Şêniyên Qamişlo bi kelecana Berxwedana Rûmetê û diruşmeyên Şehîd Namirin, duh 8 cangoriyên Berxwedana Rûmetê oxir kirin.
Sazî, dezgehên Rêveberiya Xweser, tevger, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tevî Şêniyên bajarê Qamişlo bi merasîmeke bi heybet duh 8 cangoriyên Berxwedana Rûmetê li goristana Ş. Delîl Saroxan oxir kirin.
Li ser navê Desteya Rêvebir a Tevegera Civaka Demokratîk TEV-DEM`ê Aldar Xelîl axivî û ev tişt anî ziman: Bi say pakrewanên azadiyê, êdî her kes hêz û îradeya gelê me nas dike. Sembola serketina me şehîdên me ne.
Aldar Xelîl got: Dijmin ji hêza me ditirse. Ger natirsiyaba, êrişî me nedikir.
Navên şehîdên jî wiha ye: Ş. Elî Şêr, Ş. Xelîl Qamişlo, Ş. Şepal Hezokê, Ş. Ezda, Ş. Bahoz, Ş. Delîl Qamişlo, Ş. Enes El Ilêwî, Ş. Awaz Rustem… Ronahî/ Qamişlo






