Zekî BEDRAN
Sekreterê Giştî yê NY birêz Guterres destê Erdoxanê bi xuîn dişdîne, Erdoxanê ku axên Sûriyeyê dagir dike, Girê Spî û Serêkaniyê wêran kir. Li ser van herêma hîna duman radibe. Herêm ji niştecihên wê bi temamî hate paqiş kirin. Erdoxanê ku pesnê artêşa xwe dide, bi bermahiyên DAIŞ û El Nusra ve acêban dike. Wêranî, sûcên şer bûye weke buyerên ji rêzê yê rojane. Aha Guterres jî dijminatiya Erdoxan ya ji kurdan û projeya wî ya qirkirinê dide rewa kirin û bi vê hewlesta xwe dibe hevkar.
Ji aliyê her kesî ve pir baş tê zanîn ku Erdoxan paqijiya etnîkî dike û bi taybet jî hebûna kurdan hedef digre. Ev êdî ne veşartiye. Kiryarên li Efrînê li holê ne. Gueterres ji nûnertiya gelan zêdetir, bûye beşek ji berjewendiyên dewleta û polîtîkayên komplogeran. Ger ku weke navê NY bi rastî nûnertiya gelan dike, kurd jî gelek in. Wê demê pêwîst dikir ku Guterres ji bo kurdan jî tiştek bigota û bikirbaya. Ji bo Efrîn dikarîbû li hember Erdoxan bisekinya. Destpêkê ji bo Efrîniyên ku ax, mal û milkên wan hatiye deste serkirin, bixwestiba ku vegerin cihê xwe. Efrînî li Şehbayê ji bo ku vegerin warê xwe rojan dijmêrin û hemû jî dilxwazin. Lê Erdoxan şûna dilxwaziyê, ji bo ku koçberan ji nav çavê xwe bavêje, hewil dide herêmên ku li ser sînor ji kurdan paqij bike û wan li wir bi cih bike. Bi navê NY, bûyîna beşek ji vê bê adaletiyê, niijadperestiya Tirk û înkarcîtiya wê, ji bo mirovatiyê rewşeke bi aloz radixe ber çavan. Heya niha me nebihîstiye ku Guterres ji bo bi sedhezaran kurdên Efrînê tu hewildan kiriye.
Guterres dibêje ku ewê komîteyekê çêke û herêmên Erdoxan dagir kiriye bide lêkolîn kirin. Wiha tê xuya kirin ku ewê fatoreya paqijkirina etnîkî ya ku Erdoxan li ber çavê herkesek dike, bi NY an jî saziyên cûda re fînanse bike. Jiber ku rewşa aboriya Tirkiye têrê nake ku van koçberan bi cih bike. Ji xwe Erdoxan her roj tehdîd û gefan li Awropa dixwe. Dibêje ya hunê bi milyaran Euro bidin ezê van koçberan bibim cihê ku ji kurdan paqij bikim bi cih bikim, ya jî ezê deriyan vekim û bişînim Awropa yê. Di salên 1960’an de, di çarçoveya nijadperestiya ereban de herêmên kurda di bin navê Kembera Ereban de xwestin ku kurdan bihelînin. Hema bi qasî nifûsa kurdan li van herêma areb bi cih kirin. Ruxmî vê yekê jî rêveberiyên Şamê dîsa jî kurd bi temamî ji axên wan dernexistin. Aha ev projeya ku nîvço maye Erdoxan dixwaze ku niha temam bike. Di sînorên nêzî xwe de, di herêmeke ji sedan metreyan de, ji Efrîn heyanî Dêrikê tevî dixwaze ku ji kurdan dawerivîne û arebên sunnî yê ku di bin bandora îslama siyasî de perwerde û bi rêxistin kirine, bi cih bike.
