Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hevpeymana Tirkitiyê netewperestiye

01/11/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Ji Îmraliyê pêşniyarên aştiyê ji bo Sûriyê
Share on FacebookShare on Twitter

Celal ŞASUWAR

Rewşenbîrê Tirk bi navê Bariş Ûnlû di pirtûka xwe ya bi navê Hevpeymana Tirkitiyê de wiha dibêje; “Dema ez tirkitî dibêjim ez, bêyî ku mirov pêbihase, halên ku; dîtin, hîskirin, bihîstin, têgêhiştin, zanîn û nedîtin, nebihîstin, nehîskirin, tênegêhiştin ne zanîn û pirî caran bêyî ku were ferqkirin rewşa ku îmtîyazî ya tê jîn û wek normal tê pejirandin fêm dikim.”

Bi gotinên me, Hevpeymana Tirkîtî ew peymana ku bêyî ku peymanek were mohr kirin lê ji ber hinek îmtîyazan hinek derdor li ser esasa parastina hesasiyetên tirkan jê feyde ango sudwerdigirin e. Hêna şênbertir, di dema avakirina nasnameya tirkîtiyê di dema Îttîhadî Terakkiyan de sekna ku li hember komên ne misilman û ne tirk tê raber kirine. Bi gotinên Bariş Ûnlû; ”Peymana ku bi nivîskî nehatiye mohrkirine yek jî xalên xwe yê girîng ew e ku, li hember kesên ku ne misilman û ne Tirk in çi di milê siyasî û çi jî di milê ilmî de qedexeya ku xebatan werin meşandin e.

Bi gotinên din, dema ku li hember kirinên dijî kesên xeyrî misilman (taybet jî Ermenî) û Kurdan nayê axiftin û nayê nivîsandin dikare ji îmtîyazên tirk bûyînê re sudwere girtin. Lê di heman Hevpeymanê de tê nîşandan ku ger li gorî vê tevgerînek nebe cezayên pir giran wê hebin.”

Ev hevpeymana dijî Ermenan di pevojaya Şerê Cîhanê ya Yekem de çawa hatiye kar anîne herkes dizane. Bêguman yên ku di xebatên Îttîhadî Terakkî de cihê xwe girtin tenê tirkên faşîst û Tirkperest nebûn. Gelek hewîrdor û taybet jî gelên din yên ku di milê olî de misilman jî bi şêweyekê ji bo ku ji mal û mulkên Ermenan feyde dîtin xwe bêdeng û ker kirin û pirî caran jî tevlî kirinên kirêt bûn.

Lê pê re jî dema ku ev dijminatî berî xwe di salên 1925’an de da ser Kurdan îcar hinek baskên dîtir yên vê peymanê ji bo feydayên xwe yê maddî û caran jî manewî xwe ker û lal kirin. Heta gelek caran tevlî wan kirinên derveyî mirovî bûn.

Em bala xwe bidin ê ji ber vê hevpeymana ne nivîskî bi salan yek nivîskarek, yek rewşenbîr û hunermendek tirk an jî yên ku xwe tirk didîtin ne nivîsandin û ne jî birînên Kurdan anîne ziman. Berovajî çi rewşenbîr, çi hunermend, çi nivîskar, çi siyasetmedar, çi çep, çi hewîrdorparêz û çi jî oldarek qirkirinên ku dewleta tirk kirine parastin û her tim Kurd hov û neheq raber kirin.

Hevpeymana Tirkîtî him di milê sudwergirtinê de rol leyist him jî di cezakirinê de. Dema ku li gorî hevpeymanê tevgerînek çêbûye îmkan hatine dayîne û îmtîyaz pêşketine. Kesên ku li gorî vê hevpeymanê tevgerîne çi di qada siyasetê de, çi di qada karmendî de, çi burokrasî de, çi akademiyan de, çi dadgerî û qada hûnerî de dikarîbûn pêşbikevin. Lê dema ku ne li gorî hevpeymana ne nivîskî tevgerîne hemû tişt bûne asteng e û heta tenê rêyek hatiye nîşandan e, ew jî, an zîndan an jî rev bûye.

Ji ber wê jî bi salan gelekan sekna sê meymûnan bi hostayî leyistin. Meymûnên ku ne bihîstin, ne dîtin û ne jî gotinek gotin, di esasa xwe de rastiya vê Hevpaymana Tirkîtiye. Lê kengî dema ku caran di nava dewletê de gotinên nerm û çêkir wek dema Ozal pêşketin hinek kesa hinek tişt anîn ziman. Di salên 2000’î şûn ve jî dema ku di nava rejîm de hinek nakokî pêşketin jî hinek tişt derbarê Kurdan hatine gotin û hatine nivîsandin.

Bila were bîra me di pêvajoya Newroza 2013’an şûn ve çendî rewşenbîr, hunermend, akademisyen, siyasetmedar, kesê civaknas, demokrat, oldar û her wiha ser Kurdan û ji bo Kurdan axivîn. Çendî netewperestiya dema Terteleya Dêrsîm û her wiha rexne kirin. Çendî xebatên nû derbarên civaka Kurd û li ser biratiya Kurdan hatine nivîsandin! Bêguman çiqasî di dîrokê de Kurd birayên tirkan in jî.

Lê wa demeke –taybet jî di 24’ê tîrmêha 2015 vir de- dewlet Kurdan bi projeya Anîne Çokan dike hedef. Êrîşên nirxên wan dike. Destdatîne ser Şaredariyên wan. Êrîşa dibe ser erdnîgariya wan. Kurdan wek Bizina Tawanbar nîşan dide û Netewperestiyê gûr dike.

Pir balkêş e ku em gotinên Bariş Ûnlû derbarê Hevpeymana Tirkîtiyê de carek din bi zîndî dijîn. Qaşo ew ê demokrat, ew ê oldar, ew ê lîberal, ew ê rojnameger, ew ê werzîşwan, ew e hûnermend, ew ê akademîsyen, ew ê muhalîfên Erdoxan, ew ê civaknasê sîvîl, ew ê sendîkalîst, ew ê feqîr û fuqara, ew ê bêkar û bêşuxil û heta ew ê ku li Erdoxan dûrketin û ji wî ne rehet bi yek dengî dijî Kurdan bi Netewperestî li kolanan ji bo dagirkirina Rojava li çepikan didin. Di kuştina Kurdên misilman de bêyî ku êşek bijîn di Camiyan de fetvaya kuştina Kurdan didin.

Hevpeymana Tirkîtî ev e bi xwe ye. Hevpeymana ku kesên bê vîn ango bê îrade dike rewşa kerîbûyîn e. Kerî jî çawa tên ajotine herkes bi çavên xwe dibîne û dizan e.

 

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.