Medenî FERHO
Ewropa ku wek “kampa demokrasî” tê dîtin, di detspêkê de Erdogan destek kir. Hîtler jî di destpêkê de, ji aliyê sosyal demokratan ve hate destekkirin!.
Hemberî ku di şerê 2.mîn yê cîhanê de faşîzm hate mahkûmkirin, her dem, li aliyekî cîhanê, emperetoriya tirsê hebû, bloka demokrasî jî destek da wan.
Tirkiye, di şerê 2.mîn de ligel Hitler cih girt, piştî têkçûna Hitler ref guhert û bi formatên faşîst, Tirkiye kire dojeha gelan. Ya rastî, faşîzma Erdogan, di dema “bihara gelan” de eşkere bû, lê bloka demokrasî, destdirêjiyên li Misirê, Lîbya û hwd, bi manewreyên siyasî û diplomatîk berteref kirin.
Lê, wek mînaka Hîtler, piştî ku faşîzma Tirk, êrîşî Rojava û Bakurê Sûriyê kir, dereng jî be bloka demokrasî kete nava tevgerê.
Hevkariya Erdogan bi DAIŞ û El-Nusra re, dagirkeriya Efrînê, florta bi Rûsya re, êrîşên li Rojhilatê Firatê, lîstika li Helebê jî, bloka demokrasî ji xewa berjewendiyan şiyar nekir.
Koalisyona Navdewletî jî di nav de, hêzên navendî yên cîhana kapîtalîst, mirovahî û demokrasî ne parastin. Ev dirûtî, di pêvejoya bihara gelan de jî hate xuyakirin. Bûyera rojane, li Tunusê dest pê kir, wek kevirê domîno, ji Tunusê heta bi Şamê, heta Sana, Qahîre û Manama e belav bû, lê daxwazên komên xelkê bersiv nedîtin.
Bihara gelan, bi bûyereke jiyana rojane dest pê kir, lê bi hezaran bûyerên wek maxma di mêjî û hastên komên xelkê de dikeliyan hebûn. Sedem jî siyasî, civakî, dîrokî-sosyolojîk bûn.
Di encamê de, hêzên serdest raperîna gelan perçiqandin, hin lîder berteref kirin, hin lîder parastin, yanî di gotina “maqas guhertin” pêkanîn. Li Tirkiyê rewşek cûda hebû; Ji avakirina komarê û heta îro, îdeolojiya Îttîhat Terakî, li ser bingeha “union boulding”-nifşê Turk-î îslam siyasetê dike. Înonu jî bi vê îdeolojiyê, li gel Hîtler cih girt. Erdogan jî, îro bi îdeolojiya RABIA, 4 yekan dewam dike.
Tirkiye, di her serdemê de dirû heraket kiriye, li ser sê-çar şelîtan cambazî kiriye.
Wezîrê karên derve yê wê demê, piştre Serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Dawudoglu, digot; Tirkiye ji bo herêmê mînak e û çavkaniya demokrasî ye, pirsgirkên me bi cîranan re di “sifir noqtê” de ne, lê 8 bajarên Kurdan li erdê yeksan kirin, gefa torosên spî li Kurdan dixwar û piştre xaka Iraq (Başûrê Kurdistanê) û Sûriyê, (Rojavayê Kurdistanê) dagir kirin. Yanî, sifir pirsgirêk, dihate wateya qirkirina Kurdan.
Korîtiya “bloka demokrasî” jî, di gotinên hin lîderên Ewropî û Emerîka de tê dîtin, her dem, ji bo demokrasiya Rojhilata Navîn, modela Tirkiyê didine xuyakirin. Ew jî baş zanin ku faîsîzma Tirkiyê bi fîgurên nijadperestî, argumentên netewparêzî û sekulerî dagirtî ye. Komar hiqûq dikuje, edaletê tune dike, qanûn û destûrnameya wê jî gelên Tirkiyê red dikin.
Bloka demokrasî her dem gotina; “divê dewletên misilman, jiyana demokratîk biparêzin”, lê dema ku Erdogan, li Bakurê Kurdistanê komkujiyan dike, bajaran li erdê yeksan dike, çeteyên DAIŞ’ê û hwd, destek dike, bloka demokrasî bêdeng dimîne.
Ev bêdengî giha qonaxa dagirkirina Başûrê Kurdistanê –xaka Iraqê-, giha qonaxa dagirkirina Rojavayê Kurdistanê, xaka Suriye. Bloka demokrasî, rastî dît, dereng jî be ligel Kurdan cih girt. Lê Rûsya û Emerîka, bi têkiliyên pragmatîk di kesayeta Kurdan de, nirxên mirovahiyê bin pê dikin.
Di şerê 3.mîn yê cîhanê de, aktorê sereke yê hevsengî û demokrasiyê Kurd in, ne Tirk, ne Erdogan, ne çeteyên wan in. Faktora Îranê li aliyê din e!.
Tirkiyê, sîstema dewşîrme didomîne û çeteyan kom dike. Ev çete, ji bo Israîl û tevahiya cîhanê metirsiyek mezin in. NATO mudaxeleyî Lîbya kir, çete hebûn; di dagirkirina Rojava de, dîsa çete hene û bavê çeteyan Erdogan heye, çima mudaxele nake?.






