Medenî FERHO
Di demeke ku “masumiyeta mirovahiyê” tê kuştin de, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK, civata xwe ya giştî pê kanî. KNK, 19 sal in, li dijî “hevkariyên menfûr”, di nava karûxebatên cidî de dimeşînê û dixwaze bibe dengê Kurdistaniyan.
Deklerasyona KNK’ê ya navberê jî, li dijî “potansiyala menfûr” ya dagikeran, bi taybetî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk girîng bû. Faşîzma dewleta Tirk, asoyên paşerojên tevahiya gelan qirêj dike. Di dagirkeriya Efrînê de û Îro jî li Serê Kaniyê û herêmê sûcên mirovahiyê dike.
Ev xistleta qirêj a sîstema dewşrimetiyê ye; Erdogan jî, bi komkirina çeteyan sîstema dewşirmetiyê dimeşîne.
Lewma deklerasyona navber a KNK’ê, bangek girîng bû, divê raya giştî, saziyên mafên mirovan ên cîhanê, NY û YE, demildest bikevin nava hereketê.
Civata giştî ya KNK’ê, 2 salan carekê pêk tê, îsal jî di 18-19-20’ê Cotmehê de li Hollanda hate pêkanîn.
Kongereya îsal, ji kongreyên berê cudatir bû.
Mercên serdemê jî cuda bûn; gelê Kurd jî, partiyên siyasî (başûrî jî di nav de) bi yek sewtê, di hawara Rojava de dengê xwe bilind kirin. Lê partiyên Başûr, tev di Kongreya KNK’ê de amade nebûn. Hêvî ew bû ku 14 partiyên Başûr ku dengê xwe kirin yek, mesajekê bişînin civata giştî.
Belkî demeke kin, ev mizgînî were bihîstin. Mizgînî; daxwaz û hêviya Kurdan e, bihîstina vê agahiyê jî tê wateya mizgîniyê.
Pêjna dewsa tirsa kuştinê-tunekirinê, êdî li devê deriyên Kurdan e; lewma hemû axaftivanên di kongrê de, behsa faşîzma dewleta Tirk kirin û şermezar kirin. Faşîzma “romi”yan, li dijî tevahiya Kurdan û dostê gelan jî nîne.
Di vê qonaxa ku masumiyeta mirovahiyê tê kuştin de, divê demildest û hemû partî tevlî KNK’ê bibin, yekîtiya xwe nîşan bidin, yekdengiya xwe bilind bikin. Divê ti partî, bi dengekî tirsonek neaxive, kurdan neke nava dudiliyan û dijminên dagirker jî degel-wêrek neke.
Divê were zanîn, dengê partiyên Başûrî, bû fîşeka li bedena tirsê û gelê Başûr jî bedena tirsê parçe kir.
Civata giştî ya KNK’ê ev yekdengiya li dijî faşîzma dewleta Tirk, wek mesaj dît, hejmara endamên xwe ji 300’î, hewa xiste 350’î. Ev biryarek di çarçoveya hişmendiya di dîroka rojane de bû. Pêşketinên rojane û buyerên derdikevine holê, Kurdan mecbûrî hişmendiyek bi lez dikin, mecbûrin ji bo sibe biryarekê bidin û her roj, amade bin û xwedî îradeya bi biryar bin.
Hingî wê bikaribin zimanê diyalektîka serdemê zemt bikin.
Dem û dever ji Kurdan teng bûye û mecbûr in bi karên kolektîv û biryardarî hereket bikin. Kurdan, masumiyeta mirovahiyê, rûmeta miroahiyê parastin, lê ew masumiyet di kesayeta Kurdan de, dûçarî êrîşên faşîzan dibe.
Faşîzma sedsalê, di masumiyeta Kurdan de, nirxên bi deh hezaran sal û keda komên xelkê hatine afirandin tune dike.
Di Kongrê de, bikaranîna çekên kîmyewî li Serê Kaniyê, bi pêşnûmeyekê kete rojevê, herçiqasî di nirxandinan de korîk mabe jî, mesaj hate dayin.
Di nîqaş û axaftinên kulîsan de hate xuya kirin ku, “formuleke efsûnî” di destên Kurdan de nîne, lê her kesî baş fêm kiribû ku, lehengiyek destanî heye, bandorek cîhanşimûlî kiriye, biqasî şerê cîhanê yê 2’yemîn nebe jî, di keliha bêdengiya Ewropa û raya giştî ya cîhanê de deverên mezin vekiriye; ne tenê gel, ne tenê saziyên mafên mirovan, ne tenê akademisyen û rewşenbîr, desthilatdarî jî ketin nava lept û livê.
Kongreya KNK’ê ya xwe nûkirinê bû. Konseya Rêveber, hevserok hatin guhertin. Dengên nû, rûdanên nû jî derketin holê. Vê carê hejmara jinan jî zêde bû.
Di kongrê de, tiştê balkêş ew bû ku, her kes di “tekamûla sûcên faşîzma Tirk-î Îslam de” hemfikir bû û ev vegotin, ji aliyê nûnerên partiya îslamî û meleyekî ve bi ayatên Qur’ana pîroz hatin ziman.
Bi zimanê hiqûqî, “di sûc de tekamûl” heye û ev jî tenê di sîstema faşîst û dîktatoran de dikare çêbibe. Bar jî li ser pişta dîplomasiya Kurdan û medya Kurd e.






