Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hewldanên tirkistankirina Kurdistanê

14/11/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Zimanê me welatê me ye
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed ŞAHÎN

Ji 1071’an û vir de ye hewldanên tirkistankirina Kurdistanê bênavber berdewam dikin.

Wek tê zanîn welatê tirkan Asya Navîn e. Piştî ji Asya navîn derketin her tim li ser pişta hespan ji bo talan û wêranê welat bi welat digeriyan heya ku di sala 1071’an de bi saya kurdan deriyên Anatolyayê ji tirkan re vebûn û hatin di wir de bi cih bûn.

Tirkên ku hatibûn Anatolyayê di dawiya sedsala 13`emîn de bi pêşengiya malabata Osmanî tifaqa xwe pêk anîn û bûn serwerên Anatolyayê.

Dewleta Osmaniyan di destpêkê de dewleteke etnîkî û nijaperest nebû. Gelek etnîk û netewên cuda bi şertê ku baca xwe bidin karibûn bi reng û dengên xwe bijîn.

Pêşketina zanyarî û pîşesaziya Ewropayê û bi taybet pêkhatina şoreşa Fransayê 1789’an darbeyeke mezin li pergala Osmaniyan xist.

Piştî şoreşa Fransayê hişmendiya avakirina dewletên etnîkî pêş ket. Li parzemîna Ewropayê bi dehan netew dewletên nijadperest ên etnîkî ava bûn.

Pêşketina hişmendiya netew dewlet bandorek mezin li civak û netewên ku di bin serweriya Osmaniyan de dijiyan kir. Gelek netewên ku heta wê demê di bin serweriya Osmaniyan de dijiyan, ji bo avakirina netew-dewleta xwe serî hildan û yek bi yek ji dewleta Osmaniyan veqetiyan û serxwebûna xwe îlan kirin.

Dewleta Osmanî ji erdnîgariya ku dibin serweriya wê de bû her roj beşek jê winde dikir. Ji ber ku Anatolya jî ne welatê wan bû bi wan re tirs û xofa windekirina Anatolyayê dest pê kir. Windakirina Anatolyayê dihat wateya bê welat mayîna wan.

Lewre Dewleta Osmanî ji bo pêşî li serhildanên azadiyê yên civakên di bin destê wê de mayî bigire û pêşî li belavbûn û tunebûna xwe bigire ket nava hewldana guhertina pergala xwe. Xweseriya hemû civakan tune kir û otorîteya xwe ya navendî li ser hemû civakan ferz kir. Lê wê hewldana wan jî nekarî pêşî li têkçûn û belavbûna dewleta wan bigire.

Di serdema Osmaniyan a dawîn de hişmendiya nijadperestiya tirk gihîşt asta herî jor û di bin navê Cemiyeta Îtîhat Terakî de xwe bi rêxistin kir. Yekane armanca vê cemiyetê tirkistankirina Anatolya û Kurdistanê bû. Ji bo pêkhatina vê armancê jî hewce bû civakên ne tirk ên li Anatolya û Kurdistanê hemû bihatana tunekirin û tesfiyekirin.

Ji wê rojê û vir ve, komkujî û qirkirin ji vê erdnîgariyê xalî nebûn. Di encam de dergûşên civak û çandan erdnîgariya Anatolya û Mezopotamyayê kirin goristana çand û civakan. Jenosîda ku di sala 1915’an de li dijî civaka ermen pêk hat yek ji berhemên wê hişmendiyê ye.

Kêm be jî li Anatolyayê bi ser ketin. Piraniya civakên Anatolyayê yên ne tirk an bi qirkirinan, an jî bi mişextkirinan tesfiye kirin. Yên mayî jî bi tepisîn û çewisandinan hatin tunekirin. Yekane civaka ku li dijî qirkirin û tunekirinên wan li ber xwe da û hebûna xwe parast civaka kurd bû.

