Idrîs Henan
Cewherê demokrasiyê li ser bingehên pratîk, tevhevbûyîna nirx û heqîqetê şikil digire. Bi gotineke din; dema ku encam xwe bispêre heqîqeta bê nirx, an tenê xwe bispêre şênberiyê, nikare cewherê demokrasiyê biteyisîne, ne jî dikare nav lê bê kirin demokrasî. Ji xwe afrînerên vê rêbaza felsefîk a fikirînê, her heqîqet li gorî encamên pratîk diyar kirine. Yanê tişta ku li gorî biryarê derkeve, encam çi dibe bila bibe, wê çaxê dibe heqîqet!. Ji vê rêbaza fikirîn û destgirtinê re ku ti hebûna nirxan têde nîne, tê gotin pragmatizm. Ango fikirîna li ser esasê berjewendiyan. Yan jî berjewendîperest. Ev rêbaza han bi siloganên edeolojiyên liberal şerê cewherê têgehên demokrasiyê dike û homojen dike. Gelek bi hêsanî dikare rûyê xwe biguhere û li gorî berjewendiyan jî pratîka ku hedef digire, encamgir dike û de ser re jî, nav lê dike heqîqet!.
Ev rebaza berjewendîperest di cewherê xwe de dijminê nirxan e. Ji lew re nirxên xwe yên taybet diafirîne û têkilî encaman dike. Li gorî wê jî, encamê weke heqîqeta mutleq destnîşan dike. Reaksoynên li berbamberî vê derkevin, weke dijberên heqîqetê tên nîşandan û bi rêbaza zorê encam tên sepandin.
Hegemon û dewletên kolonyal heya ku serwerî û destpotiya xwe li ser gelan ferz bikin, vê rêbazê bikar tînin. Di paş perdeya şîdeta ku bikar tînin de jî, rûyê kirêt ê bêçandiyê heye. Heya ku civakek tune yan asîmîle bibe, yan jî potasyela wê ya jiyînê ji nav bibin, hegemonî berê xwe dide vê şêwazê fikirînê ku weke teoriya serdestiyê pêşkêş dikin. Dema ku rastî berxwedana çandî ya gelan were jî, bi qirkirin û kuştinê bersiv didin. Tişta ku îro li vê qadê diqewime, cewherê heqîqeta mutleq a fikirîna berjewendîperest e. Ewqas bê nirx e, dikare bi her aliyekî re, demkî be jî, li hev bike. Lê di heman demê de dikare di her kêliyekê de jî, li te biqulibe û dijminatiya dostaniya berê bike.
Dibe ku ev nêzîkatî ji bo beşek civakê sosret be. Ji ber ku, ne li gorî nirxên civakên resen e. Lê naveroka van şiklên serweriyan wiha ye. Ideolojî û felsefeya ku xwe dispêrinê wiha ye. Çiqas encam ne li gorî heman civaka desthilatdariya hegemon be jî, lê şertên hegemoniya mayînde hene. Ew jî her tişt, hemû nirx fedayî domdariya serweriyê ye. Bi vî awayî jî civakan bi navên cuda cuda kole dikin û mecbûrî ebeya koledariyê dikin. Li ser van bingehan dunyayê dîzayîn dikin. Li gorî xwe jî nav û nexşeyan diguherin.
Li kêleka vê herikîna kirêt a desthilatdariyê, paralel, xeta demokrasiya ku di encama razberî û şênberiyê de weke daneheveke nirxên gelan ên jiyîna hevbeş hatiye hûnandin, diherike. Dibe ku di hin qonaxên dîrokî de, ji ber encamên êrişên qirker, gav paş ve avêtibe, lê weke felsefeyeke jiyînê ti carî mewziya xwe ji dest nedaye. Her têkoşîna xwe ya li hemberî desthilatdariyê, bi rêk û pêk daye meşandin û li be xwe daye. Îro jî ev herikîna dîrokî ya têkoşîna gelan a demokrasiyê bi berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tacîdar bûye. Di heman demê de, herikîna derdîrokî ya berjewendîperest bi komploya li ser Rojava, Bakur û Rojhilatî Sûriyê tacîdar bûye. Lê xuyaye berxwedana îro final e. Tişta tekez jî ew e, dikare xeta komploger a derheqîqetê bi rêbaza felsefeya perjewendîperest hinek encaman bi dest bixe, lê heqîqeta mutleq dibêje ku; gelên birêxistinkirî, ger li gorî pîvanên exlaq û polîtîk ên cewherê demokrasiyê tev bigerin, ti şansê hegemoniyê yê jiyînê namîne. Berxwedana Rûmetê jî şansek gelan e ku keleha zilmkar a êrişên desthilatdariya ku dixwaze hovîtiya xwe bike heqîqet, dirûxîne. Ji lew re jî qubleya hemû têkoşerên aşîtîxwaz, azadîxwaz û demokrasîhez e.






