Medeni FERHO

Tenêtiya Sedsalî, navê romana nivîskarê Kolombiyayî Gabriel García Márquez e.
Destanek e û bi cografya, gel û mirov ve girêdayî ye, utopya jî be, mirov di vê romanê de masumiyeta gelê Kurd, lehengiya destanî ya Kurdistaniyan dibîne.
Lehengiya li cografya Kurdistanê jî, hem di wêjeya devkî de, hem di wêjeya nivîskî de cih girtiyê. Îro jî destanên nivîskî derdikevin holê û hê jî wê derkevin.
Lehengên destanan tije enerjî ne, lewma navê lehengên serdema me “zarokên rojê” ne.
Nivîskarê Kolmbiyayî Gabriel Garcia Marquez, lehengên romana `Tenêtiya Sedsalê` bi enerjiyeke mezin û bi rastiya efsaneyî xemilandine. Marquez wek romannivîsekî gerdûnî bi nav dikin, lê ji gerdûnê zêdetir, Kurdistanî ye, rojhilatî ye û pênûsa xwe ji bo hemû gelên ber xezeba “agirî suzan”, agirî desthilatdarên wek mogol û sergerde û sewteliyên dewşirme hatine bikar aniye.
Tenêtiya Sedsalê dara jiyana Kurdistaniyan e!. Ji sala 1921`an û pê de, li Kurdistanê gel hatin qirkirin, Şûrê xezebê yê Îttîhat û Terakî bû, piştî Komara Tirk hate avakirin, nav guhert û şûrê xezebê di qirkirina gelan de ha ha kar kir.
Mijara romana “Tenîtiya Sedsalî”, destîniya Kurdistanê ya trajîk û îronî ye, lehengên romanê jî bi qasî lehengên Kurdistanê bi enerjiyê dagirtî ne.
Destîniya Kurdistanê bi destan hatiye nivîsandin, 2 destên ku bi mêjiyekî xerabe îmze avêtine bin peymana Sykos-Pîcot û trajediya îronî ya sed salê derxistin holê. Ji ber vê jî, navê romana Marquez li bejna Kurdistanê tê. Piştî vê peymanê dijminên ku li ser xaka Kurdistanê rûniştin, xwestin welatekî xeyalî derxin holê; hebû nebû, gelo hebû, gelo nebû.
Wek darb-i mesalan, hebû nebû, digotin welatek hebû, navê wî welatî Kurdistan bû. Na na, dixwestin navê wî welatî jî bidin jibîrkirin, qedexekirin, dixwestin wî welatî bixin welatê çîrokê, welatê hebû nebû!. Wek çîroka keçika pêlava wê pola. Keçika li pey evîndarê xwe diçe, pêlavek polayî dike lingên xwe û di lêgera xwe ya zêde de, pêlava wê parçe dibe û ji nû de diçe welatê dildarê xwe. Qirkirina Ermeniyan a Suryanî-Keldaniyan SEYFO jî di vê temtêlê de ye!. (Ahmed Umît nivîsî ye)
Pêlavên lehengên Kurdistanê pêşî çarox bûn, îro mekab in!.
Di Tertela Dêrsimê de, di komkujiya Newala Kûr, li pişta Axreşka derketina Mêrdînê de, hingê qurban pêxwas bûbû, destûr nedan pelav û çaroxên xwe bikin lingên xwe. Balkêş e, dewsa çaroxan, dewsa lingên xwes nîne, xuya nakin. Bi taybetî dewsa çaroxê xuya nake, binê wê rast e!. Niqrik û xet di binê çermê çaroxê de nînin, wek nifşê winda têne binavkirin; mekap ne wilo ye, li binê mekap’an niqrik û xet hene, yanî şopa lehengên serdema me xuya dikin. Lehengên serdema me xwedî pênûs û lênûs in dîrokê dinivîsin. Hêza lehengên bi mekabê hewasî bi hêz e ku, şopa dewsa lehengên serdemên winda jî derdixe holê.
Dîrok pêr û doh e. Eger xwediyê gel hebin, xwediyê cografya hebin û werin parastin, dîrok heye. Cografya, qemûşka gelan e, dar jî ji qemûşkê kat didin, gel jî bi cografya xwe gel e, xwedî dîrok e, xwedî kultur e.
Cografya mekan e û bi kilîmatên xwe dibe hişê mirovan, dibe dem. Mekan hiş û dem; ev bingeha dîrokê ne. Mirov li cografya xwe bi çav û gav û ziman e!. Marquez jî, di romana “Tenêtiya Sedsalê” de, mekan, ziman û dem zemt kiriye. Zimanê xwe kiriye xizmeta mêjiyê xwe, li mekan û dema xwe xwedî derketiye. Ev mînak e, ji bo nivîskarên Kurd jî mînak e, nivîskarên Kurd, bi vî rengî hereket nekin, nikarin bibin çavdêrên serdema xwe, nikarin bibin berdevkê gelê xwe.
Divê nivîskar bi qasî lehengên serdemê degel bin, bi zirav û wêrek bin.
Ev wêrekî wê bibe bingeha serketina vegotina wan!.
Pirseke din, gelo Marquez’ê Kurd, dikare hebe? Dikare!, lê nikare romana “Tenêtiya Sedsalê” binivîse. Nikare, ji ber ku roman yek carê têne nivîsandin, du caran eynî roman nayê nivîsandin. Zimanê nivîskar jî, di her romanê de weke hev nabe!. Mêjî û hest jî, dem û bûyer jî derfetên xwe bi xwe di afirînin û cîhanek nû ava dikin.
Marquez jî yek carê “Tenêtiya Sedsalî” nivîsî ye û xelata Nobelê standiye, du caran nikarîbû binîvîse, nayê îddiakirin jî, li dijî diyalektîka jiyanê ye. Mêjî ne makîne ye ku kopî bike, bi qasî tevgera ava kîmyewî ya nava xwe dikare vebêje; dubare û weke hev bifikire jî, ziman bi heman reng û temtêlê nabêje. Nivîskarên Kurd jî, nikarin li derî diyalektîka jiyanê hereket bikin; belkî kanuna ezmanî û dîktakirin-empozeya olî, yan jî ya dagirkeran, belkî kanuna xwezahî destûrê nade. Tenê riyek dimîne, di rastiya efsûnî de û di çarçoveya hûnandina xwezayî de nivîsandin. Lehengên Kurd jî, di nivîsandina destanên dawiya sedsala bîstan û destpêka sedsala bîstûyekê de, bi qasî serdema Paromethaus û Iananna xwezayî ne!.
Ev jî xwedî derketina li hêvî û daxwazên xwe bi xwe ye, xwedî derketina li hêvî û xeyalên gel bi xwe ye!. Marquez jî ji rastya gelê xwe, ji hêvî û daxwaza xwe derketiye rê! Dara jiyanê neqiş kiriye!.
Her mirov xwedî darekê ye, dara mirovan jî firazeya mirovan e. Dara malbatan jî heye û ew dar jî li ser firaja malbatê bilind dibe.
Her gel jî, xwedî dareke jiyanê ye. Lê dara gelan abad e û bi enerjiyek berdewamî ya nifşan tê xwedîkirin..
Mixabinî û bêşansî û bêqudoşiya gelê Kurd, “destikê tavir ji darê” û li dara jiyanê ya Kurd dikeve. Her kurdê xayîn, her malbata xayîn, tavirê li dara jiyanê dide, pêşî li çiqliyê bin xwe dide û dibire. Di encamê de ji 99 xayînên Kurd bi destê dijminê Kurd hatine kuştin.






