Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

ŞER Û AŞTÎ

03/11/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
FÊMKIRINA RASTIYÊ!…
Share on FacebookShare on Twitter

Medenî FERHO

Şer û Aştî navê romana Tolstoy e!…

Çend serdem in, li Kurdistanê şer heye, aştî nîne. Di tevahiya şeran de Kurdistan bûye Keleha Dimdim, lehengên çengzêrîn  derketine holê!. Îro jî, wek destpêka şaristaniyê, alfabeya zimanê nû yê romana serdemê tê nivîsandin, wek Balzac dibêje,  girîngiya dîroka dilê mirovan û helbesta evîna mezin dinivîsin. Li hemberî ku li vê cografyayê her dem atmosferek zindî heye,  gelek nifşên winda çêbûn, gelek nifş jî di nava kavilên bi topan hatine wêrankirin de mezin bûn!.

Navekî din yê Cogrfaya Kurdistanê welatê kavilan e. Di her newal, gelî û mesîlan de, hêrikên rezan, dewsa bermayiyên keda mirovan, kavilên gund û mezrikên xerakirî hene. Li her beroj û mesîlên nêzîkî van wargehên xerabe de goristan hene.

Roman, baskê hunerê yê rast e, di kesayeta  kesan û pêşketina kesan de civakan digire dest, lewma mecbûre rastiyên civakê vebêje.

Li cografya Kurdistanê, tixubê “destînî-qederê” ne hatiye xêzkirin, lewma Kurd destîniya cografya xwe, êşa bêdengiya cîhanê, êşa teolojîk dijîn. Dîse jî cografya Kurdistanê bûye qamuşka dara jiyana Kurdan. Paradîgmeya serdema nû, hêza veşartî ya komên xelkê, hêrsa di qatmanên hest û mêjî de, wek maxma dikeliya bi hêzeke dînamîk derxiste holê.

Romana Kurdî jî destîniya cagrafya xwe dijî, lê bi têrahî nebû bersiva serdemê; hin navdariyên li derî diyalektîkê derketin holê, ew jî, ji agir û ruhê şoreşî gelekî dûr in. Tolstoyên Kurdan hebin, an jî derkevin holê, divê diaylektîka jiyana îro zemt bikin û dikarin şer binivîsin. Nikarin aştiyê binivîsin. Yek pêvejoyê, serê werîsê aştiyê hate zemt kirin, lê sextekarê teojîst Erdogan lingê xwe li masê da. Bi nexweşiyek psîkolojîk a xwe biçûk dîtinê sextekariya xwe nîşan da.

Şîraza bedena sextekaran xerabe ye, çiqasî navê Xwedê, pirtûkên pîroz, ol, îman, demokrasî, hiquq  bizikirînin jî, nikarin di jiyana rojane de, wekhevî, biratî û jiyana hevreyî bikin pratîkê.

Roman, cîhanek nû ye, newî utopîa paşerojan e û yek carê tê avakirin. Roman arêna kultura gelan e û berdevkiya serdema xwe dike. Kurd, ji vî nirxî bêpar hatine hiştin, di bexçika (compromîs) lihevkirina gelerî de ne hatine bicihkirin. Xwestin ku li derî dîrokê bihêlin. Gotina Ocalan “dîrok di roja me de veşartî ye, em di destpêka dîrokê de veşartî ne”,  dîmenê li ber neynikê, sirr û razê di fulyona pişta neynikê de veşartî ye.

Lîstikên di demên dawî, li Rojava derketin holê de, newî kesayeta Don Kişot û Sanço Panço ne. Diyalektîk û ziddê wê ne!. Şenaat (xerabî, neqencî, pîsîtî, kirêtî)  û kuştina gelan kirine  çavkaniya bereketa berjewendiyan. Îttîhat û Teraqî car din dewr-î sapik û dewran-î reş dilîze, xwedayên  lîstikên drametîk jî li ofîsên têr ronahî, di rengên zebercedî de li arêna  cengê temaşe dikin.

Şerê sêyemîn jî, wek şerê duyemîn li cografya Kurdistanê ye!.

