Farûk SAKIK
Di salên 90’ê de li cîhanê navek belavdibû.. ew jî navê Saddam bû..
Dema ku 2’ê Tebaxa 1990’an de Iraq, Kuweyt dagirkir, bi biryara NY’yî û bi pêşengiya Amerîka di şerê 6 hefteyî de, Kuweyt hat rizgar kirin û êdî herkesî Sadam nasdikir.
Êdî li cîhanê, di dewsa dîktator, zilimkar, kujer de peyva ‘Saddam’ dihat bikaranîn.
Di 11’ê îlona 2001 de li Emadîka cotkûle hatin rûxandin êdî ji bo Amerîka pêvajoyeke nû destpêdikir. Li pey dijminên xwe yê derve ketibû. Ji van dijminên wî yek jî Saddam bû.
Di sala 2003’an de eskerên Amerîka li Iraqê bûn. Rejîma Saddam Husên hatibû ruxandin, Saddam bazdabû. Li her deverê li Saddam digeriyan. Ji bo girtina wî, 25 milyon Dolar xelat jî hatibû danîn. Lê dîsa jî nedihat dîtin. Operasyonên Amerîka yên lêgerînê bê navber dewam dikir.
Ev saddam dema ku di 13’ê Kanuna 2003’an de di operasyona bi navê Berbanga sor de hat girtin.
Li pey xwe bi navê Enfal 182 hezar kurd kuştibû.
Bi deh hezaran li Başûrê Iraqê li hemberî Şîîyan komkujî pêkanîbû.
Çekên kîmyewî bikaranî bû.
Bi kurtasî gelek sûcên li dijî mirovahiyê pêkanîbû.
Dema ku di 19’ê Cotmeha 2005’an de darizandina wî destpêkir û ev darizandin hetanî 27’ê Tîrmeha 2006 dewam kir de gelek nîqaş hebûn.
Li dadgehê dozger Raûf Reşîd Evdirehman kurd bû û gelek caran di navbera wî û Saddam de nîqaş çêdibûn.
EWROJ..
Îdama wî dihat nîqaşkirin. Aliyek digot heger were îdam kirin wê wek qehremanekî were dîtin. Aliyek jî digot divê yekser were îdamkirin ku malbatên qûrbaniyên wî li benda vê yekê ne.
Di demek waha de, di nava van nîqaşan de di 5’ê Mijdara 2006’an de dadgehê biryara îdamê da.
Di biryara îdamê de komkujiya El-Ducêl sedem hatibû nîşandan.
Di sala 1982’an de li dijî Saddam li vî gundî hewldana suîkastê pêkhatibû. Di heman salê de li vî gundî ku li bakûrê Baxdatê dikeve, 148 şîî hatibûn kuştin.
Di biryarê de komkujiya Helepçe û Enfal cîh negirtibû. Li dijî vê yekê jî kurd nerazîbûna xwe nîşandidan.
Parêzerên Saddam Huseîn îtrazî biyarê kirin û doz birin dadgeha bilind. Li vê dadgehê jî ev biryara Îdamê di 27’ê Kanûnê de erê kir.
Piştî van merheleyan pêwoist bû ku serokomar biryara Îdamê îmze bikira. Serokomar kesekî kurd, Celal Talabanî bû.
Celal Talabanî wek hiqûqnasek li dijî hikmê îdamê bû. Nedixwest ku vî hikmî îmze bike. Dema ku biryar derbasî serokomartiyê bû, Celal Talabanî jî derbasî Fransa bû. Di dewsa wî de cîgirê wî îmze kir.
Piştî vê îmzeyê diviyabû di nava 30 rojan de biryara Îdamê pêkbihata. Lê ewqas roj nesekinîn 3 roj şûnde di 30’ê Kanûna 2006’an de li girtîgeha Baxdatê de înfaz pêkhat. Saddam hat îdamkirin.
ÎROJ…
Sal û dem derbasbûn. Sal 2019.
Saddamekî din li serê mirovahiyê û bi taybet li serê kurdan bû bela…
Cîhana ku li hemberî kiryarên Saddam ê li dijî mirovahiyê bêdeng bû, îroj li dijî kiryarên Erdogan jî bêdeng in.
Amerîka ji bo berjewendiyê xwe li benda buyêrek 11’ê îlona 2001’a nin da ku berê xwe bide Tirkiyê.
Lê mirovahî li bendêye ku Erdoganê kîngê li dadgehek sûcên şer were darizandine.






