Mihemed ŞAHÎN
3’ê yê mijdarê roja yekşemê salvegera desthilatdariya AKP’ê bû. 17 salên desthilatdariya AKP’ê yên bi jan û kul qediyan ket sala 18 emîn.
AKP’yiyan her sal salvegera desthilatdariya xwe bi merasîmên gelek bi şox û şengên mezin û debdebe pêşwazî dikirin. Lê îsal di nava bêdengiyê de pêşwazî kirin.
Bê guman sedema bê dengiya wan rûreşiya wane. Ew jî dizanin ku di desthilatdariya xwe ya 17 salan de tu berhemeke erênî li du xwe nehiştine, tu tiştê ku ji gel re bibêjin û gel pê bixapînin jî nemaye û aqûbeteke gelek xerab li benda wane.
17 sal berê AKP bi îdia ya xurtkirina pergala demokrasiyê hat ser kar, piştî 17 salan li Tirkiyeyê pergala dîkta ya faşîst a qirker û talanker li ser kare.
17 sal berê AKP’ê digot, emê li dijî bêedaletiyê têbikoşin û bi îdiaya serwerkirina heq, hiqûq û edaletê hat ser kar. Piştî 17 salan kes nikare qala hebûna heq, hiqûq û mafê mirovan li Tirkiyeyê bike. Tirkiye bi awayeke bê makeqanûn tê birêvebirin. Bêedaletî û niheqiyên herî mezin tên jiyîn. Bi milyonan kes mexdûrên AKP’ê hene.
17 sal berê AKP’ê digot, wekheviya erkan esase. Piştî 17 salan erkên meclîsê, erkên dadmendiyê, erkên rêveberiyê hemû di destê yek kesî de kom bûne. Qedera 81 milyonî bi qedera desthilatdariya yek kesî ve hatiye girêdan.
17 sal berê AKP digot, emê aboriya civakê xurt bikin û parvekirina civakî esas bigrin. Piştî 17 salan civak di nava xizaniyeke mezin de dijî, lê rayedarên AKP’ê û yên derûdorên wan di nava zewq û sefayê de dijîn. Rêjeya bêkariyê gihiştiye asta herî jor ji sedî 13’yan ku hetanî niha qet nehatiye dîtin, 17 sal berê Dolar 1,6 TL bû, niha Dolar 6 TL ye. Hemû dewlemendiyên Tirkiyeyê di bin navê “Varlik Fonû” de ji hêla AKP’ê ve hatine desteserkirin û li gorî kêfa xwe li hevûdu parî dikin.
17 sal berê AKP digot emê bibin endamê Yekitiya Ewropayê, li ser pîvanên demokrasiyê dostaniya xwe ya bi dewletên cîhanê re xurt bikin. Piştî 17 salan deriyên Yekitiya Ewropayê lê hatine girtin, di cîhanê de hatiye tecrîdkirin û bi tena serê xwe maye.
17 sal berê AKP’ê digot, bi dewletên cîran re sifir pirsgirêk, piştî 17 salan êrîş dibe ser dewletên ciranên xwe, erdnîgariya wan dagir dike, mudaxaleya rêveberiya wan dike. Bi kurtahî sifir pirsgirêk bû sifir cîran.
17 sal berê AKP’ê digot, ji bo me azadiya çapemeniyê gelek girînge. Piştî 17 salan çapemeniya muxalîf hemû hatiye destserkirin û tasfiyekirin. Ji çapemeniya muxalîf re mafê jiyanê tune ye. Bi hêjmara 162 rojnamegrên girtî Tirkiye di cîhanê de yekemîne. Ji sedî 95’ê çapemeniya heyî raste rast bi wan ve girêdayiye û dibin fermana wan de rojnamegerî dikin. Kes nikare yek nûçeyek li dijî AKP’ê çêke û wan rexne bike.
17 sal berê AKP digot hewceye vîna gel esas bê girtin û kesên hilbijartî yên ku vîna gel temsîl dikin hewceye rêvebriya gel bikin. Piştî 17 salan mafê bijartin û hilbijartina civaka kurd tune bûye, şaredarên ku vîna gel temsîl dikin yek bi yek ji peywirê tên girtin û di şûna wan de walî û qaymeqamên xwe erkdar dikin.