Eger, rojekê bîlançoya êrîşên li ser Kurdistanê, ji serdema Skenderê Mekedonî û vir ve werin amadekirin, bêguman wê gelek ansîklopediyên kronolojîk derkevin holê. Zanistên ku dibêjin, “em mecbûr in, bûyerên dîrokî di çarçoveya zimanê diyalektîkî de bifikirin” hîna dest ne avêtina vê mijarê. Di tevahiya magazînên kultura cîhanê de, pirtûkên li ser Kurdan, ku pirsên, “li ku,  kengî û çawa” hatine nivîsandin, gelekî kêm bin, bi tiliyên destan têne jimartin.

Di êrîşên emperyal ên Ewropiyan de, rastiya exlaq û diyaleketîka jiyanê ya dîrokê li ber çavan ne hate girtin,  Kurdistan û Kurd di navbera ferşên aşê Ereb û  dewşirmeyên Tirk de hatin hêrandin.

Bi taybetî ferşê aşê Tirkên dewşirme, ji Haşhaşiyan xedartir e, lewma bûne bavê çeteyên DAIŞ`ê û El-Nusra. Îro jî dewşirme Erdogan, bûye  spîkulatorê toelojîk û sewteliyê kiryarên sadîst.

Cografya Kurdistanê navenda entelektueliya cîhanê ye, lê nebûye xangeha aştiyê. Sedem; li dewletên li ser cografya Kurdistanê hatin avakirin, ti caran nebûne keleha demokrasî, mafê jiyanê nedane hiş û ramanên cuda,  destûr nedane ziman û kulturên cuda.

Entelektueliya  cîhanê, bi agir hatiye  pijandin, ocaxa vê pîroziyê jî li cografya Kurdistanê ye. Ji Skenderê Mekedonî û vir ve  hewldanên tefandina helbesta agirê pîroz heye. Cografya Kurdistanê jî bûye meydana cengê!. Greka Gordîum, êdî  li vê cografyayê ye. Rengê entelektueliya cografya Kurdistanê jî,  Şahmaran û Înanna ne, şerê li Kurdistanê jî, bi “mûrîd”ên mefîsto-xwîzik dest pê dike!. Pirs, hem cografîk e, hem sosyolojîk û teolojîk e!. Lewma “mahle”ya pirraniya helbestvanên Kurd, xwîn, birîn û  hejar e!.

Mafîsto-Xwîzik, navê stana di ferhenga Kurdî de nîne, di ola îsla,î de, wek kesayetekî xapandin û bê axlaqiyê derketiye holê. Di lîteretura Kurdî de Ehriman e, mixabin, 1400 sal in wek nîrekî li ser stuwê Kurdan danîne. Di Qura’anê de dbêje, “ji cinan bû û derkete derî fermanên Xwedê,” dîse jî  kirine barê Kurdan. Redkirina xwîzikê misilman, satanayê Cihuwan heq emaneye û barê nivîskarên Kurd e, divê ratsiya wî binivîsin!.

Dîroka ti gelên din naşibê dîroka gelê din, lê dewşirmeyên Tirk, dîroka hemû gelan bi xwe didine destpêkirin, bi xwe dimeşînin, zimanê diyalektîka dîrokê xera kirin.

Zimanê Kurdî, kultur û toreya Kurdan jî, destîniya cografya xwe dijî; menendê wê nîne ku, ji tunekirin, mandelekirina ziman û kultura Kurdî hewqas hewldan, qedexe û pirtûkên wek “tez” û bê binyad hatibin nivîsandin. Li cîhanê, ti dadgeh nînin ku ziman înkar kiribin; ziman hatine windakirin, lê mînaka êrîşên li ser zimanê Kurdî li cîhekî din ê cîhanê nîne. Ereban jî zilm li Kurdan kiriye lê ne bi qasî Tirkên dewşrime.

Ne tenê wargehên jiyana xelkê, xwestin kultura nifşên deh hezar salan kavil bikin.

Balkêş e û menendê wê di dîroka  cîhanê de  nîne; erê lîderên gelan hatine dîlgirtin, hetine kuştin, lê ti lîder, ku tevahiya cîhanê bû yek û lîderê Kurdan Ocalan berdest kirin, wek Promethaus li giravekê zincîr û lele kirin,  bê mînak e: Ev şerma mirovahiyê ye û gunehkariya  hemû dem û dewranan e.

