Derwêş M. Ferho
Di destpêka sala 2018 de pirtûkek[1] 200 rûpelî li dijî Kurdan hatibû weşandin li dehhezaran malên Flaman li Beljîka û Holanda hate belavkirin. Nivîskar Harun Yahya ye ku di eslê xwe de Adnan Oktar e. Kesekî bi karê tarî û qirêj dewlemend bûye. Ji serî heta dawî pirtûk bi zimanekî lewitî û bê esas dijî Tevgera Azadiya Kurdistan hatiye nivîsandin.
Pirtûk di dema êrîşên dewleta Tirk ji bo dagirkirina Efrînê de hate belavkirin. Herçend navbera hikûmeta Tirkiyê û xwediyê vê pirtûkê li hev xuya nekin jî meriv dibîne hêzên li ser desthilatdariyê û yên di muxalefetê de çawa bi heman awayî li dijî Kurdan tev digerin. Mêjî li ser Kurd û Kurdistan yek e. Kêm kesên xwedî wijdan, demokrat ku li ser vê pirsê duruste kêm in û pirraniya wan jî ya bazdayî ne, yan di girtîgehan de ne. Meydan ji derû, xap û bêrêziyê re maye.
Ludo De Brabander, pirtûka bi navê Utopya Kurdî (De Koerdische Utopia)[2] ji ber vê sedemê nivîsandibû û xetera li hember Kurdan û dek û dolabên dewleta Tirk li hember merovatiyê darîçav dike.
Ji bo her du alîgirên rayedar û yên muxalefetê (ew kêm kesên xwedî wijdan ne di nav wan de) çend wiha hene ku dewleta Tirk rê ji xwe re li ber zext, zor û zilmê di hember azadîxwaz, demokrat, xwedî wijdan, bi taybetî Kurdan de veke. “Terorîzm”, “parçekirina Tirkiyê”, “dijminên hundir û derve”! Ev gotin her tim hatine bikaranîn ku hemû mafên mirovan û gelan binpê bike. Bi vî awayî rê li ber çareserkirina şêweyeke demokratîk digire. Vê siyaseta xwe li nava Tirkiyê, li nav cîranên xwe û li nav dewletên Ewropa, Amerîka û Rûsya jî pêk aniye û hêjî tîne. Li nav welêt ev derû û xap bi pirraniya civaka xwe daye bawerkirin. Li welatên derdor daye pejirandin ji ber ev yek ji wan re jî bi fêde ye. Li welatên din, Ewropa, Amerîka, Rûsya û hwd ev yek di nava çarçoveya berjewendiyên pirralî de li hesabê wan tê.
Dewleta Tirk êrîşa dagirkeriyê ya vê dawiyê li hember rêvebiriya Rojava bi heman derû û xepan da dest pê kir. Vê carê jî civaka li hundir, alîgirên hikûmetê û yên muxalefetê jî, bi awayekî eşkere piştgirî kirin. Lê hêviyên dewleta Tirk ji raya navneteweyî re vê carê şikestin. Pirr kêm hikûmet di daxuyaniyên xwe de ev siyaseta qirêj erê kir. Pirraniya hikûmetên YE û yên din ev siyaset û êrîşên dewleta Tirk mahkûm kirin. Raya Giştî ya navneteweyî jî bi pirranî li pey tevgera Kurdan rawestiya û li dijî kiryarên dewleta dagirker kete nava çalakiyan.
Raya Giştî bi vê helwesta xwe ji hikûmetên xwe re baş dan xuyakirin ku bi terorîzekirina Tevgera Aazadiya Kurdistan re dibe hevkarê siyaseta dewleta Tirk û rê Ii ber hemû pêvajoyên demokratîk ji bo çareseriyê digire. Di pirraniya daxwaz û insiyatîfên raya giştî de zelal xuya ye ku hikûkmetên wan êdî nabin maşika ber destê dewleta alîkarê hêzên mîna DAIŞ’ê. Li gelek welatan di çapemeniya xwedî erk û rûmet de jî serokê dewleta Tirk bi terorîstî û serokê rastî yê DAIŞ’ê hate binavkirin.
Di vê çarçoveyê de divê xebata me Kurdistaniyan di qada navneteweyî de berdewam be. Eşkerekirina rûyê qirêj yê dewleta Tirk her diçe bi vê xebatê zêdetir xuya dibe.
Di vê navberê de em dîsa bi bîr bînin ku dadgeha Brukselê di dawiya 2017’an de di biryara xwe de Tevgera Azadiya Kurdistan, PKK, hêza Kurdî, rêk û pêk, bi disîplîn û xwedî rêz bi nav kir. Ango meriv nikare wê wek terorîst bi nav bike. Dewleta Tirk dîsa îtîraza xwe kiriye û ewê di mehên pêş me de were xuyakirin ka dadgeh dom bike yan na.
[1] ‘De verraderlijkheid en de wreedheid van de PKK.’
[2] https://ronahi.net/ku/index.php/2018/12/17/utopya-kurdi-ludo-de-brabander/