Piştî şerê yekemîn ê cîhanê komara tirk a nû ya ku li ser keleporên Osmaniyan ava bû hişmendiya Îtîhat Terakî ya nijadperest û faşîst esas girt. Li ser nirx û pîvanên yek netew, yek ziman, yek çandî yên netew dewletiyê ava bû. Ew jî dihat wê wateyê ku pêvajoya qirkirin û tunekirina civakan a ku di serdema Osmaniyan de dest pê kiribû dê bê navber û bi awayekî herî dijwar berdewam bike.

Di dawiya serdema Osmaniyan de yên ku li dijî hişmendiya Îtîhat Terakî ya qirker herî zêde li ber xwe dabûn kurd bûn. Bê guman di serdema komara nû de jî yên ku li dijî siyaseta wan a qirker herî zêde li ber xwe bidin û serkeftina siyaseta wan a tirkkirina hemû civakan asteng bikin dê kurd bûna.

Li gorî xwe Anatolya kiribûn tirkistan, lê tenê Anatolyayê têrî wan nedikir. Niha dora tirkistankirina Kurdistanê bû. Lewre piştî avakirina komara nû yekane armanca wan tirkistankirina Kurdistanê ye. Hemû siyaseta wan, hemû plansaziyên wan, hemû raporên wan li ser tunekirina civaka kurd û tirkistankirina Kurdistanê ne.

Piştî avabûna komarê ji bo tirkistankirina Kurdistanê bi dehan rapor û plansaziyên taybet tên amadekirin. Di encama wan rapor û plansaziyan de pêvajoya ji nû ve fetihkirin, qirkirin, tunekirin, çewisandin û teslîmgirtina civaka kurd dest pê dike. Ew pêvajoya dijwar di sala 1938’an de bidestxistina kelaha dawîn Dêrsimê bi dawî dibe û pêvajoya jenosîda spî ya tunekirin û tunehesibandina civaka kurd dest pê dike. Edî kurdek nikare bibêje ez kurd im.

ji bo bigihêjin armanca xwe ya kirêt bi plansaziyên taybet erdnîgariya Bakurê Kurdistanê ji hêla kembera nijadperestiya tirk ve dorpêç dikin. Ji bajarê Qersê heta Efrînê bajarên Kurdistanê yên wekî Erzerom, Erzîngan, Sêwas, Meletî, Gugum, Semsûr û Dîlok dibin hedefên wê plansaziya wan a nebixêr. Di encama wê plansaziya nebixêr de îro ev bajarên Kurdistanê yên qedîm bûne navendên nijadperestiya tirk.

Her çiqasî ev bajarên Kurdistanê bibin navendên nijadperestiya wan jî girêdana kurdan a bi axa xwe, zimanê xwe û çanda xwe ya qedîm nahêle ew biser kevin. Da ku ji salên 1980’î û şûn ve berxwedana Tevgera Azadiyê digihêje hawara civaka kurd û pêvajoyê berevajî dike.

Hişmendiya Îtîhat Terakî ya ku ji bo tirkistankirinê sed salin Bakurê Kurdistanê kiriye gola xwînê niha jî ji bo heman armancê di nava hewldanên dakirina Rojavayê Kurdistanê de ye. Dixwaze kembera xwe ya nijadperest li Efrînê, Serê Kaniyê û li Girê Spî jî ava bike. Dûre dê dor were bajarên Mûsil û Kerkûkê. Bi wî awayî dixwaze erdnîgariya Kurdistanê bi hişmendiya xwe ya nijadperest dorpêç bike û plansaziya xwe ya tirkistankirina Kurdistanê bibe serî.

Lê ji bîr dike ku kurd êdî ne kurdên berê ne. Bîrdozî û hişmendiya kurdê azad têrê dike ku hemû plansazî, dek û dolabên wan ên kirêt pûç bike.

Kurdên ku bi sedan salin erdnîgariya xwe, çanda xwe, hebûna xwe parastine berdêl çi dibe bila ew be dê ji vir û şûn de jî biparêzin. Ti carî nehatiye dîtin ku şêran warên xwe hiştibin ji gur û çeqelan re.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.