Medenî FERHO
Ez notekî di rûpelê dîroka serdemê de dinivîsim; Rojava, wê ji bo Tirkiyê bibe Wîetnam, aqubeta Erdogan jî wê bibe ya Saddam.
Berxwedana li Rojava bi lîle-lîle jinan dest pê kir, Kurdan jî bi ruhê Kobanê dest bi berxwedanê kir. Armanca dewleta Tirk, ne çeteyên DAIŞ’ê, nê jî rejîma Esed e, derxistina Kurdan ji qada dîrokê ye.
Bi êrîşa dewleta Tirk re, çeteyên DAIŞ’ê, ji kûnên xwe derketin, eşkere kirin ku, “Dewleta Tirk bavê DAÎŞ’ê” ye.
Hêzên QSD, YPG, YPJ’ê, li herêmê gelên Kurd, Ereb, Suryanî, Ermenî, baweriyên Elewî û Êzdahî diparêzin. Ev parastina mirovahiyê ye. Lewma, rêxistina olî ya cîhanî, “International Religious Freedom Roundtable”, bang li Trump û desthilatdariya wî kir ku, li ber dagirkeriya Tirk bigire û got: Tirk wek Efrînê li bakurê Suriye jî ne tenê Kurdan, wê Suryanî, Ermenî û gelên din jî qir bike.
Dewşirmeyên Tirk xwedî dîrokek qirêj in û bi qirkirina gelan têne naskirin.
Artêşa Tirk, bermayiyên “yenîçeriyên dewşirme ne”!. Ya azinellah, ew bingeha dewleta haydut in. Di şerê dagirkeriya Rojava de, wek Efrînê, wek Bakur, bajaran li erdê yeksan dikin.
Dewşirmeyên Tirk balkêş e, di êîrşên dagirkerî û qirkirinê de navên balkêş bikar tînin, aştiyê, rêkûpêkiyê dikin benîştê devê xwe.
Bertolt Brecht, di helbesta “Bangê” de dibêje: “Aştî ne darek e, ne giyayek e şîn bibe / Ti bixwaze aştî çêdibe, ti bixwaze bi kulîlk dibe” Artêşa dewşirme, cihê diçiyê, mirov û cogrfaya jî tune dike.
Cografya Kurdistanê, berhemê hezar salan e, lê dewleta Tirk a dagirker, di nava çil salî de, ya Efrînê jî di nava slakê de tune kirin. Ekolojîstên cîhanê jî bêdeng in.
Artêşa Tirk, di nava 5 rojan de, rewşek têkçûnê dijî. Lewma dîktator Erdogan, hawara xwe gihandiye çeteyên dewşirme. Çeteyên DAIŞ’ê, El Nusra û bermeyiyên EL QAÎD’e kom kirin û birin eniya şer. Dîse jî, kadrajên eniya şer, didin xuya kirin ku planê Serfermandariya Artêşa Tirk têkçûne. Lê artêşa Tirk û çeteyên wê, bi êrîşa li dijî sivîlan, dixwazin dîmenê serketinê nîşan bidin.
Navenda şerê 3’mîn a bûye Rojava û meteforên veşartî nemane; li aliyekî faşîzma dewşirmeyên Tirk heye, li eniyekê gel û wijdanê şiyar ê mirovahiyê hene.
Dîktator Erdogan, pêşî got; di nava 10 rojan de, em ê 30 kîlometre pêş de biçin; lê zimanê xwe guhert, got, em ê qonax bi qonax bikevin hundir. Ev gotin, tên wateya ku Artêşa Tirk gavekê pêşneketiye, lê serketinê bi hey-huya lafazanî û qerebalixê nişan didin.
Li ser hawara Erdogan, çeteyên DAIŞ’ê ketin nava hereketê, hêzên Artêşa Tirk jî, bi mêjiyê çeteyan, êrîşî karwana sivîlan kirin, Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef şehîd kirin.
Tirkiyê jî, bi mêjiyê “ummet” dest bi êrîşên dagirkeriya Rojava kir.
Rastiya ku Kurd 40 sal in, dixwazin faşîzma dewşirme bi cîhanê bidin naskirin, desteka dewleta Tirk ku dide çeteyan, vê carê hate dîtin û fêmkirin. Lewma dijberiyek tund heye, yekemîn car e ku pirgsirêka Kurd, di xala sereke ya cîhanê de cih digire.
Divê rejîma Sûriyê jî, ji bîr neke, dîktator Erdogan, gotibû; “em ê li Mizgefta Emewî ya Şamê limêj bikin”, divê rejîma Esed aqilê xwe bikê serê xwe, bi Kurdan re bikeve nava têkîliyan, bê merc sîstema Rojava qebûl bike, li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk bikeve nava hereketê.
Divê cîhana îslamî jî baş zanibe ku, dîktator Erdogan û dewleta heydut, ne ji bo cîhana îslamî, bi xeyalên Osmaniyan, dixwaze cografya îslamê dagir bike, îmaja cîhana îslamî û hêviyên cîhana îslamî jî têk birine. Faşîzma dewşirmeyên Tirk û kultur û nirxên ola îslamî ji hev dûr in
Erdogan, nirxên ola îslamî wajî dike, ola îslamê ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne, ligel çeteyan, ne li dijî dewletên ku destdirêjiyan li cîhana îslamî dikin, her dem êrîşî misilmanan dikin.
Ji bo vê rastiyê, rejîma Sûriyê jî di nav de, divê cîhana îslamî, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Rojava û qirkirina gelên misilman, herî hindik bi qasî Misirê dijberiya xwe nîşan bidin.






