Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ecelê bizinê were nanê şivan dixwe

19/10/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Jehrkuja faşîzma Erdogan rûhê Kobanê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed ŞAHÎN 

Wijdana mirovahiyê li gel parêzavnên rûmetê hêlîna xwe diparêze.

Piştî şerê yekemîn ê cîhanê Amerîka û Ewrûpa Kurdistan kirin çar parçe, civaka kurd avêtin çarmixê û sed salin li qirkirina civaka kurd temaşe dikin. 

Di sedsala dawîn de li çar parçeyên Kurdistanê bi sedan komkujî pêk hatin. Bajar û navçeyên ku bi komkujiyên dagirkeran re rû bi rû nemabin tune ne. Komkujiyên Koçkirî, Dêrsim, Geliyê Zîlan, Amed, Agirî, Barzan, Helepçe, Mahabad, 33 gule, Qamişlo, Roboskî û Efrînê bi awayekî zindî di bîra me de ne. 

Dewletên ku kurd avêtin çarmixê jî di nav de hemû cîhan li dijî van komkujiyan ker, kor û lal bûn. Bêdengî dihat wateya erêkirina qirkirina kurd û pêşî li qirkirinên nû vedikir. Seddam di bin navê ayeta Qûr’anê ya  “Elenfal” de 180 hezar kurd qir kir, li ber çavên mirovahiyê li Helepçeyê bi xaza kîmawî 5 hezar kurd qir kirin. Lê ji yek dewleteke misilman, Ewrûpa û Amerîkayê deng derneket.

Pratîka qirker a sed salî û bêdengiya cîhanê ya li dijî wê pratîka qirker cesaret da Erdogan ku wekî Seddam di bin navê ayeta Qur’anê ya “Elfeth” de êrîş bibe ser Rojava û tiştê ku Seddam di bin navê Elenfal de kiriye ew jî di bin navê Elfeth de bike. Lê Erdogan ji bîr kir ku kurd ne ew kurdên berê ne û cîhan jî ne ew cîhana berê ye.

Berxwedana 40 salên dawîn wekî ku di hişmendiya civaka kurd de şoreş pêk aniye, di hişmendiya raya giştî ya cîhanê de jî şoreş pêk aniye. Canbexşên kurdan bi berxwedana xwe ya bêhempa Kobanê kirin paytexta nirx û rûmeta mirovahiyê, Rojava jî kirin hêlîna jiyana mirovahiyê. Di heman demê de civaka kurd jî kirin mêvanê herî qedirbilind ê qonaxa wijdana mirovahiyê.

 Di 9’ê cotmehê de, roja salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd de, wekî bizina ku nanê şivan bixwe Erdogan û bermahiyên çeteyan bi destûrdayina Trump êrîş birin ser paytext û hêlîna mirovahiyê, wargeha şêr û pilingan.

Li dijî destûra Trump û êrîşa Erdogan a dagirkeriyê wijdana mirovahiyê rabû ser piyan. Dewlet û saziyên navneteweyî yên ku sed salin li dijî qirkirinên kurdan bê deng bûn, neçar man guh bidin wijdana mirovahiyê û dawî li bêdengiya xwe ya sedsalî bînin.

Aligirên Trump jî di nav de yek kesekî li Amerîka biryara Trump erê nekir. Hemû kes wekî biryareke bê bext û bê exlaq şîrove dikin. Meclîsa Amerîka jî di nav de hemû rayedarên Amerîka ketine nav hewldana betalkirina biryara Trump. Fermandarê Amerîkî dibêje “ji ber ku ez li dijî qirkirina hevalbendên xwe bi helwest dimînim cara yekemîne ez ji kariyera xwe ya leşekerî şerm dikim”.

Meclîsa Amerika got; destûrdayina Trump nayê wateya destûrdayin me û bi yek dengî biryara ambargoyê da û navê wezîrên Erdogan xistin lîsteya reş. Îhtîmaleke zêdeye wê nêz de ambargoyê mezintir bikin û navê  Erdogan û wezîrên mayî jî li wan zêde bikin.

Dewletên ku zûbizû paxê bi kurdan nedikirin û di astên herî jêr de rêberên kurd muxateb nedigirtin niha di astên serokomar û serokdewletan de di qesran de serok û rêberên kurdan muxateb digrin. Trump ê ku ji bo axaftinek telefonê bi mehan randevû nade Erdogan telefon dide fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdî û li şîroveyên wî guhdar dike. 

