Sîpan ŞÎNDA
Komara Tirk, komareke li ser rijandina xwîna Kurdan hatiye avakirin. Di destpêka avakirina komarê de, sazûmankarên komarê digotin emê komareke “şoreşger” li himberî mêtîngeran û emperyalîstan avabikin. Lê çawa komar ava bû û ji aliyên hêzên navnetewî ve hate naskirin, êdî ew gihabûn armanca xwe û “şoreşgeriya” wan wergeriya mêtîngeriyê. Ji xwe komara wan bi xwe dewama dewleteka mêtînger bû. Ew xelefê Osmaniyên bi sed salan di rojhilata navîn de mêtîngerî kiribûn. Ango selefên wan bi kuştin û qetlîaman desthilatdariya xwe şeş sed salan domandin. Jixwe rêveberên komara nû ji leşkerên dewleta osmanî bûn. Ji ber wê ew hostayên planên hovane bûn.
Dema Serhildana Agirî dewam dikir, di wê navê de çend serhildanên biçûk lê Kurdistana Bakûr çêbûne. Armanca van serhildanan ji ewe ku piştgiriyê bidin Serhildana Agirî. Di 21’î Çileya 1926’an de li Hezo, di 26’î Gulana 1927’an de li Norşîn, di 7’î Cotmeha 1927’an de li Bicarê, di 22’yî Gulana 1929’an de Resul Axa, 14’yî Îlona 1929’an de li Tendurekê, 20’î Gulana 1930’an li Stewrê, 20’î Hezîrana 1930’an li Zîlanê, 16’î Tîrmeha 1930’ê li Colemêrgê li dijî komara mêtînger serhildan çêdibin. Di van serhildanan de çend hezar kes hatine qetilkirin tu kes nizane. Ji nav van qetlîamên hatine kirin de ya herî mezin li Geliyê Zîlan çêdibe. Dewleta tirk ji bûna Serhildana Agirî bişkîne, hemû riyên hovane bikar tîne. Dora Zîlanê digire û 44 gundan bi mirov û sewalan ve dişewitîne. Bi dehhezaran mirov li Geliyê Zîlan de kom dikin û bi çekên giran li wan direşînin. Herweha bi balafirên şerî ji herêmê bomberan dikin. Bi vê ji namînin, li gor gotinên şahidên qetlîamê, bi singuyan ji birîndar temam dikirin û zikê jinên hemle bi saxî di qelaştin. Li gor belgeyên demê 15 hezar kes, lê li gor çavkaniyên alternatîf û çend kesên ji qetlîamê felitîne, ji 40 hezarî pitir Kurd di Geliyê Zîlan de hatine qetilkirin. Şahidek û mexdûrek yê qetlîama Geliyê Zîlan ji Tahir Nas ê 101 salî ye. Ew dibêje: “Leşkeran em di gelî de komkirin. Çekên giran li ser girî danîn û ji me re gotin ne revin, emê çekan li ser we re bavêjin. Dera ez lê 2-3 hezar mirov lê kom kiribûn. Hemî kuştin. Ez ji lingê xwe birîndar bûm û ez revîm. Pişt re ji hatin li nav wan terman geran, birîndar giş dan be singuyan û hemî temam kirin. Jinikek hemle bû, leşkerekî ew da ber singuyan û hewlda ku gustîlka wê ji tiliya wê derbixe; jinikê talîyê de pehînek li singa leşkerî da û paşê ji can da. Min ji ev hemî bi çavên xwe dîtin.” Serok wezîrê demê Ismet Înonû yê destê xwe bi xwîna Kurdan şûştî, di daxwiyaniyeka xwe ya di 31’î Tebaxa 1930’an de wiha dibêje: “Di vî welatî de tenê netewa tirk dikare daxwaza mafan bike, ji xeynî wan tu kes nikare teleba çi mafan bike.”