Di Cenevreyê de, di bin çavdêriya NY’yî de lîstokeke şanoyê tê pêşkêş kirin. Aliyeke din yê temamkerê projeya dewleta Tirk ku di çarçoveya tunekirina kurdan de ye, hevdîtinên Cenevre yê ji bo destûra bingehîn a Sûriye. Avahiya ku di Sûriye de ji %30 kurd, Suryanî, Areb, Ermenî, Tirkmen û Çerkez bi sistemeke demokratîk ku bi hev re jiyan dike, xwe dide meşandin û nêzîkî 5 milyon mirov di nav xwe de hildigre, tune hesab dike. Dilxwe de li Cenevreyê tevayî pêkhateyan ewê bînin gel hev û destûra bingehîn ya Sûriye amede bikin. Yek ji sê ribê erdîngariya vî welatî, 5 milyon nifûsa wî tune tê hesibandin û îradeya wê ji derve tê hiştin. Pîlansaziya aniya beşan gel hev, ji nûve avakirina Sûriyeyê, înşakirina bi hevrebûyîn û demokrasiyê avêtine aliyekî. Pêvajoyeke ku Ferzkirinên Tirkiye, nerîn, berjewendî û pîlansaziyên hin dewletan bimeşe, tê esas girtin. Mirovên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriye jiyan dikin çima ji derveyî vê pêvajoyê têne hiştin? Qalbikî herî baş yê ku bihevrebûyîna Sûriye, yekîtiya xak û demokrasiya wê diparêzin ev pêkhatene. Kî biryara vê dide, kî kurdan û civakên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji derve dihêlin? Pir eşkereye ev rewşeke ku gelan temsîl nake, lê NY çawa ji vê bê adaletiyê re dibe arac?
Li cihê ku huquq, adalet û wekhevî nebe ewê nakokî û pevçûn dewam bike. Ya tê faam kirin ewe ku dijminatiya Tirkiye ji kurdan re ji aliyê van dewleta û aliyan ve hatiye qebûl kirin yan jî di vê mijarê de hevkariyek û lihevkirinên veşartî hatine çêkirin. Lê bera bê zanîn ku ev komplo û hîlebaziyên han ewê bibe zemîn ji pevçûnên nu re. Îtîfaqên Versay yê ku di Awropa de pêk hat hwd., encamên wan tê zanîn. Her wiha piştî şerê cîhanê yê 1. hiştina Kurdistanê bê statu, parçekirina wê, mahrumkirina kurdan ji tevayî mafên wê di encam de ji sedsaleke ku perçûneke bi xuîn, ji tirajediyan û kiryarên qirkirinê re bûye dik. Tam sedsaleke ku Kurdistan di pevçûna, serhildana, tepisandin û şerên bi xuîn re derbas dibe. NY û dewletên ku li ser vê polîtîkayê bi bandor bûne, li şûna ku vê şaşîtiya sedsalê derbas bikin û rê li pêşiya vê tirajediyê bigrin, kevirên pevçûn, înkar û qirkirinên nu lêdikin. Guterres jî di nav de, ewê di ber qirkirin, paqijiyên etnîkî û pevçûnên nu yê vê pêvajoyê de berpirsyar bin. Di vê serdema xwe ragihandinê de li şûna raberkirina rêzê ji daxwazên gelan yê azadî û demokrasiyê, li şûna rola hêsankirina pêkanîna van daxwaziyan, tevayî hewildanên xetimandin, fetisandin û tepisandinê raberkirin, ewê tenê deriyan ji felaketên nu re veke. Di rojên dawî de li welatên weke Lubnan, Iraq û Şili, bi milyonan mirov ji bo şertên jiyana azad û demokrat û bi mirovatî jiyan kirin dadikevine kolanan. Li hemberî qirkeriya tevayî parçeyên kurdistanê, kurdên li Awropa û alîgirên demokrasî û azadiyê dadikevine kolanan, dixwazin ku qirkirin were sekinandin, mafên xwe yê azadî û hebûnê diparêzin. Guterres, NY û hêzên din heya ku derê ewê ji vana re çavên xwe bigrin, destê kujer, dagirkerên Tirk bişdînin, û ne li cem gelan, li cem zordestan bisekinin?






