Sîpan ŞÎNDA
Dema mirov dîroka Komara Tirk dixwîne, di hemû pirtûkan de avakirina wê weke şoreşeke mezin û tekoşîneke li dijî mêtîngeriyê hatiye dayîn didin xuyakirin. Lê belê di derbarê Kurdan de ji avakirina wê hetanî îro, di rastiya wê de rûpelekî reş û tarî heye. Dema mijar dibe Kurd û mafê Kurdan, neyartiyek û bê tehmuliyek ewqasî mezin, kîn û nefreteke ewqasî kûr heye di nava rûpelên dîroka vê komarê de, nayê gotin. Ser de Kurd birayê wanin!. Lê ji roja ev komar hatiye avakirin ve, hemû daxwazên Kurdan weke sûc hatine dîtin; hemî Kurdên behs an jî daxwaza mafê Kurdan kirine, weke “eşqiya”, “terorîst” hatine binavkirin; qetilkirina wan bi fetweyên ola xwe dane helalkirin û hemû serhildanên Kurdan bi hemû rêbazên hovane hatine tepisandin. Her çend bi rêbazên hovane serhildanên Kurdan hatine tepisandin jî, Kurdan jî weke sond xwaribin, hingî sal li hemberî vê komara “şoreşger” serî hildane. Piştî serhildana Şêx Seîd têye têkbirin, Kurd dîsa xwe birêxistin dikin. Di 16 Gulana 1926’an de Serhildana Agirî ya yekemîn dest pê dike. Ev destpêka serhildaneke 4 salan bidome ye. 4 salên di dîroka Kurd û Kurdistanê de serhildêr; 4 salên bi şan û şeref; berxwedaneke bi egîdî û têkoşîneke bê navber. 4 salên ji agir û xwînê ji bo Kurdan. Ji geşkirina niştimanperweriya Kurd re, berxwedanek û rêxistinbûyîneke mînak bû. Piştî serhildana Agirî destpê dike, komara tirk dîsa dest bi vir, hîle û bêbextiyan dike û armanca wê ya yekem jî weke her demê reşkirina serhildêran e. Dîsa dibêje ev; “eşqiya” ne û ji aliyê “gawiran” ve têne şîretkirin û sîxdan. Herwiha dibêjin serkêşên wan Ermenî ne. Di vê navberê de ji aliyê Kurdên rewşenbîr û azadîxwaz ve rêxistina Xoybûn tê avakirin. Di nava van 4 salan de serhildan ji aliyê Îhsan Nûrî Paşa û hevalên wî ve li Çiyayê Agirî tê birêvebirin. Serhildan ne tenê li bakur, herwiha ji rojhilatê Kurdistanê jî piştgiriya Kurdan distîne. Serhildana Agirî di serî de artêşa tirk a dagirker dişkîne. Dewleta tirk dest bi propaganda weke efûyê dike. Lê Xoybûn bi biryar, li dijî artêşa tirk şer dike. Dibêje “Kurdino..! rom xayîn e, bextê wê tune!” . Dewleta tirk ji bûna Kurdan dorpêç bike, bi Îranê re dikeve têkiliyê û peymana xwe ya yekem a bi Îranê re di 22 Nîsana 1926’an de li hemberî Kurdan îmze dike. Piştî wê di sala 1930’an de bi alîkariya dewleteke din a dagirker Îranê, serhildan tê dorpêçkirin. Him ji hewa, him jî ji bejahî ve êrîşî çeperên şervanên Kurd dikin. Artêşa Îranê ji piştê ve li wan dide. Herweha dewlata Rûsya jî him bi aborî, him bi polîtîk, him jî bi awayekî psîkolojîk weke îro piştgiriya dewleta tirk dike. Piştî 4 salan Serhildana Agirî bi hevkariya dewletên Tirk, Îran û Rûsyayê tê fetisandin. Li gor belgeyan ji 15 hezaran zêdetir Kurd di Serhildana Agirî de hatine qetilkirin. Mixabin wê demê jî serhildana Kurdan a ji bo azadiyê, ji aliyê Netewên Yekbûyî ve çi piştgirî nedît. Lê belê agirê azadiyê yê ku di dilê Kurdan de venemirî. Her ku diçû gurtir dibû.






