Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

BÊ NASKIRINA VÎNA GELAN WÊ TU PROJE PÊK NEYÊN

28/10/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Tayên spî û reş wê ji hev derkevin
Share on FacebookShare on Twitter

 Idrîs HENAN

Di karakterê şoreşa gelan a Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, li herêma Rojhilata Navîn kêliyên zayîna azadiyê têne jiyîn. Hawîrdora ku difin tije bêhna domana fabrîkeyan bûye, şerê hebûn û tunebûnê li dijî kêliya azadiyê dide meşandin. Hewl dide di malzarokatiyê de bifetisîne yan jî ji ber bavêje. Ji bebekê azadî re tu şansê jiyanê nahêle û tenê bijardeya ‘xweradestkirinê’ pêşkêş dike. Mirov dibêje qey ev dayîka serhildêr a ku zêdeyî heft salane bebekê xwe tîmar û dimêjîne, hesabê van rojan û vê dijatiyê nekiriye?. Ji her alî ve êrişên qirker, itîfaqên bincil û komployan li dijî îradeya vê têgîna azadî bi rê ve dibin. Difikirin êdî dema gav paşve avêtinê ye!. Li ser vê esasê jî yan mirin an jî demjimêrê paşve vegerînin. Ecêb û sosret in?!. Dixwazin bi rêbazên berê yên kuştin û qirkirinê cîhanê bi rê ve bibin û li gorî xwe, piştî ewqas kuştin û şehadet, çarenûsa gelan dîzayîn bikin. Bi rêbazên guherîna demografîk û sirgûnkirinê, cografyayê li gorî xwe ava dikin. Qey em di kîjan qirnî de ne ku ev tişt wisan bi hêsanî pêk were?. Eger di vê qirna zanista ferazî de kiryarên wisan pêkan bin, dêmekî sîstema navendî ku li ser bingeha tunekirin û serdestiyan avabûye, li hemberî kêliya azadî, li ber candanê ye. Ha îro ha sibe çûye?.

Tişta ku îro li qada Rojhilata Navîn rû dide, têkoşîna di navbera herdu modernîteyên demokratîk û kapîtalîst de ye. Ji ber rasthatina hinek berjewendiyan, herdu xet ta radeyekê paralelî hev û din bûn. Lê di tu deman de nabin yek. Di dawiya dawî de, xetek li ser hesabê xeta dîtir wê bi ser keve.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku landika xeta têkoşer a modernîteya demokratîk e, xeta demokrasî û azadiyê encamgir bûye. Bi xêr û ber bûye. Bebekê azadî bi ser lingan ketiye. Ev ciwantiya xeta azadî bi kêrî xeta dijber nayê. Ji bo hebûna xwe xeter dibîne ku pêwîste yan ji holê rake yan jî homojen bike ku di bin ebeya xwe de rohniya wê vemirîne. Ji lew re berê xwe da vê ezmûna demokratîk ku bandor li hêrêm û tevahî cîhanê kiriye, birîndar û lawaz bixe. Ango ji nav bibe û bi rêdana ji êrişên dagirkeriya Tirk re, rûbirûyî mirina muheqeq bihêle. Lê ev armanca wan li ser erdê pêk nehat. Dibe ku asta kuştin û kavilbûnê pir be, lê ya girîng parastina radîkal a xeta azadî û demokrasiyê ye. Hêvî dikirin di şexsê ezmûna demokratîk a tecrubeya Bakur û Rojhilatî Sûriyê de, van têgînan binax û sêwî bihêlin, lê tişta derketiye tam berevajî wan hêviyan bû. Kombûna li dora xeta demokrasiyê li her dera cîhanê, Kurdistan û hundir welêt de zêdetir bû. Weke werîsê mirovahiyê yê xilasiyê, gelên aşîtîxwaz û azadîxwaz qedera xwe pê ve girêdan. Ji lew re nûnerên xeta dijberl têgînên azadî û demokrasiyê li xwe poşmam bûn û ji nû ve berê xwe dan itîfaqa bi xeta demokrasiyê re. Lê di heman demê de ev lihevkirinên nû, nayê wê watê ku dest ji dijbertiya xwe berdane. Berevajî, bi taktîk û şêwazên dîtir li mekanîzmeyeke nû digerin ku vê xetê bi bin bixin.

Bi vê hewldana qelskirina xeta azadiyê re, kelûpelên modernîteyê ji nû ve deşîfre bûn. Di heman demê de hêza gerdûnî ya berxwedêr a gelan bi îradeya xwe ya azad, li cîhanê weke bijardeya gelan xwe da tivîkirin. Kuştina serokçeteyên DAIŞ El-Bexdadî û berdevkê wî El-Muhajir, diyar dike ev bebekê azadî ka çiqas xwedî hêze ku bê wî tu alî nikarin projeyên xwe bibin serî. Êdî dîzayîn û hevsengiyên ku li herêmê derkevin, dixwaze blokên nû, dixwaze terazûyên stratejîk bin, bê naskirina vîna vî gelî ne gengaze pêk werin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.