Farûk SAKIK
Hertiş piştî Peymana Lozan destpêkir. Tirkan sozdan kurdan û pêkneanîn. Kurdan serhildanek bi Şêx Saîd dane destpêkirin û biserneketin.
Piştî vê yekê dewleta Tirk li hember kurdan pêvajoya tunekirin, îmha kirin û asîmlasyonê da destpêkirin. Îsmet Înonu, ji bo siyaseta xwe ya li dijî kurdan a nû, xwest raporek were amadekirin. Wî yek xwest, lê 3 rapor hatin amadekirin.
1- Rapora Renda: Abdulhalik Renda amadekiribû. Digot: Dibe, Tirk li heremên kurdan werin bicîh kirin û hin gundê Tirkan yên nû werin avakirin. Divê zimanê Tirkî li vê heremê bibe zimanê serdest. Ji bo vê yekê jî, dibe dibistan û bi taybet ji dibistanên zarokên keç werin çêkirin.
2- Rapora Cemîl Ubaydin: Dibe, ji hin deverên dina mihaciran bînin û li van hereman bicîhkin da ku nifûsa Tirkan bibe nifûsa serdest.
3- Rapora Serfermandariya Artêşê. Dibe, demografî were guhertin ku asîmlasyon pêkwere.
Piştî van raporan dest bi xebatan kirin ev 3 rapor yek bi yek, xal bi xal li Kurdistan pêkanîn. Bi ser jî ketin. Kurd hatin asîmle kirin. Demografî hat guhertin. Kurdan dest bi înkara xwe kirin. Û ev bêdengî bi salan dewamkir.
Her çiqas car caran hin serhildanên heremî pêkhatin jî, lê di esasê xwe de, bêdengî hetanî sala 1984’an, hetanî ku PKKê şerê çekdarî da destpêkirin, dewam kir.
Ocalan û PKK ew bêdengî şikandin. Ew asîmlasyon dane seknandin û ew kurdên li çiyayê Agirî hatibûn bêtonkirin ji nûde zindî kirin.
Dest bi êrîşan kirin, bi serneketin.
Kurdistan talan kirin, bi serneketin.
Komplo dane destpêkirin, bi serneketin.
Berovajiyê van yekan roj bi roj destketiyên kurdan zêde bûn. Dixwestin vê plana Îsmet Înonu ji nû de bixin meriyetê. Lê li pêşiya wan astengiyek mezin hebû; PKK.
Ji kurdan dixwestin bi PKK’ê têkiliyên xwe û piştgiriya xwe qût bikin. Nebû.
Ji bo pêşî girtinê, êrîşên dagirkeriyê da destpêkirin. Li Bakûr bajar hatin ruxandin. Demografiya hin hereman hat guhertin. Piştî demek destdanîn ser hemû destketiyên kurdan. PKK neqediya..
Li Başûr dagirkeriyek taybet hebû. Li aliyek dixwest tevgera azadiya kurd tunebikin û li aliyek jî dixwestin sîstema Başûr tunebikin. Wan dîtibû û bûbûn şahid dema ku 2015’an de DAÎŞ êrişî vê heremê kir, gerîlla li hewara wan çûbû. Îroj wê bihêsanî negehîştina hedefên xwe ji bo wê diviya PKK were tunekirin. Û wiskirin êrîşî Başûrê Kurdistan kirin. PKK neqediya..
Li rojhilat ji bo kurd nebin xwedî statuyek, bi dewleta Îranê re li peyman li ser peymanan îmzedikirin. PKK neqediya..
Kurdan, piştî şoreşa Rojava, sîstemek nû ya rêveberiyê ji xwe re avakirin. Ev xweseriya Demokratîk ku di bingeha wê de ramanên Rêber Apo hebûn, li çar parçeyên Kurdistan û Rojhilata Navîn belav di bû. Ji rêveberiya Rojava xwestin hemû motîvên PKK’ê werin paqijkirin. Nebû. PKK neqediya..
Ev êrîşên dewleta Tirk ne li dijî gelê kurdan bû. Bi tenê li dijî PKK’ê bû. Wan baş dizanibû ku bi tunekirina PKK’ê ancax digihîjin hedefên xwe.
Digotin ku kurd werin tunekirin jî, wê PKK ji nû de kurdan zîndî bike. Dibe ku PKK were tunekirin. Bi vê hişmendiyê êrîşî PKK’ê dikirin.
Lê PKK’ ji bo kurdan êdî wek hêviyek bû. Ev hêvî, bi taybet, dema êrîşên dagirkeran destpêdikir derdiket holê. Herkes jihev dipirsî; Ka PKK li kudere? Çima li metrepola nîne? Çima sitratejiyek nû bipêşve naxe? Çima tol-heyf nagire? Ew li du bersivên van pirsan nebûn ew behsa hêviyên xwe dikin. Bê ku bersiv bigirin dibêjin; Divê em wek mertalên zindî PKK’ê biparêzin. Divê em li qadan bi dost û dijmin bidin zanîn ku emê li vê tevgera xwe xwedî derkevin. Û derdiketin kolanan bang dikirin, “PKK gele, gel li vêdere”.