Menendê wî nîne; Kurdan cîhan ji “bela û xezeb”a çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin, dîsa jî, di kesayeta Hereketa Azadiya Kurd de, Kurd di lîsteya terorê de ne. Gelo, ev dikare bi bêşansiyê re, bi bêqudoşiyê re, bi destîniyê re were binavkirin; naaaa!.

Bextreşî û rûreşî ye!. Kurd, îro, di serdema “berxwedana rûmetê” de, êşkere, vekirî û zelal, di ruwê serdestên cîhanê de dibêjin!. Dîrokê nekin hevparê kuştina gelan; dibêjin, yek formula diyalektîkê heye, ew jî herka çemê dîrokê ye û nayê guhertin!. Belkî zorbayên wek Tîmûrleng, li pêşiya Çemê Bûnisra bendekê ava bikin, piştre avê bi ser Şarî Gulan de berde, dîse jî nikare herka çemê guhertina çemê dîrokê biguhere. Sergerdeyê Kasimpaşa Erdogan jî, êrîşî bajarên Bakurê Kurdistanê kirin, bajar li erdê yeksan kirin, lê herka çemê dîrokî diherike!.

Em dûr neçin û rûpelên dîrokê venekin;

Gelo pêdivî bi Tolstoyekî nû heye ku, car din romana “Şer û Aştî” binivîse? Nabe!. Ji ber ku roman, cîhanek nû ye û ji aliyê nivîskar ve, bi estetîka serdemê tê avakirin; ziman û mêjiyê nivîskar dibe dînamîka hostayê avakirina wê cîhanê. Yek carê çêdibe û di reng û nîgarkêşiya zanist û pêşketinên wê serdemê de çêdibe!. Duyemîn car, ev avanî nayê avakirin, ne Tolstoy, ne Serwantes, ne Marquez cîhana romanên xwe di yek demtêl û rengî û endezyariyê de ava nekirine û xwe dubare  nekirine.

Dayikên Kurdistanê, bi gelekî zêdetir ji idealîzekirina  “Dayik”a Gorkî, tixûbên xeyalên bi estetîka serdemê barkirî gelekî derbas kirine; jina Kurd, ji idealîzekirinê dûr,  li hemberî bedena tarî ya tirsê bûne çek.

Roman şerê pênûs û lênûsê ye, lê divê tespîtên artîstîk baş werin kirin û rûnandin!. Hêza gotinê di vir de xuya dike. Çengzêrînên Kurd, gotina Ocalan ku dibêje “min mirin kuştiye” wek rêbaz dibînin; ji bo gelê xwe diçine ser mirinê, parvekirin û jiyana wekheviyê esas digirin, bêyî ku sedaqatê-dilsoziyê di berjewendiyan de bibînin, evîna gel û welat, digelî û fedekariyê parve dikin û têkoşînê dikin.

Tolstoy, gefên Napolyon, di sala 1812`an de li dijî Rûsya û êrîşa pêk aniye esas digire. Lê vedigere binyada bûyeran û beriya êrîşê bi 7 salan jî digire dest. Ev mînak e,  Dewşirme Erdogan,   ji roja ku Şoreşa Rojava dets pê kir û heta weke îro, gefan li Rojava dixwe. Binyada gefên Erodgan, digihine Kongreya ittihat terakî ya Selanîk, sala 1911`an. Li hemberî Napolyon, Çarek û dewletek û artêşek heye. Li hemebrî gefên Erdogan, dewlet û artêşa Tirk û çeteyên dewşirme ku li hev kom kirine, tenê Partiya PYD`ê, artêşa ji gel û lehengên Çengzêrî, ku ji çar paraçeyên Kurdistanê û gelên li Kurdistanê diçine bi hawara şoreşê hene. Cudatiyek gelekî mezin heye, lewma barê nivîskarên Kurd ji ya Tolstoy bi gelekî girantir e. Mecbûriyetek jî heye!.

Cografya Kurdistanê jî, wek labîrentekê ye, hevsengiya gelan li vê cografyayê de hem heye, hem nîne, sîstemek tejî nakok e. Ev nakokî bi kêrî dagirkeran hatiye; lê Kurdan di vê serdemê de bi paradîgmeya Ocalan, ev hevsengî zemt kirine. Şoreşa Rojava mînak e!.

