Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

HEVKARIYA ERDOGAN Û DAIŞ`Ê CAREK DIN ÎSBAT BÛ

30/10/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Ji Îmraliyê pêşniyarên aştiyê ji bo Sûriyê
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî BEDRAN

Tirkiye, bi destê rêveberiya nijadperest û faşîst çi kiribe, bi ermanca tunekirina Kurdan kiriye û heta niha jî dev ji vê hedefê bernedaye. Wan li Bakurê Kurdistanê, bi qasî çil salan, bi derbeyan, komkujîyan, valekirina gund û bajaran, bi zordestiyê xwest kurdan bipelçiqînin û heta niha jî  bê navber zordestiya xwe li ser Kurdan dewam dike. Ji bo tevahî komkujiyên li ser kurdan, destpêkê gelê Tirkiyê bi  kampanyayên nijadperest û şovenîst amede kir.  Wan gelê xwe di her milî de dîl girt û zivirand amûreke ku  li ser gelê Kurd qirkirinan pêk bîne.

Gelê Kurd û yên Tirkiyê, di encama têkoşîna bi hezarê salan destkeftiyên ku yên demokratîk bi destxistin hemû pûç kirin. Derdora siyasî tim hat jehirkirin. Di şûna çanda jiyana hevpar a gelan, zimanek perçebûyî û dijmirovî hate bikaranîn. Di cîhanê de jî çiqas hêzên tarî, paşvero û navendî hene ji bo li dijî Kurdan bikar bîne bi wan re tifaq kir. Ji DAIŞ bigire heya El-Nusra, ji DYE bigire heya Rûsya çi kes nema ku pê re ji bo vê armancê hevkarî nekir. Di ortê de ne qanûn, ne dad, ne aborî, ne jî polîtîkaya derve hişt.

 

Cihê ku niha Komara Tirkiye ya sed salî gihiştiyê, dîktatoriya Erdoganek ku bi şêwazê faşîzima Hîtler li Tirkiyê serdest bû ye.  Tirkiye, hemû rist dane ber çav û bi cîhadistên weke El-Nusra û DAIŞ li derdora xwe kom kirine re, navên cuda cuda li wan kir û ew bi ser Kurdan ve ajotin. Erdogan Efrînê ji Kurdan paqij dike, li wan deran paqijkirina etnîkî pêk tîne. Niha jî bi heman rêbazan Li Girî Spî û Serêkaniyê pêk tîne. Bi artêşa NATO ku di destê wî de ye, li gel çeteyan êrîşî gelên Bakurê Sûriyê kir. Ew devera Sûrî a herî ewledar û rêveberiya herî demokratîk bû.

Li pêşberî çavên cîhanê dagirkerî pêk anî. Bi hezaran mirov kuştin û birîndar kirin. Bi sed hezaran kes cihên xwe derketin, hatin avêtin.  Gundên wan, bajarên wan wêran kirin.

piştî wê yekser çû ber lingê Pûtîn, ji bo  ku dagirkeriya xwe rewa bike bi peymana Soçî hîn zêdetir ji bo Sûriyê bûye belayeke mezin. Wî hewl da ku rêyên çareseriyê asteng bike. Tirkiyê hetanî erêkirina Rûsya û Amerîka negirtiba, wê nikarîba li Bakurê Sûriyê dagirkeriyê pêk bîne.

Tevahiya cîhanê dît ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD û berxwedana gel rê nadin ku dagirkerî pêk were. Ev berxwedan çavên raya giştî ya cîhanê vekir û eşkere kir ku Erdogan qirkirin û dagirkeriyê pêk tîne. Ger raporên çapameniyê rast bin, ew tiştê ku Erdogan weke herêma ewle bi nav dikir hate kuştin. Ev jî eşkere bû ku Erdogan ji bo kê herêma ewle çêkiriye. Ji bo Bakurê Sûriyê, gelek hêz hewil didin ku herêmek bi ewle çêbikin. Erdogan wî tiştî red dike.  Lê belê, li Idlibê bi cihên çavdêriyê û herêmên ewle yên ku amede kirine re, eşkereye ku ji bo parastina DAIŞ û El-Nusra ne. Kurdên ku mafê xwe yê herî xwezayî weke nasname û  hebûna xwe dixwazin, Erdogan wan wekî terorîst û hêzeke ku bê tunekirin dibîne û ji bo îmhakirina wan dikeve tevgerê.  Di rastiyê de, ew bi hişmendiya DAIŞ û El-Nusra re di aliyê nijadperestiyê de hevbeşin. Palpişat DAIŞ, El-Nusra û pêşengê wan Erdogan e. Gelê Kurd vê rastiyê dizane û hertim ev rastî aniye ziman. Eger ne wisa ba çima DAIŞ armancên xwe yên din berda, êrîşî Kurdan kir? Erdogan DAIŞ’iyan bi ser Kurdan ve anîn û xwest ku karê xwe yê qirêj bi wan bide kirin. Ne tenê DAIŞ ji sûçên dijmirovî, pêwîste Erdogan jî bê darizandin.

Ger bê bîra me, Erdogan li pêş kamerayan, “Kobanê ket û wê bikeve“ “di rêzê de Efrîn û deverên din“ hene digot. Ev gotin nîşan dide ku ew êrîşan plan û kordîne dike. Çima ewqes dixwest DAIŞ ser bikeve? Di bin de dijminatiya Kurdan heye. Erdogan dereca yekemîn berbirsyarê qirkirina li ser Kurdan tê kirine . Erdogan Sûriye ser û bin kir. Tevahî çeteyên çekdar li derdora xwe kom kirin. Li Serêkaniyê û Girê Spî jî vê yekê li ber çavên cîhanê didomîne.

Divê mirovahî dev ji van dîktatorên xwînxwar ên faşîst berde û pêwîste wan darezîne. Erdogan di wijdanê gelê kurd û mirovahiyê de mehkûm bû. Lê heke dadgehên navneteweyî wan sûcên mirovahiyê dadgeh nekin, sedema hebûna wan çi ye?

El-Bexdadî di binê şemsiya Erdogan de dijiya, ew dide xuyakirin ku çawa ji bo mirovahiyê xetereyek e?.

Ji ber vê yekê, pêwîst e Erdogan bi lez û bez ji Sûriyê  were derxistin û di bin çavdêriya hêzek navneteweyî de were şopandin. Yan wê ev herêmena di bin parastina Erodgan de ji bo rêxistinkirina DAIŞ û El-Nusra bibin herêmên rêxistinbûyînê û cihê bazariyê.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.