Qasim ENGÎN
Dewleta tirk sedsale bê navber hewldide ku serê Kurdan dayne û Kurdan bîne çokan. Çok danîna Kurdan mabesta herî esasî ya dewleta tirk e. Çok danîn di bingeh de teslîmiyet ango xwe radestiye. Ji ber wê jî dirûşma herî sereke ya dewleta tirk her tim û her daîm ev rastiye.
Bila gotinên wêzîrê dadê Naziyan Mahmûd Esad Bozkûrt di salên 1933’an de wek: “Tirk, yekane efendî, yekane xwediyê vî welatî ye. Yên ku ne ji nîjada saf a Tirk in, li vî welatî tenê xwediyê mafekî ne. Mafê xizmetkariya Tirkan, mafê xulamtiya Tirkan ” werin bîra me.
Bila nivîsên rojnameyên tirk yên di salên 1930’an de dema Berxwedana Îhsan Nurî Paşa de jî bi gotinên: “Li girên çiyayê Agiriyê, qasî 1500 eşqiyayî hene ku ketine qulan. Balafirên me bi dijwarî bombeyan li ser eşqiyayan dibarînin. Çiyayê Agirî, timî di nav teqîn û lêdanê de dinale. Bazên hesin ên Tirk, hesabê asiyan paqij dikin. Gundên ku eşqiya çûyinê, bi temamî tên hilweşandin. Yên di herekata Zîlanê de hatin îmhakirin, nêzî 15 hezaran e. Çemê Zîlanê heta ber dev tijî cenaze bûye… Di nav vê hefteyê de wê harekata paqijkirina çiyayê Agirî dest pê bike” werin bîra me.
Lê pêwîst nîne ku em dûr biçin, heman gotin û nivîs dikarin îro jî di rojnameyên tirkan de û di heman demê de di devê siyasetmedarên tirkan de jî werin xwendin û bîhîstin. Sed sale ji bo ku bîrawerî û mabesta netewperestin tirkan dijî Kurdan yeke, û mabesta wan Kurd anîne çokan e yek mîlîm guhertinek di kirinên feraseta netewperestiya tirkan de nîne. Çi rojname û çi jî gotinên siyasetmedaran îroyîn heman kirinên beriya sed salê radixin berçavan e.
Netewperestên tirk bi dîroka bav û kalên xwe yê Osmanî dizanin ku Serê ku were danîn carek din ranabe. Osmanî bi ezmûna xwe ya kirinên li ser zarokên Balkanan dizanin ku yên ku serî wan hatine tewandin êdî ne gengaz e ku rabin ser piyan. Berovajî yên ku serê wan hatine tewandin madeya herî pêş yên kar anînê qirêjin.
Ger ev rastiya dewleta tirk û tirkperestan bibe, wê demê karê herî sereke ew e ku li dijî êrîşên tirkan tucaran serî nayê tewandin. Berovajî pêwîste ku di hemû aliyan û li her cihî li dijî êrîşên serê tewandinê Kurd bitekoşin.
Stratejiya dewleta tirk eşkere û diyar e, ew jî Antî Kurd bûyîne. Li ku derê destkeftiyek Kurda hebe tine kirine. Ger Kurd biçin û li Arjantîniya ji xwe re cih û warek ava bikin wê dîsa jî tirk -taybet jî Erdoxan û Bahçelî – tucaran nepejirînin. Di vê wateyê de kîjan Kurd û Kurdê kuderê ne girîng e. Yek şertê wan heye, ew jî Kurd gerek serî danîbe. Ger Kurdek hebe û serê xwe nedanîbe ew Kurd xetere û hedef e.
Bi ezmûnan sabîte ku Kurdê serî netewandî teqez xetere. Û ew ê -çi dibe bila bibe- rojekê teqez xwedan axa bav û dayikên xwe derbikeve. Rastî ev e!
Tirkên netewperest dikarîn; Ermenan, Sûryan-Keldanan, Ruman, Pontusan, Çerkezan bi qirkirinan ji rojeva xwe derbixin. Lê ruxmê ku Kurd di qirkirinan re derbas kirin nekarîn bi tevahî ji holê rabikin. Ji ber ku Kurdan serî danîn.
Lê em bizanin ku wek Osman Sebrî gotî: Serê ku tê danîn tucaran carek din ranabe.
Ji bo ku serê me daneynin hemû bi hevre her tim berxwedan!