Lewma, nirxandinên psîkolojîk, sosyolojîk, postkolonyal, îdeolojiyên sergedeyî ku bi gotinên teolojîk (enfal û fetih), têne îşkdan, an jî bi zaafiyetên qaşo kesên zanist, nema kar dikin. Kurd rastiya xwe dinîvisin; di rojên dawî de,  li ser faşîzma Tirk, li ser dîroka bi xwîn û dagirkeriya li ser bingeha “sêva sor”, li ser komkujiyên bêbextî û xayintiyê têne nivîsandin: hemberî ku gelek dîrokzan, referansên Prof. (!) Tirk, weke çavkanî dibînin jî, di nava hevokan de rastî difûre.

Di romanan de, di çîrokan de, gunehkariya hêzên serdest, Beko Ewan û Reyberan jî xuya dike!.

Cografya Kurdistanê, “meskun mahal”a cengê ye û bûye  laboratuwarek!. Di vê laboratuarê de, mirov ji mirovatî derxistin, çeteyên DAIŞ`ê, 29 komên çete ku dewleta Tirk ava kirine û di nava OSO de cih girtine mînak in!. Halî dewşirmetiya navdar ya Osmaniyan e, dixwazin gelên herêmê dîl bigirin û gelan tecrîd-îzole bikin, mêjî, kesayet û vînê zincîr û lele bikin.

Li Rojhilata Navîn, mirovanî êdî “kêzika” Kafka ye!. Eger Kurd nebin, bîrdozên aborî yên “dojehî” û “tevnepîrkê” wê gelan di ferşên hêrtina dewşirmeyên çete de bihêrin. Divê aborîzanên Kurd jî di vê çarçovê de aboriya Kurdistanê lêkolîn bikin û bi formalîzma ji ya dagirkeran cuda derbixin holê.

Nivîskarên Kurd jî mecbûr in, têkiliya organîk bi paşverûtiya Tirk û cîhanê re bibînin û binivîsin. Cîhan, tenê li dora hêzên zordest, lîderên destpot nazivire!. Kurdan li Rojava, ev çerxa bêqudoş parçe kirine, dane xuyakirin ku, cîhan ne tenê çek û tang û top in. Îro saziya herî bilind a dewletên cîhanê Neteweyên yekbûyî kêm be jî xwe mecbûr dibîne li ser vê ratsiyê raweste.

Bi saya têkoşîna gelan, (Şoreşa Fransa, ya Oktober) cîhan mecbûr kir ku li ser her babetên cografîk, civakî, hiqûqî, jiyana wekhev peyman werin çêkirin, sazî werin avakirin. Sîwana herî mezin jî Neteweyên Yekbûyî ye.

Ev saziya cîhanî, li ser bingeha parastina mafan, hiqûqê gelan, cografya gelan û parastina demokrasî hatiye avakirin; mecbûr maye (lawaz be, şeklî be) li ser pirsgirêka Kurdan biaxive. Di her civînên bi dagirkerên Kurdistanê re, mijara Kurdan dikevê rojevê. Di eniya dîplomasî de Kurd têne axaftin.

Cogrfaya Kurdistanê, êdî ne tenê qada cengê ye, bûye qada aştiyê jî!.

