Sîpan ŞÎNDA
Mêtîngerî, di dîrokê de mêjûyeke girîng e. Dema mirov li dîroka mêtîngeran û mêtîngeriyê dinêre, mirov dibîne ku hemî tijî xwîn e, qirêjî ye, hovîtî ye, gemarî ye. Pergaleka li ser xwînrijandina gelan hatiye avakirin û xwînmijtina gelan hatiye domandin. Ev yeka henê hîmê bingehîn yê pergala mêtîngeriyê ye. Ewê, her tim serdev xwe weke dost daye xwiyakirin û di rastiyê de ji xwîna feqîr û jaran, belengazan, azadîxwazan rijandiye. Pergala Osmaniyan ji bi vî hawî xwe şeş sed salan da jiyandan. Xelefê wê komara nû ji heman rêbaz bikaranîne û ev sed salin vê dike. Ev hovîtiya wan herî baş xwe li himberî serhildanên Kurdan dide diyarkirin. Piştî qetlîama Geliyê Zîlan, wan jixwe re digotin êdî Kurd nema li himberî me serîhildidin. Lê Kurdan li pêjberî vê hovitiya wan xwe bêdeng nekirin. Hema bêje her heyîv Kurd ji bo azadiya xwe serhildanekê dikin. Piştî wehşeta li Zîlanê hatî pêkanîn, di 16’yî Tîrmeha 1930’an de li Colemêrgê Serhildan çêdibe. Herweha li Agirî şer nasekine û berxwedaneke bêhempa tê dayîn. Di vê navberê de Şêx Mehmûd Berzencî ji di Îlona 1930’an de li Başûrê Kurdistanê li himberî Êraqê serîhildide. Dîsa di Sermaweza 1931’an de Şêx Ehmed Barzanî li başûrê Kurdistanê serîhildide. Evên henê ji xofeke mezin têxe di nava dilê komara tirk de. Dîsa di sala 1934’an de li Norşîna Bilîsê Eşîra Bûban serhildanekê dike. Di Rêbendana 1937’an de serhildana Sasonê ya duyem çêdibe. Ev serhildan mezin dibe û hetanî Amedê ji belav dibe lê mixabin ew ji tê tefisandin. Pergala nû ne tenê qetlîaman dike, herweha dest bi pişavtineke sîstematîk ji dike. Berpirsyarên dewletê ji aliyekê ve rapor li ser raporan amade dikin û nêrînên xwe yên hovane ji hikûmeta xwe re rêdikin, ji aliyê din ve jî, hikûmet, jibûna niştimanperweriya Kurd tine bike, him rêbazên hovane pêk tîne him ji bi qanûnan derbarê Kurdan û erdnîgariya Kurdistanê de biryaran dertêxe. Girêdayî vê di 4’î Rêbendana 1936’de navê Dêrsimê bi qanûnekê diguherin û dikin “Tûncelî”. Di qanûna 1936’an de hatiye derxistin de, destûrê didin Mifetişê Giştî yê herêma Dêrsimê ku kes û malbatên ew bixwaze dikare wan rêke sergumê. Sergumkirina Kurdan jixwe ji demê Osmaniyan ve hertim hebûye. Mînaka herî mezin ji malbata Bedirxaniyan e. Piştî avakirina komara nû ji ev yek her û her dikirin. Lê piştî vê qanûnê li herêma Dêrsimê, êdî ev yek dibe bûyereke ji rêzê ya jiyana rojane. Kurdên herêma Dêrsimê êdî ji kiryarên leşkerên tirk re dibêjin bese û di sala 1937’an de dest bi serdegirtina qereqolan û kuştina leşkerên tirk dikin. Eşîrên Dêrsimê di bin serokatiya Seyîd Riza de dest bi serhildanê dikin. Komara tirk tevî balafirên şer bi 50000 leşker êrîşî serhildêran dike. Lê nikarin bikevin herêmên di destê şervanên Kurd de. Piştî dewleta tirk bi êrîşên leşkerî sernakeve, Seyîd Riza vedihewîne hevdîtinên aşitiyê. Ew ji di 10-12 Îlona 1937’an de, ji bû hevdîtinên aştiyê diçe Erzinganê; lê ew li wêdê tê girtin û di 15-18 Sermaweza 1937’an de tevî 6 hevalên wî têne daliqandin.






