Qasim ENGÎN
Tê gotin ku: ”Erdnîgarî çerçoveya dîrokê ye.” Ev tespît ji bo Kurdan hêna zêdetir derbasdare. Ji ber erdnîgariya Kurdan di cihêkê jeo stratejîk de ye her tim bi êrîşan re rû bi rû maye.
Civaksaziya Kurd herî zêde xwe di spêre qebîleyan, eşîran û hozan. Lê forma civaka Kurd ya herî bi xwirt qebîle û eşîrin.
Qebîle, yekîtî ye ku ji bo berhemdarî û parastinê pêwîstî pê heye. Civaka dendikî ye û komunal e. Eşîr ango xêl, wekî federasyona qebîleyan e. Civaka leşkerî û polîtîk e. Konfederasyon ango hoz jî yekîtiya fireh e ku li hemberî êrîşan bi armanca xweparastinê pêk hatiye. Rêxistina leşkerî û polîtîk e.
Forma civaka Kurd a ku xwe li ser qebîleyan rêxistin kiriye di pevajoyên êrîşên giran de nikariye xwe biparêze. Li ser vê Kurdan ji bo ku bikaribin xwe biparêzin bi gelek qebîleyan ewil eşîr avakirine pê re jî di demên cuda de jî dema ku eşîr têrê nekirine, bi hatine gelek eşîrên cuda hoz avakirine.
Lê ruxmî ku Kurdan bi formên nû ya civakî xwestine xwe li hember êrîşên dagirkeran biparêzin, pir caran ji ber hêzên mezin ê xwînxwaran Kurd neçar mane ku cih û warên xwe biterikînin û xwe bispêrin çiyan. Di wê manê de çiya-şax bûna stargehên Kurdan. Pirî caran dema ku Kurd hatiye ziman, teqez gotinên wek Gelê Çiyayî hatiye bi lêv kirine. Çiya her tim ji Kurdan re ji ber êrîşên giran bûne cihê jiyanê. Ev tevna heyî heta sedsala 21’an hatiye. Û hêna jî dema Kurd bi êrîşan rû bi rû tên berê xwe didin çiyan.
Rastî jî, Kurd yek bi forma xwe ya eşîran ku teslîm nebûne li ser piyan mane, yek jî ji ber çiyayên xwe heta îro hatine. Lê em bizanin ku ev bi xwere tiştên negatîf ango nebaş jî anîye. Kengî dagirker êrîşî Kurdan kirine Kurdan cih û warên xwe terikandine. Ev xisleta ku pir bi zû cihên dayîk û bavan diterîkîne; li Bakur, li Başûr, li Rojhilat me dîtîbû û niha jî li Rojava em dibînin.
Hîç nîqaş nîne ku forma civaka Kurdan ya ku xwe di spêre eşîran ji bo ku teslîm nebin berî xwe dane çiyan e. Hîç nîqaş nîne ku xwe spartina çiya hiştiye ku Kurd heta roja me ya îro werin. Ango hîç nîqaş nîne ku were gotin Kurd ji ber hestên azadiyê xwe radestî dagirkeran nekirine û berê xwe dane çiyan.
Ev milekê vê ye, bêguman milekê xwe yê pir hêja û giran bihaye jî. Lê pêwîste were dîtin ku ev rêbazê zû terakindana axa xwe hêştiye ku ferasata ax, welat ango nîştiman lewaz di me de bijî. Di di her êrîşek biçûk de dema ku gelê me cih û warên xwe biterikîne, mirovên me derbeder dibin. Heta gelek caran êdî vegera axa nîştiman jî gengaz nabe.
Di dîroka kevin de sînorên hişk yên dewletan nebûn. Eşîr dikarîn biçin gelek cihan. Heta hinek caran ji ber hêzên dagirker reviyane û ji bo ku bijîn bi hezaran kîlometre dûr jî çûne. Lê êdî ev nîne. Dema ax were terikandin hêzên dagirker weke dewleta tirk ji bo ku bi demografya bileyzin çeteyan tînin û bi cih dikin.
Tenê em guherînên demografya me ya sed salê dawî bimeyzînin, tenê mijara gelê me yê Ermen em bimeyzînin wê were dîtin ku merama me çi ye.
Bi cih guhertinan em heta îroj hatin, lê êdî ev ne gengaz e.
Em nîştiman ne terikînin!






