Medenî FERHO
Îdeolojiya dewşirmeyan şer e. Peymana Soçî, li gorî Tirkiyê, dawiya gelê Kurd e, li gorî Rûsya cuda ye, li gorî Kurdan jî nikare bibe “hakim-î alem” û wê bibe gora 3 fîgurên şerê li dijî Kurdan.
Soçî, ji komploya navneteweyî ne mezintir e, ji fermana Şengalê ne dijwartir e!. Komplo bi saya aqil, bi siyaset û stratejiyên nû hate têkbirin; Şengal jî, îro xwedî rêveberiya xweser û hêza parastinê ye.
Dewleta Erdogan, biqasî ya Ecevît û Tansu Çîller taktîka “seykûlceyş” -“sewkûlçete” û teknîka pêşketî dixwaze serketinê bidestbixe.
40 sal in, Tikriyê dixwaze NATO bi kar bîne, NATO wek dihate xwestin ne kete xefkê, Amerîka, Rûsya jî nakevin xefka Erdogan. Dîse jî em bêjin: Lîstik hene, di van lîstikan de davik û kemîn jî zêde ne.
Dewlet, li gorî berjewendiyan nêzîkî hev dibin û nikarin bibin dostên heta qiyametê. Peymana Soçî, ne menewreya serketî ya dîplomatîk e. Berdewama Astana ye û di peymanê de, Îran nîne, yanî lingekî wê seqet e!.
“Nufuz”a Tirkiyê li Sûriye, ne li xiş û hesabê rejîmê, ne li xiş û hesabê Îranê, ne li xiş û hesabê cîhana erebî ye. Xala duyemîn, hebûna Îranê li xiş û hesabê Amerîka nayê.
Di van rojên ku Tirkiyê wek bizina nojek, dikevê ziyanên cîranan, Îranê bêhneke aram stand, hem programa nukleerê dimeşîne, hem ambargoya Amerîka berteref dike.
Ez cumle, peymana Soçî hevsengiya ku, bi saya Kurdan û sîstema Rojava (bi têkçûna çeteyên DAIŞ’ê re) hate pêkanîn, têk çû. Vegera destpêkê ye û çeteyên DAIŞ’ê, yan jî “dewşirmeyên Erdogan” li meydana cengê pîkolê dikin. Di nava OSO de, 29 komên çeteyên têkildarî Erdogan hene, dibêjin teva tirkmen in, Erdogan jî, dixwaze bi çeteyan “Kembera Tirkmen”an ava bike.
Esed “kembera ereb” li dijî Kurdan ava kiribû, lê Tirkiyê “kembere Tirkmen-çeteyan” li dijî Kurdan, Sûriye, cîhana Ereban û Ewropa ava dike. Ji ber ku “kember” wê bibe çavkaniya terorê û gefên Erdogan.
Dewşirmeyên Tirk, hij ji aştiyê nakin. Enwer Paşa, di 7’ê Hezîran1993’an de nameyekê dinvîse û kêfxweşiya xwe ya ji bo şer bi van gotinan tîne ziman: ”Li Balkanan, ewrên ku gefê li aştiyê dixwin dagirtî ye. Çiqasî baş e!”.
Di wê serdemê de, navê emperetoriya Osmanî Enwerland bû, îro jî navê Tirkiyê Erdoganland e; aqubeta Enwer tê zanîn, lê aqubeta Erdogan tarî ye!. Enwer Paşa di berdewama nameya xwe de dibêje; “eger şer derkeve, min ew şer daye destpêkirin.” Piştî van gotinan bi mehekê şer derket.
Şerê Balkanan, ne xêr, têkçûn ji Enwer Paşa û emperetoriya Osmanî re anî. Aqubeta Erdogan û Tirkiyê jî wê bibe ev. Balkêş e, di Îttîhat û Terakî de, 3 fîgur hebûn; Enwer, Talat û Cemal Paşa. Her 3’ê figur jî, bi îdeolojiya şer haraket dikirin û bûne felaketa gelan û emperetoriyê.
Di vê serdemê de jî, 3 figure hene; Erdogan, Dewlet Bahçelî û Dogu Perînçek!. Sê fîgurên ku sê baskên cuda temsîl dikin, lê di îdeolojiya şer de yek in!. Aqubeta wan û ya fîgurên şerê 1’mîn ê cîhanê wê bibe yek.
Li bin peymana Soçî, îmzeya Erdogan û Pûtîn heye.
Dîrok ne dubare ye, ji nû ve nivîsandin, jiyana dewlet û rayedarên dewletan jî ne destînî ye, bi demokrasî û hiquq ve girêdayî ye.
Lewma, peymana Soçî, wê bibe “Beyannameya Cîhadî Muqaddes” ku, di şerê 1’mîn yê Cîhanê de, şeyhul Îslam Hayrî Efendiyê Urgubî imze kir û Xelîfe Padîşah Mehmt IV, mohr kir.
Erdogan jî, çeteyên cîhadîst kirine hêviya xwe, Rûsya jî wek “medet” karê vê hêviyê dibîne. Lê Rûsya, Erdogan “abad” nake.
Beynnameya Cîhadî Muqaddes, bang li hemû welatên misilman dikir; lê dem û dewran zîvîrîn, hêviyên paşayên bi “îdeolojiya şer” haraket dikirin têk çû.
Erdogan dikare xwe wek xelîfeyê bê cubbe bibîne û wek mirîşka di kuwara genim de, di her axaftinê de perçîqeqa xwe biwerimîne. Îro, dewletên misilman, bi taybetî şêxên tarîqatan, alimên cîhana îslamî Erdogan wek gunehkarê ku xwîna misilmanan dirîjîne dibînin.
Aqubeta Erdogan, bi gotina Seîdê Kurdî, “Esfel-i sâfilîn e”.
Demekê ji bo Yewnanîstanê digotin “welatê derew û propagendê”, îro jî, di serdema Erdogan de, Tirkiyê bûye welatê derew û propagendê. Peymana Soçî, wê bibe gora 3 fîgurên şerê li dijî gelê Kurd.






