirina zemîna êrişan, di salên 2016`an de li bajarên Bakurê Kurdistanê qirkirinên nijadî û etnîkî pêk anîn. Bajar rûxandin û destketiyên gelan ên demokratîk desteser kirin. Di bin navê rewşa awarte de, bi deh hezaran mirovên aştîxwaz, demokratîk û azadîhez hebis kirin. Rikberên xwe yên demokratîk, akademisyen û siyasetmedarên civakê infaz kirin. Biçimê hegemoniya bi maska demokrasiyê veşartî bi destserkirinan talan kir û weke encam pergala dîktator li ser civakê ferz kir. Hewl da bi têkilbûna netewperest û dînperest ve civakê marjînalîze û bê îrade bike. Ta ku faşîzm pergala xwe tekûztir bike, ji hindir berê xwe da derveyî sînor. Kirîza li Sûriyê zemînek baş ji berfirehbûna sîstema faşîst re ava dikir. Ji ber ku hemû otorîteyên desthilatdar di avabûna xwe de berê xwe didin rêbazên rêbir û çetetiyê, çeteyên li Sûriyê ji bo pêkanîna vê armanca faşîzane, elementekî amade yê herî baş bûn. Ji lew re faşîzma AKP ti astengî di destwerdana xwe ya nava xaka vî welatî de nedît. Bi wan amûrên xwefiroş ên hindirîn ku li dijî armacên şoreşa Sûriyê amade kiribûn, di navbera 2016 û 2018`an de beşek mezin ji axa Sûriyê, ji Cerbalus heya Efrîn û Idlibê dagir kir. Ta ku hebûna xwe mayînde bike, çawa ku çeteyên Sûriyê xwe difirotin Tirkiyê, wê jî xwe difirot hêzên hegemonîk ên nola Rûsya û Amerîkayê.
Tişat me li jor di derbarê avakirina dîktatoriyê de gotiye, bi qasî ku kêm be, lê tevî vê yekê jî xwedî encamên ber bi çav e. Ango faşîzma hikûmeta AKP bi serperştiya Erdogan, heya radeyekê, li gorî encamên li ser erdê, bi desteka hegemoniya global, bi rêbazên destwerdana qirker, gavek xeniqandina nava kirîzê de derbas kir. Lê gelo; ev dê li hemberî vîna gelan çiqas domdar û ne demkî be, mijarek mewzûbehs e?. Nexasim ku li Sûriyê ne tenê rejîma Baas, çeteyên DAIŞ, El-Nusra, Rûsya û Amerîka hene. Li Sûriyê bi pêşengtiya Şoreşa Rojava, îradeya gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî heye. Vîna gelan a ku xwe dispêre hêza xwe ya cewherî bi têkoşîna hevbeş herdu piyên dagirkeriyê birriye û bi berxwedana xwe rê li ber van xeyalên faşîzmê girtiye. Îro jî ew îradeya gelan bi Berxwedana Rûmetê re weke lûtkeya Berxwedana Sedsalê û Berxwedana Serdemê, tacîdar bûye. Dîrok jî piştrast dike ku; ti hêz nikare vîna gelê birêxistinkirî têk bibe. Berevajî, her serketin ya gelan e. Destana ku îro li Bakur û Rojhilatî Sûriyê tê nivîsandin, pela dawî ji çîroka faşîzmê dinexişîne.






