Qasim ENGÎN
Dema em têgeha qebîle bi kar tînin, pirî caran bi çavek biçûk lê dimeyzînin. Gotinên wek, ”ma tu hîna di çanda qebîleyan de dijî” vê rastiyê tîne ziman.
Erê, qebîle yek ji formên herî kevin yên civakê ne. ”Yekîtiya ku ji bo berhemdarî û parastinê pêwîstî pê heye. Civaka dendik û komînal e. Şêweyê jiyanê yê qebîleyê yek ji wan şêweyên jiyana civakî ya ku tê de civaka exlaqî û polîtîk bi hêz e. Qebîle her tim weke dijminên herî li pêş ên şaristaniyên klasîk bûn, ev jî bi xisletên civaka exlaqî û polîtîk ve têkildar e.” Qebîle ev e.
Lê rastiyek heye ku hêzên şaristanî ango dewletger her tim xwestine ku qebîleyan ji hev bixin û hilweşînin. Her tim bi gotinên biçûk, xwestine qebîleyan teng û bê wate bikin. Çima ev kirine?, ji ber ku qebîle wek rêgez ji teslîmbûyîne re girtî ye, ango teslîm nabin. Exlaqa wan ew e.
Ger exlaq wateya xwe, kirina tiştê herî baş û pêkanîna karê baş be, wê demê qebîle formek li pêş e. Bêguman dibe ku were pirsîn, dema em dibêjin karê herî baş, pîvanên başbûnê wê çi bin?. Pîvanên başbûnê ew karê ku mirov dike dikeve bin xizmeta civakê, pêşketina civakê û parastina civakê ne.
Lewma jî pîvanên exlaqî çi ne? Sekna li dijî kedxwariyê ye! Ango kedxwarî redkirin û li dijî wê sekinîn e. Têkoşîna ji bo azadiyê ye. Berpirsiyartiya li beramberî nirxên madî û yên manewî ye. Jixwe têkiliya danûstandinê ye.
Ger mijar Rojava û Bakurê Rojhilatê Sûriye be, yek ji erkên şoreşgerî ew e ku welat û axa xwe biparêze û neterikîne, bernede, bi israr li ser axa xwe bimîne.
Polîtîka jî bêguman dahurandina nakokî û pêşveçûyînên di nava civakê de, li ser esasa ku bi armancekê meşandina xebatên ji bo parastina berjewendiyên civakê ye. Çawa ku exlaq karên baş ji bo civakê esas digire, polîtîka jî karên wiha baş dibîne û pêk tîne. Ev jî; propaganda, rêxistinkirin û hêzbûyîn e.
Gelo ji bo qebîleyekê karê herî baş di wê wateyê de çiye? Kîjan kar herî baş e û herî pîroz e? Kîjan kar dema ku nebe qebîle nikare li ser piyan bimîne?.
Gelek pirsên wiha dikarin bêne rêzkirin û bêne pirsîn jî. Bêguman dikarin gelek bersiv jî bên dayîn. Lê bêyî ku em virda û wirda bidin, karê herî baş ya qebîleyê axa xwe parastin e, mîlîmek jê dûrneketin e, bi israr -bedelê wê tunebûyîn jî bibe -mayîne. Ji bo axa xwe -ger pêwîst be -canê xwe dayîn e û heta dawî ji bo vê tekoşîn e.
Em hîç dûr neçin; çi di dîroka me de çi jî di dîroka gelan de civakên ku forma qebîletî jiyan e tucaran axa xwe bernedane. Ji ber ku dizanin kengî ew axa xwe biterikînin wê êdî nikaribin carek din vegerin cihên xwe. Dizanin ku wê derbeder bibin, koç bibin, ji welat dûrbikevin. Bi gotinên din, wê perîşan bibin û heta gelek caran jî di qirkirinan re derbas bibin.
Ji ber vê hîsiyatê civakên bi forma qebîle jiyane heta dawî ber xwe dan e. Heta gelek caran mirin û tasfiyebûyîn jî dane berçavan, lê welat neterikandine.
Ma di sedsala 21’an de çi tiştên me ji qebîleyên ku beriya hezaran salan jiyan e kêm in ku em axa xwe, welatê xwe pir zû û gelek caran jî bi erzanî diterîkînin?.