Di çeyrek sedsala bîstûyekê de, ev peyama Kurdan e û tevahiya mirovahiyê eleqedar dike. Hesabpirsîna îdeolojîk e û wê di paşerojan de di romana Kurdî de, biqasî Tolstoy ku di destpêka salên 1800`î de, li dîrok û mirovahiyê nihêrî ye, wê derkevê holê. Dengê hemû gelên li Kurdistanê wê bi qîrêneke ezmanî were bihîstin, vê saziya sîwan NY, wêranî, tunekirin, dojehkirina cografya Kurdistanê ji nedîtî neyê. Dewleta Tirk, bajarên bakurê Kurdistanê wêran kirin û serokwezîrê demê Dawudoglu, bi exlaqekî erozyonî, mînaka avakirina “bajarekî bîblo”, mînaka bajarê Tolado da. Ev bajar, bi destê faşîstên serdemê Franco, li erdê hate yeksankirin. Dewleta Tirk, behaneya ewlekariyê derdixe pêş, lê armanca wan bi xerakirina bajarên Kurdistanê, avakirina bajarên kolonî ye. Li Sûrê,  dîroka 10 hezar salan hate tunekirin. Tevî ku di bin parastina UNESCO de ye, UNESCO deng  nekir. Li Sûrê kolanên fereh û bi qereqol,  bi bircikên kontrola şirildakan tên avakirin. Kurdistan, bi Sykes-Pîkot hate parçekirin, îro jî,  bi bendavan  tê tunekirin, bajarên li gorî kolonîkirinê têne avakirin. Riyên fereh, bircikên kontrola bi şirildak, rê li ber serîhildanan digirin, polîs û leşker baştir dikarin manewreyên êrîşkerî bikin. Ev tunekirin, li Bakur, Başûr  û Rojava jî dane destpêkirin. Lewma, romannivîsên serdema me, nikarin romaneke din wekî “Şer û Aştî”  binivîsin. Bêguman wê Tolstoy derkevin, Serwantes, an jî Şolohow, Markuez derkevin,  lê mekan, dem û leheng ne yek in, format û teknolojî ne yek in.

Ev ne keşfeke mîna Arşîmet e!. Lê naskirina faşîzma desthilatdariya AKP/MHP`ê ye, naskirina plangeriya korsanî ya 9`ê Cotmehê ye, fêhmkirina tecrîda li Imralî ye, têgihiştina di kesayeta PKK de qedexekirin û terorîzekirina gelê Kurd e. Wek ayetek îlahî tê gotin: Kurdan mirovahî ji metirsîniya çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir, rûmeta mirovahiyê parastin. Dibêjin, potansiyala metirsînî berteref kirin. Lê pêdivî bi rastiya “hejmara PΔ heye!…

Dawudoglu berdevkiya planê çêkirina bajarên seyranê nekir,  mikur hat ku ew dixwazin, dîroka ku wek nasnameya Kurd û gelên li Kurdistanê tune bikin; ya duyemîn jî, di dilê Kurdistanê de guhertina demografîk bikin.

Serokkomarê Tirk jî, di dema dgirkeriya Rojava de, vekirî got, ew ê bajar û gundên guhertina demografîk ava bikin. Wê çeteyên dewşirme li wir bi cih bike û wek çavkaniya êrîşên teror û şantaja li dijî cîhanê bikar bîne.

Li Kurdistanê, ne tenê mirov, çûk, ax û av, hewa, dar û zevî, lawir-ajalên kedî û berrî têne kuştin. Belkî dengê zarokên di pêçekê de nayên bihîstin, belkî nalîna birîndarên di jêrzemînan de nayên bihîstin, lê hovîtî û diririndeyiya çete û leşkerên Tirk ku li dijî birîndarên ciwanên Kurd tê kirin tê dîtin; hovîtî û dirindeyiya çeteyên DAIŞ`ê li Şingalê hate dîtin; dirindeyî û hovîtiya leşkerên artêşa tirk li Efrînê tê dîtin.

Divê were zanîn, cografya, demsal jî xwedî hiş in, bi hewngiriyek tolhildanê ye û di nava xwe de dikele, cih cihan  difûre, diteqe û tevlî herka çemê dîrokê dibe. Her dilopa ji çavên zarokên Kurd dirijin, dibin baran û bi ser pêlên bi duxana bombayên napalmê jehrîketinê de dibarin. Rengê pelên darên Kurdistanê, ji yê cîhanê kekstir in, rengekî zindî ye, bi tîrêjên rojê re diçirisin, di her çirisinandinê de kenek, hêviyek  heye. Ev rengê evîna mezin, berxwedana lehengî ye; biqasî vegotinên Tolstoy, ya partiyên kokteylên bi dans, watedar e. Orkastrayên Kurdan nînin, lê cografya Kurdistanê, xwedî orkastrayek  xwezayî ye, di her dansa berxwedanê de, dengê lehengên çengzêrîn diqîre.

Lehengên çengzêrîn di çîroka xwe de çîroka mirovahiyê dinivîsin û mirovahiyê ji “kêzik”tiya Kafka rizgar dikin. Ev îmana îlahî ye, cîhan hejandiye û hişmendiya serketinê afirandiye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.