Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

ERDOGAN, PIŞTÎ TRUMP LI BER PUTÎN JÎ ÇONG DANÎ

24/10/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Jehrkuja faşîzma Erdogan rûhê Kobanê ye
Share on FacebookShare on Twitter

 Mehmet ŞAHÎN

Erdogan û Trump hesab kiribûn ku dê herî zêde 2-3 rojan de berxwedana kurd têk bibin û erdnîgariya Rojava bi dagirkirinê radestî Tirkiyeyê bikin û bi qede. Ewqasî bi xwe bawer bûn ku wezîrê Erdogan Soylu di bernameya Tv de digot “2 deqe karê me heye em ê çareser bikin û vegerin”.

Lê hesabên wan hevûdu negirtin. Berxwedana şervanên kurd hemû hesabên wan ên kirêt serûbin kirin. Şervanên kurd piştî Kobanê destana duyemîn li navçeya Serêkaniyê nivîsandin. Bermahiyên çeteyan li gel hemû teknîk û çekên xwe yên herî giran nekarîn di 9 rojan de 9 metre pêş de herin. Li gel hemû hovaniya xwe nekarîn Serêkaniyê ku 10 metre di bin sînor de ye bi dest bixin.

Her roj 24 saetan bênavber bombardûman kirin, li ber çavên mirovahiyê çekên qedexe yên kîmyewî bikar anîn û dîmenên zarokên Helepçe û Hîroşîmayê careke din anîn bîra mirovahiyê û bi sedhezaran niştecihên kurd ji malên xwe koçber kirin lê dîsa jî nekarîn berxwedana şervanên kurd bişikînin.

Her ku şer dewam dikir sûcên wan ên şer giran dibûn û hêrsa wijdanê mirovahiyê ya li dijî Erdogan û Trump roj bi roj bilind dibû. Herduyan biryara şer dabûn hewce bû herduyan şer rawestandina. Yê ku bi biryara xwe rê li ber dagirkeriya Tirkiyeyê vekiribû Trump bû, yê ku di qada navneteweyî de herî zêde dihat rexnekirin û di wijdana mirovahiyê de dihat mehkûmkirin Trump bû. Lewre yê ku şer bida rawestandin jî hewcebû ew bûya.

Dewleta tirk di êrîşên xwe de tu pîvan û exlaq nas nedikir. Xaza kîmyewî jî di navde gelek sûcên şer ên giran pêk dihatin û Trump jî şirîkê wan sucan bû. Trump ji bo xwe ji tewanbariyên sucên şer rizgar bike neçar ma bikeve nava hewldanan. Di serî de ji fermandarê HSD’ê yê giştî Mazlûm Ebdî re telefon kir û der barê agirbestê de nêrîna wî girt, dû re jî ji Erdogan re telefon kir. Piştî ku Trump dît ku Erdogan di faşîzma xwe de israr dike biryar da ku şandeya xwe bişîne Enqereyê.

 

Lê beriye ku lijneya xwe bişîne Tirkiyeyê, Trump hewl da mirinê nîşanê Erdogan bide ku wî bi tayê razî bike.Trump nameya xwe ya ku di 9’ê cotmehê de ji Erdogan re nivîsiye û tê de heqaretên giran li Erdogan kirine bi raya giştî re parve kir, di heman demê de qala sucên şer û qala darizandina Erdogan kir, qala wêrankirina aboriya Tirkiyeyê kir, bi vana ve girêdayî di meclîsê de biryara ambargoyeke dorfireh hat kirin, dosyaya Halkbankê xist rojevê û lijneya xwe ji bo pêkanîna agirbestê şand Tirkiyeyê. Wekî ku ji Erdogan re bibêje tu teslîm nebî û daxwazên me qebûl nekî tuyê bibînî çi tê serê te.

Erdoganê ku rojek berê qibeqiba wî bû digot; ez lijneyê muxatab nagrim, muxatabê min Trump e, ez “terorîstan” muxatab nagrim û navbeynkariya tu kesî qebûl nakim û hetanî plansaziya me negihîje encamê em ranawestin û hwd. neçar ma li ber Trump çong dane û teslîm bibe. Di heman demê de Erdogan neçar ma bi navbeynkariya Amerîkayê vîna kurdê berxwedêr muxatab qebûl bike û agirbestê îlan bike.

Piştî îlankirina agirbestê bertek û nerazîbûnên di qada navneteweyî de derketin holê nîşan dan ku dê biryara agirbestê jî Erdogan ji wê çiravê rizgar neke.

Erdogan dît ku roj lê reş geriyaye neçar ma xwe bavêje ber bextê destbirakê xwe Pûtîn. Encamnameya ku piştî civîna Soçî hatiye eşkere kirin nîşan dide ku piştî Trump Erdogan li ber Pûtîn jî çong daniye û teslîm bûye.

Di encamnameyê de diyare ku Pûtîn dawî li xeyalên Erdogan a parçekirina erdnîgariya Sûriyê û dagirkirina 480 x30 km erdnîgariya Rojava û bicihkirina 2 milyon paneberên wî aniye û rêya derketinê ji niha ve nîşanê Erdogan daye. Her çiqasî hebûna dewleta tirk a li herêma navbera Girê Spî û Serê Kaniyê hatibe qebûlkirin jî ji bo ev hebûn mayinde nebe destûra avakirina 12 baregehên leşkerî yên ku Erdogan qal dikir nehatiye dayîn. Her wiha Pûtîn xeta Rûsya-Îran û Sûriye bi Erdogan daye qebûlkirin. Serweriya Esad a li ser erdnîgariya Sûriyê bi Erdogan daye pesendkirin û  Esad û Artêşa Sûriyê kirine muxatabê Tirkiyê.

Rayedarên rojava nêrîn û helwesta xwe ya der barê encamnameyê de hêj diyar nekirine. Raydarên Rûs di pêvajoya amadekirina wê encamnameyê de çiqasî bi rayadarên Rojava re şêwirîne û çiqasî nêrîna wan hatiye girtin em nizanin. Bê guman dê rêvebriya Rojava jî binirxîne û helwesta xwe bi raya giştî re parve bike. Heke wekî tifaqa Erdogan û Trump di tifaqa Erdogan û Pûtîn de jî li dijî xwe komployeke kirêt bibînin wekî ku bi berxwedana xwe komploya Erdogan-Trump têk birin dê dîsa bi berxwedana xwe komploya Erdogan-Pûtîn jî têk bibin. Ew hêz û biryardariya wan heye, 50 milyon kurd û wijdana mirovahiyê li gel wane.

Heke Erdogan di dijberiya kurdan de israr bike dê li ber gelek kesan çong deyne û di encam de dê aqûbeta dîktatoran di şexsê Erdogan de dubare bibe. Erdogan jî dê wekî hemû dîktatoran welatekî wêranbûyî û civakeke parçe parçebûyî li dû xwe bihêle û here.

Bê guman çûna wî nayê wateya hesab nedayinê. Ji bo hesab pirsînê di qada navneteweyî de roj bi roj deng zêde dibin. Dibe ku hêza Trump û Pûtîn jî têrê neke wî ji daraza sûcên şer ên giran rizgar bike.

Erdogan xwe xistiye çiraveke wisa ku tu kes û tu hêz nikare wî rizgar bike. Lê heke careke din berê xwe bide girava Îmraliyê û vegere ser mutabaqata Dolmabahçeyê dibe ku karibe sûcên xwe yên giran hinek siviktir bike.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.