Zekî BEDRAN
Tirkiyê bi Amerîkayê re li ser dagirkirina herêmên Girê Spî û Serêkaniyê li hev kiribû.
Li hemberî êrîşa Tirkiyê ya 9`ê Cotmehê li seranserî bakurê Sûriyê berxwedaneke mezin hate nîşandan.
Wan hesap dikirin ku di nava deştê de, li hemberî hêza NATO ya duyemîn wê zêde berxwedan çênebe. Herwiha Tirkiye çeteyên ku bi erzanî kiriye bi hesanî ji bo mirinê derxistin pêş. Di wan herêman de Tirkiye hêzên xwe yên erdê û hewayî bikar anî. Berxwedana şervanên QSD`ê, şiyarbûna gelê Kurd ên li çar parçeyên kurdistanê û wijdana civaka cîhanî Tirkiye ji cîhanê qut kir. Dijminatiya wê ji Kurdan re ji hêla her kesî ve hat dîtin. Trumpê ku rê ji felaketê û komkujiyan re vekir ji ber zextan cîgirê xwe û wezîrê karên derve, ji bo agirbestê şande Enqerê. Piştî nîqaşên durdirêj biryara agirbestê hat girtin.
Naveroka agirbestê bi giştî ji fermandariya QSD`ê re nehat gotin. Ji hêla DYE`yê ve tişta hatiye gotin ew e; li Serêkaniyê û Girê Spî wê agirbest pêk were, hûnê hêzên xwe bikşînin. QSD`ê, ji bo şer bisekine û pêşiya qirkirinan bigire ew agirbest pejirand. Tişta ku pejirand tenê agirbest bû. Hatibû gotin ku mijarên din wê piştre bên nîqaşkirin. Lê belê, dema ku nivîsa agirbesta DYE`yê hate weşandin, hate dîtin ku bi agirbesta ku QSD’ê qebûl kiriye ve ne têkildar e.
Di nivîsa agirbesta DYE`yê de xuya bû ku di nîqaşên agirbestê de komployek hatiye amede kirin. Li ser Tirkiye zext pir bûn, ji ber biryara Trump stand cîhan jî Amerîka jî di bin zextên giran de bûn. Trump ji bo xwe û Erdogan xilas bike lîstokek wiha kir.
Eger ku QSD`ê gotiba em agirbestê qebûl nakin, wê tişta ku Erdogan dixwest pêk hatiba. Wê Trump jî destê xwe yê bi xwîn şuştiba û gotiba min xwast qirkirina Kurdan bidim sekinandin lê wan qebûl nekir, çi ji wan tê bila bê. Di milê polîtîk de agirbest qebûlkirin helwesteke di cih de ye. Rê nehat dayîn ku Trump û Erdogan bikar bînin.
Di şer de agirbest, guhartina mewzîyan, paşde vekişandin û taktîkên cuda tên bikaranîn. Valakirina QSD`ê ya Serêkaniyê pêwîste wisa bê fêm kirin. Bajar bi rojan û bi êrîşên giran re hatibû dorpêçkirin. Şervanên QSD’ê hewldanek mezin kirin, vîneke mezin li hember teknelojiya herî pêşketî û çekên giran raber kirin. Wekî fedayî şer kirin. Yan di bin dorpêçê de heya guleya xwe a dawî wê şer kiribana, yan jî wê bi wesîleya agirbestê, paşde vekişiyabana.
Erê, Fermandariya QSD`ê, li gorî pîvanên exlaqî û rêzikên şer tevgeriya. Ji ber gotibû em ê li gor agirbestê tev bigerin.
Di nava 120 saetan de diviya bû xwe vekişînin, eger venekişiyana wê Tirkiye ji bo qirkirinê pêk bîne ji xwe re li hincetekê bigeriya. Wê bigota rêveberên Amerîkî hatin, agirbest çêkirin, em li gor wê tevgeriyan, lê QSD razî nebû, û wê ji bo lîstokên xwe yên bi xwîn bikar bianiya. Halbukî yê ku li gor agirbestê tev negeriya Tirk bi xwe bû. Wî ji cîhanê re da zanîn ku deverên dagir bike vala nake, tenê hêzeke leşkerî bi cih bike. Lê belê ew erdê ku dagir kiriye erda Sûriyê ye. Gelên Sûriyê û hikûmeta wê ji Tirkan alîkarî nexwestine, banga wî nekirine. Wî hêza xwe şuxuland, êrîşa bi qirkirin pêk anî. Dagirkeriya heyî li dijî zagona navneteweyî û li dijî vîna gelên Sûriyê ye. Tu rewatiya Tirkiyeyê li Sûriyê nîne.
Dewleta Tirk dagirker e û li dijî mirovahî sûçên mezin pêk anîn. Pêwîste ji sûçên şer Erdogan were dadgehkirin. Ew dagirkerî ji çapemeniya Amerîkayê bigere, heya Yekîtiya Navnetewî, û yekîtiya Ereban jî hatiye redkirin. Ew hawîrdor tev xwastin Tirkiye dagirkeriya xwe bi dawî bike. Tu civak ne gotiye dagîrkeriya Tirkiye rewa ye. Ji hêla şervanên QSD’ê ve valakirina Serêkaniyê nayê wateya ku erda xwe ji Tirkiyê re diyarî kirine. Lihevkirina ku tê behskirin QSD`ê erê nekiriye. Dema biryara agirbestê hat girtin ji wan re nehat gotin.
Gelê Sûrî wê sekna li dijî dagirkeriyê bi rêbazên dewlemendtir ên têkoşîn, berxwedanî û rêxistinbûnê, berdewam bikin.