Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pêşeroja Sûriyê Di Bijarteka Demokratîk De Ye

13/11/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Ji Îmraliyê pêşniyarên aştiyê ji bo Sûriyê
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî BEDRAN

Leystokên li ser sûriyê û mudaxele bi dawî nabin. Beşeke girîng ji sûriyeyê di bin dagirkeriya Tirkiyê de ye. Tirkiye, Îran û Rûsya her têne gel hev û qala yekpariya xaka Sûriyê, yekîtiya wê ya siyasî dikin. Rûsya ku xwe xwediyê rejîma Sûriyê dibîne ji bo berjewendiyên xwe rê li pêşiya dagirkirina Tirkiyê vedike û dixwaze ku di Sûriyê de rejimê serwer bike. Tirkiye jî li Idlibê parastina bi deh hezaran hêzên El Nusra dike. Bi deh hazaran çeteyên ku li hemberî artêşa Şamê kom bûne bi navê Artêşa Netewî birêxistin dike. Yanî li hemberî Şamê hikûmeteke demkî, li hemberî artêşa wê jî artêşekê ava dike. Îran û Rûsya jî lê temaşe dikin!

Esas derdê Tirkiyê kurdan bi temamî ji ortê rakirin, ji derveyî tevayî pêvajoyan hiştin û bi dawîkirina tevayî serkeftinên wana ye. Piştî wê jî bloka sunnî bi riya yê wekî Ixwan Elmuslmîn û El Nusra ava bike û di ser wana re Sûriyeyê têxe bin serweriya xwe. Walatên Ewropayê, bi rêbazên leşkerî nebe jî dixwazin ji rêveberiya Esed xelas bin. Lê Rûsya û Îran jî dixwazin Esed destek bikin û serwer bihêlin. Pir eşkere ye ku ev hêzana di Sûriyê de baweriyan, çandan û yekîtiya gelan, azadî û demokrasiyê esas nagrin. Rûsya, bi feraseta ku navbera Tirkiye û welatên Ewropa de çiqas xera bike ewqes baş e, ji rêveberiya Erdogan re çiqas fayde bigire ewqes ewê bi kêrî wê bê, tevdigere. Tirkiye jî di Sûriyê de li şûna daxwazkirina dawîbûna şer, çareserkirina pirsgirêkan bi riya guftûgoyan, bi destpêkirina şer û dagirkirineke nû re hewil dide ku alozî û nezelaliyê kûrtir bike.

Rêveberiya Erdogan tevlî DAIŞ û El Nusra bi hevbeşiya tevayî hêzên tarî re êrîşê kurdan kir. Hewil da ku pevçûnên kurd û areb pêşxe, yekîtiya gelan di esasên demokratîk de asteng bike û  fitneyê têxe navbera wan. Em bal bidinê, di dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî de leşkerên Tirk zêde naxînin nava pevçûnan. Erebên anîne gel hev ku ji wan re dibêjin Artêşa Netewî, weke kerê ku di bexçeyên mayînkirî de tê ajotin, didine pêş. Çiqase Ereb bimre ji bo Tirkiyê wendahî nayê hesibandin. Ewqes leşkerên Tirk bimraya civaka Tirk ev şer nikarîbû rakiraya. Lê bi sedan cenaze têne şandin, li ku derê têne vaşartin jî ne diyare. Xizanên Ereb ku bi destên serçeteyan hatine komkirin, jiyana van mirovan ji bo wan tiştekî îfade nake.

Ger ku welatparêziya Ereb û zanebûna demokrasiyê pêşbiketa, ev ciwanana li gel dagirkeriyên Tirk êrîşî gel û axên xwe nedikirin. Gelê Sûriyê bi tu awayî cihê xwe li gel artêşa Tirk ya faşîst û nijadperest nîne. Berovajî pêwîst dikir ku li hemberî wê bana. Di bi navê îltîcabûnê de bi milyonan Sûrî li Tirkiyê têne biçûk xistin, bi erzanî têne xebitandin, tevlî fuhuşê, di her karên qirêj de têne bikaranîn. Him koçberên Sûriyê him jî saziyên navnetewî çarenûsa bi milyonan mirovan di destê dagirkerê faşîst, Erdoganê ku xeyalên Osmanî dibîne de, nayê hiştin.

Di Bakur û Rojhilatî Sûriyê de, li cihê van leystok, hesab û berjewendiyên dagirkeriyê,  elternatîfa rêveberiyeke demokratîk ku yekîtiyeke gelan ya rast ava kiriye heye. Di herêmên ku rêveberiya xweser hatiye avakirin de, meclisên ku hatine sazkirin, di yekîneyên xweparastinê de, Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Tirkmen jî, tevayî civakên ji van pêkhateyan jiyaneke hevpar dijîn, û ji bo înşakirina jiyaneke nû dixebite. Her kes bi bawerî, fikir û çandên xwe ve hebûna xwe dijî. Kes li ser kesî serdestiyê nake, kes kesî tehdîd nake û ser hevdû xwe ferz nake. Ji Minbic heya Dêrazorê, ji Kobanê heya Dêrikê ji bo jiyaneke azad û bi hevre dixebitin. Ger em bala xwe bidinê tevlî Neteweyên Yekbûyî, ev avaniya demokratîk ku yek ji sêribê Sûriyê ye, ji derveyî tevayî pêvajoyên siyasî têne hiştin. Pir eşkereye ku serdijminê vê yekîtî û avaniya demokratîk Tirkiyê ye. Komploya ku Tirkiyê dixwaze li ser kurdan û gelên vê herêmê çêbike, tê xuyakirin ku ji aliyê NY, Rûsya û Emerîka ve jî hatiye qebûlkirin. Li Bakur û Rojhilatî Sûriyê ruxmî tevayî leystok û mudaxeleyan jî, bijarteka demokratîk û yekîtiya ku di navbera gelan de hatiye avakirin, pêşeroja Sûriyê temsîl dike.

Rêveberiya Sûriyê jî bi qasî ku ji destê wê tê hewil dide ku kurd û ereban ji hev dûr bigire û nijadperestiyê pêş bixîne. Tirkiyê jî, ji bo ku gelên Sûriyê bi hev bide şikênandin hewildayîneke awerte nîşan dide. Hêzên din jî ji vana ne cûda ne. Lê heya niha encamên ku xwestine bi dest bixînin negirtine. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hev re tevgeriyan. Ax û rêveberiyên xwe bi hev re ava kirin. Pêşeroja Sûriyê di parastina vê yekîtiyê de derbas dibe. Di vê wateyê de pêwîste gelên Sûriyê li hemberî leystokên tarî hişyar bin û bi bijarteka demokratîk ve girêdayî bimînin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.