Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

JI 9’Ê COTMEHA 1998’AN HETANÎ 9’Ê COTMEHA 2019’AN

24/10/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
15’ê Tebax
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk SAKIK

Amerîka dixwest ku Rojhilata Navîn û heta Asya navîn ji nû ve dîzayin bike. Bi şerê Kendavê jî dest bi vê pêvajoyê kiribû. Dema ku Saddam Kuwêt dagir kir, şerê cîhanê yê sêyem jî dest pê kir.

Dixwestin wan dewlet û rêxistinên ku li herêmê bihêzin, bê bandor bikin. Di nava van hêzan de PKK û rêberê wê Ocalan jî; ji bo berjewendiyên xwe yên li Rojhilata Navîn wekî talukeya herî mezin didîtin.

Ne pêkan bû ku bi wan re lihev bikin û tevbigerin. Ji ber vê yekê jî diviyabû ev astengî jî ji holê bihata rakirin.

Li aliyê din Amerîka ji xwe re li mutefîkên stratejîk digeriya. Ji bo vê yekê bi Tirkiyê re ket nav danaûsandinan. Dema ji bo îknakirina Tirkiyê ket nav hewldanan, wî dijminatiya dewleta Tirk a li dijî kurdan baş dizanîbû, û ji wêderê dest pê kir.

Ji bo starta komployê bidin destpêkirin diviyabû Ocalan ji Sûrî derketa. Ji bo îknakirina Hafiz Esad, Husnî Mubarek xistin tevgerê. Di vê navberê de hin têkiliyên wan bi Celal Talabanî re jî çêbû.

Desteya Ewlekariya Mîllî MGK, di civîna xwe ya asayî, ya meha Îlona 1998’an de, bi rengekî eşkeretir gef li Sûriye xwar.

Piştî civînê daxuyanî hate dayîn û hat gotin; ku eger Ocalan dertixûb nekin, ew ê bi awayekî leşkerî mudaxeleyî Sûriye bikin. Di rewşeke wiha de Ocalan nexwest, li herêmê şerek rû bide û weke tedbîr biryar da ku ji Sûriye derkeve.

Bi vê yekê re pêvajoya zor û zehmet, di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kir. Ocalan ji Sûriyê veqetiya û  berê xwe da Ewrûpa. Dema derbasî Yunanîstanê bû, êdî rengê pêvajoyê jî hêdî hêdî zelal dibû. Ev reng jî komploya navnetewî bû. Rêber APO ji welatek derbasî welatek din dibû. Lê navenda Komployê NATO, li du şopa wî bû. Dewlet dihatin tehdîtkirin an jî dihatin îkna kirin. Di destpêka sala 1999’an de êdî çembera komployê ya li dora Ocalan hêdî hêdî teng dibû. Dika dawî li Kenya hatibû amadekirin. Di 2’ yê Sibatê de Ocalan li Kenya bû. Dema ku di 15’ê Sibata 1999’an de Ocalan radestî Tirkiyê kirin perdeyek kopmloyê hat girtin. Lê ji bo ku komplo bi dawî nebûya, perdeyek nû vedibû.

Ocalan; ev komplo dîtibû û ji bo ku vala derxe dest bi têkoşînê kir. Bi serket û pêşî li şerê nav gelan girt. Perspektîf û îdeolojiya wî, li Rojhilata Navîn roj bi roj belav dibû.

Ecevît roja ku Ocalan anîn Tirkiyê digot; “Me fêm nekir Amerîka çima Ocalan radestî me kir.” Lê di heman demê de rastiya, wê kopmlo dewam bike jî dianî ziman.

Di şerê sêyem ê cîhan û eniya bihara gelan de; li hemû dewletan sîstem hatin guhertin. Lê ev pêvajoya ku Amerîka dabû destpêkirin, li eniya Sûrî xetimî. Ji ber ku Kurdan bi perspektîfên rêber APO a xeta siyemîn şoreşek ava kiribûn. Amerîkaya ji bo ev rêxistina Kurd li pêşiya plana wî nebe asteng, komplo dabû destpêkirin. Lê dema ev pêvajo gihaşt Sûriyê, careke din bi vê rastiyê re rû bi rû ma. Berovajiyê sala 1998’an, vêcarê ev felsefeya rêber APO, li her deverê belav bûbû.

Piştî ku şer li eniya Sûrî dest pê kir, hêzên komploger berê çeteyên El Nûsra û DAÎŞ’ê, wekî kerê mayinê dane Kurdistanê. Herder hatibû dagirkirin û fînala dawî jî Kobanê bû. Berxwedaneke bê hempa hebû.

Amerîka û hêzên komploger ev berxwedan dîtin. Ji bo ku di vê eniya şer de ji xwe re sedemê mayinek bidin nîşandan, bi Kurdan re li dijî DAIŞ’ê hevkarî kirin.

Kurdan dizanîbûn ku komplo berdewam dike. Lê ji bo mîsogerkirina axa Kurdistanê ev hevkarî qebûl kirin. Di şerê li dijî DAIŞ’ê de jî bi serketin.

Ji bo tunekirina tavgera azadiya kurd û sîstema rêveberiya xweser a li Rojava; ev dewletên ku wek dijminê hev bûn, ji bo tunekirina Kurdan li hin navendên veşartî bi dostanî dihatin cem hev. Civîn dihatin lidar xistin. Tenê yek mijarek di van civînan de dihat nîqaşkirin; Ew jî stratejiya komploya li dijî Kurdan bû.

Di sala 2019’an de şer li eniya Sûriyê ber bi dawiyê ve diçû. Sûrî di warê siyasî û erdnîgarî de hatibû dabêşkirin. Lê sîstema Rojava hemû berjewendiyên pêkhateyan diparast. Di têkoşîna li dijî komployê de li cîhanê dostên kurdan zêde bûbûn. Lê wana vê yekê ji bo xwe wekî tehdîd û talukeya herî mezin didîtin. Di demek wiha de Tirkiye jî, bi çavsorî gef dixwar û êrîş dikir.

Komploger an jî navenda starta li dijî Kurdan ji wêderê dan destpêkirin. Du hêzên mezin Rûsya û Amerîka lihevkirin û destûra êrîşa dagirkeriyê dane dewleta Tirk.

Dewletên komploger û dewleta Tirk, vêcarê dixwestin; ew pêvajoya komployê, ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de dabûn destpêkirin bi encam bikin. Bi israr li benda roja 9’ê Cotmehê bûn.  Ji ber ku ew roj salvegera 21’an a komploya navnetewî bû.

Ew roj hat û di 9’ê Cotmeha 2019’an de, dewleta Tirk bi hemû çeteyên xwe, bi hemû çek û balefirên xwe, bi destûra hewayî ya ji Amerîkayê, bi piştgiriya Rûsya ya veşartî, bi bêdengiya rejimê, bi mudaxelenekirina dewletên Ewrûpa, berê xwe da Rojava ango Bakur-Rojhilatê Sûriyê û êrîşa xwe ya dagirkeriyê da destpêkirin.

Perdeyek nû ya komployê vedibû. Di vê lîstokê de gotina dawî wê Ocalan û kurd bigota. Dîrokê jî wê şahidî bikira.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.