17 sal berê AKP’ê digot, li civaka kurd gelek neheqî hatine kirin, ji bo me aştî û aramiya civakî esase, pirsgirêka kurd pirsgirêka me ye, em naxwazin êdî ji çavên yek dayikekî lorîk bibarin. Piştî 17 salan di çarçoveya şerê topyekûn ê li dijî civaka kurd de ji bo tesfiyekirina civaka kurd û tunekirina destkeftiyên wanên çarparçeyên Kurdistanê tu pîvan, exlaq û hiqûq nas nakin. Bajêr û navçeyan dirûxînin, erdnîgarîyên dewletên cîran dagir dikin, komkujiyan pêk tînin, demografiyan diguherînin, dayikên dilsoj û aştîxwazan bi destê polîsan bi erdê ve kaş dikin. Ji bo berdewama desthilatdariya xwe bê tirs û bêfikar ji çavên hezaran dayikan lorîk dibarînin.
17 sal berê AKP’ê digot sê xal ji bo me gelek girîngîn. Emê li dijî wan her sê xalan bi dil û can têbikoşin. Ew her sêxal; 1- Qedexe, 2- nelirêtî, 3- xizanî bûn. Piştî 17 salan heke ji destê wan were dê nefes girtinê jî li civakê qedexe bikin, hed û hesabên nelirêtiyên wanên ku her roj bi dehan derdikevin holê tune ne û civak di nava xizaniyeke mezin de digevize. Yanî her sê xal bi awayeke herî dijwar di meriyetê de ne û di xizmeta desthilatdariya AKP’ê de ne.
Mirov dikare bi hezaran mînakên wisa rêz bike. Lê ne hewceye. Bi kurtahî tiştên ku 17 sal berê AKP’yî yan digotin û pratîka wan a 17 salan bi temamî dijberên hevûdu ne. Tiştên ku 17 sal berê digotin û wêneya ku piştî desthilatdariya wan a 17 salan derketiye holê li dijî hevûdune û berevajiyên hevûdu ne.
Dadmendî têk çûye, perwerde têk çûye, aborî têkçûye, pergala dewletê têk çûye, kêm demokrasî ya heyî tune bûye, hêvî û bendewariya civakê ya der barê pêşerojê de têk çûye.
Bi kurt û kurmancî çîroka AKP’ê bi dawî bûye. Êdî tiştê ku bibêje û tiştê ku bide civakê nemaye. Lewre salvegara xwe ya 17’ emîn di nava bêdengiyê de pêşwazî kirin. Ev bêdengiya wan îlana mirina AKP’ê ye. Çewa 3’yê mijdara 2002’yan roja îlan kirina desthilatdariya AKP’ê bû, roja 3’ê mijdara 2019’an jî roja îlankirina dawiya desthilatdariya AKP’ê, roja îlankirina mirina AKP’ê bû.
Civakên Tirkiyeyê ji desthilatdariyên hişmendiya kemalîst ên 80 salan, ên bi zilm û zordariyan, ên bêmafî û bêhiqûqiyan bêzar bûbûn. Lewre, bi hêviya hinek guherînên erênî baweriya xwe bi AKP’ê anîn û rê li desthilatdariya AKP’ê vekirin. Lê piştî desthilatdariya AKP’ê ya 17 salan îro gelên Tirkiyeyê ji desthilatdariyên kemalîstan re rehmetê dixwazin.
Li gel vê rewşa trajîk û kambax dîsa jî rayedar û endamên AKP’ê dikarin di bernameyên TV’yan de qala hebûna demokrasiyê, qala hebûna heq û hiqûqê bikin. Bêyî ku şerm û fedî bikin wekî gelek têgehan têgeha “demokrasiyê” jî dihetikînin û ji pergala xwe ya qirker û talanker re dibêjin “demokrasî”.
Nexwe em bibêjin li Tirkiyeyê demokrasiya qirker û talanker heye.






