Mihemed ŞAHÎN
Dewleta tirk bi êrîşa xwe ya li dijî Rojava di qada navneteweyî de ketiye rewşeke trajîk. Heta ji wî jî wêdetir ketiye rewşeke trajîkomîk.
Dewleta tirk navê êrîşa xwe ya dagirkeriyê danî “kaniya aştiyê” û hewlda cîhanê bi wî navî bixapîne. Lê berxwedana Rojava ya 9 rojan rûpoşa wan xist û hemû cîhanê dît ku operasyona dewleta tirk operasyona herikandina xwîna kurd e. Ji raya giştiya cîhanê bigrin heta siyasetmedaran, hemû kesî êrîşa dewleta tirk wekî dagirkerî û şerê li dijî hebûna kurd pênase kirin. Lewre yên ku pêşî li êrîşkariya Erdogan vekirin neçar man êrîşê rawestînin û Erdogan û Trikiyeyê ji rewşa kambax û ji trajediyeke dijwartir rizgar bikin.
Êrîşa Erdogan a li dijî Rojava, şerê dewleta tirk a dused salî li dijî neteweya kurd dimeşe teşhîr kir û berxwedana kurd jî di asta herî jor de rewa û meşrû kir. Di nava raya giştî û di çapemeniya cîhanê de Erdogan wekî kesekî “dîktator, kujer, qatil û tunekerê civaka kurd” tê pênasekirin. Berxwedêrên kurd jî wekî kesên leheng û parazvanên rûmetê tên pênasekirin. Di asta herî jor de muxatab tên girtin û wekî mêvanên rûmetê yên herî qedirbilind tên pêşwazîkirin.
Ji bo fêmkirina trajediya Erdogan û hikûmeta wî ez dixwazin çend mînakan bi we re par ve bikim.
Ji bo Erdogan dest bi êrîşê neke û nekeve nava vê trajediyê Trump wekî hişyariyê nameyek ji Erdogan re dişîne. Di wê nameyê de gelek heqaretên giran li Erdogan dike û jêre dibêje “bûdala nebe” Lê ew name demeke dirêj ji raya giştî ya Tirkiyeyê hat veşartin. Piştî ku rojnameyeke Emerîkî name weşand û deşîfre kir, Erdoganê ku di sayeseta xwe de tu pîvan, exlaq û edeb nasnake got “me ji ber edeba xwe” bersiv nedaye nameya Trump û bû pêkenokê cîhanê.
Erdogan bi artêşa xwe û bi sed hezaran bermahiyên çeteyan, bi tang, top, balafirên şer û çekên herî giran êrîşî Rojava dike û şerekî bê eman li Rojava diqewime lê gotina “şer” qedexe ye. Bi navbeynkariya Emerîka û Rûsyayê peymanên agirbestê tên destnîşankirin lê peyva “agirbestê” qedexe ye.
Di Meclîsa Trikiyeyê de tezkere tê erêkirin, biryara şer tê dayin, şer heye, agirbest heye lê peyva “aştiyê” qedexe ye. Redkirina şer û xwestina aştyê qedexe ye. Bi sedan kes ji ber peyvên “şer” û “aştyê” tên binçavkirin û cezakirin.
Kovara Fransî ya bi navê Le Poînt li ser rûpela xwe ya yekemîn wêneya Erdogan dide û di bin wêneyê de dinivîse “qirker û tuneker”. Ya trajîkomîk ewe ku” kovar li Parîsê derdikeve lê parêzerên Erdogan bi hinceta sucê “heqareta li serokomar” serî li serdozgeriya Enqerê didin. Ji bîr dikin ku li gorî qanûnên Fransayê sûceke “heqareta li serokomar” tune ye û destê serdozgerê Enqereyê jî nagihije Parîsê.
Senatorên Amerîkayê yên sereke fermandarê QSD’ê yê giştî Mazlûm Ebdî vedixwînin Emerîkayê û ji bo bi lezgînî vîze were dayin dikevin nav liv û tevgerê, serokê Amerîkayê Trump di peyama xwe de jê re dibêjê ez bêsebrim ku bi hezkirineke mezin te li Qesra Spî pêşwazî bikim. Lê aqilmendên hikûmeta Erdogan demildest ji bo girtina Mazlûm Ebdî bultena sor derdixin û dibêjin hewceye hûn wî radestê me bikin. Wekî belengazan li bendê ne ku Emerîka mêvanê xwe yê vexwendî yê qedirbilind radestî wan bike.
Li gel gelek dîmen, wêne û daneyên şênber ên ku tifaqa Tirkiyeyê û DAIŞ’ê radixistin berçevan û hevkariya wan misoger dikirin jî Erdogan û wezîrên xwe her carî qala şerê xwe yê li dijî DAIŞ’ê dikirin û hewl didan tifaqa xwe ya bi DAIŞ’ê re binuxumînin. Lê di 27’ê cotmehê de serokê DAIŞ’ê Ebûbekir El Bexdadî li herêma di bin çavdêriya Tirkiyeyê de, li gundê Barîşa ya girêdayî bajarê Idlibê ya 5 km dûrî sînor û nêzîkê baregeha leşkerî ya Tirkiyê ku qaşo çavdêriya heremê dike de bi operasyona hevkar a QSD û Emerîkayê hat kuştin. Di heman rojê de berdevkê wî El Muhacirî jî dîsa li herêma di bin çavdêriya Tirkiyeyê de li Cerablûsê hat kuştin. Her du operasyon jî beyî agahdarkirina Tirkiyeyê pêk hatin. Ya herî girîng jî di van operasyonan de baregeha NATO’yê Încîrlîkê tenê 100 km dûrî heremê ye nayê bikar anîn, baregeha leşkerî ya Hewlêrê ya ku 700 km dûrî heremê ye tê bikaranîn.
Niha cîhan hemû vê pirsê dipirse, Bexdadî gelo çima ne li Iraqê, ne li Sûriyeyê, ne li herêma Rojava û ne li devereke din nekarî ji xwe re ciheke ewle bibîne, lê çima karî li herêma di bin çavdêriya Tirkiyeyê de ji xwe re ciheke bi ewle bibîne û bi cih bibe.
Piştî van geşedanan ji hêla raya giştî ya cîhanê ve hatiye fêmkirin ku heremên ewle yên ku dewleta tirk dixwaze ava bike ji bo pêkanîna ewlehiya çeteyên bermahiyên DAIŞ, El-Qaîde, El-Nusra û yên dûvikên wan in.
Gotineke pêşiyan heye dibêje, ‘xweda kesî şaş neke, ku şaş kir bi erdê ve kaş neke’.