Netewên Yekbûyî ji bo bergîrên li dijî dagirkerî û qirkirina Tirkiyeyê civîna awarte pêk tîne. Konseya Ewlekariya Yekbûna Netewan ji bo nîqaşa bergîran civînan pêk tîne.

Ofîsa mafê mirovan a NY û wezirê parastinê yê Amerîka Mark Esper di heman rojê de bal dikşînin ser komkujiyên ku bi destê çeteyên hevkarên Erdogan li Rojava pêk tên. Herdu jî dibêjin berpirsiyarê hemû sucên ku li Rojava tên kirin Erdogan bi xwe ye û dibe ku ji ber wan sûcan Erdogan were darizandin.

Yekîtiya Ewrûpa ji bo helwesta xwe diyar bike bi lezgînî civiya û bi yek dengî dagirkerî şermezar kirin û ji Tirkiyeyê xwestin demildest şer rawestîne. Bi ser de ji bo pêkanîna ambargoyan û ji bo cezakirina Tirkiyeyê civîn pêk anî. Dewletên sereke yên cîhanê yên wekî Fransa, Îtalya, sefîrên tirk vexwendin wezaretan, not danê û di şexsê wan de rexneyên xwe yên tund li dewleta tirk kirin. 

Dewletên cîhanê yên sereke Fransa, Almanya, Îtalya, Holanda, Swêd, Norveç, Belçîka, Îspanya, Fînlandiya,Çekya û hwd, firotina çekan li dewleta tirk qedexe kirin. Biryarên ambargoyên aborî yên ku aboriya Tirkiyê wêran bikin di rê de ne.

Yekîtiya Ereban ji bo girtina bergîran bi lezgînî kom bû û bi yek dengî dagirkeriya tirk şermezar kir û daxwaza rawestandina şerê dagirkeriyê kir. 

Çîn, Hindistan, Îran û gelek dewletên Asyayê dagirkeriya Erdogan şermezar kirin û xwestin Erdogan demildest vegere ser rêya rast. 

Destbirakê Erdogan Pûtîn dibêje; ez bi fikarim. Rayedarên wî dibêjin; ev dagirkerî nayê qebûlkirin û hewceye raweste. 

Hemû giregirên rewşenbîr û siyasetmedarên cîhanê, giregirên sazî û dezgehên navneteweyî yên bi navûdeng li dijî dagirkeriya tirk di nava hewldanan de ne. 

Cara yekemîne ku bi devkî be jî hemû cîhan li dijî dagirkerî û qirkeriya dewleta tirk li gel civaka kurd cih digire. Cara yekemîne wijdana mirovahiyê ji bo civaka kurd rabûye serhildanê. Cara yekemîne çanda dewletê ya bê exlaq neçar dimîne guh bide wijdana mirovahiyê. Ev bi tena serê xwe deskeftiyeke gelek girîng û bi rûmet e.

Ya herî girîng jî ji çar hêlên Kurdistanê bi ruhê neteweyî xwedî derketina li Rojava ye. Yên ku hetanî niha mil didan Erdogan jî di nav de hemû partî, sazî û rêxistinên ku hindik be jî bi wan re hestên neteweyî hebû, bi yek dengî gotin; ‘Rojava ya me ye û emê wê biparêzin’. Ji Rojihilat, ji Başûr, ji Bakur bi hezaran ciwanan ji bo şerê rûmetê berê xwe dane Rojava. Ruh û hewldanên neteweyî yên ku Kobanê parastin, niha Rojava diparêzin. Civaka kurd yekîtiya xwe ya neteweyî pêk aniye û li ser siyasetmedarên xwe jî ferz dike. Li gel tifaqa xwe ya neteweyî tifaqa xwe bi hemû civakên Rojhilata Navîn, civakên Cîhanê û wijdana mirovahiyê re jî pêk aniye.

 Erdogan û dewleta xwe hatine tecrîd kirin. 2-3 dewletên wekî Azarbeycan û Qetarê ku tu qedir û qîmeta wan di qada navneteweyî de tune ye piştgiriya Erdogan dikin. Erdogan û her du dîktator Îlham Aliyev û Şêx Tamîm mane bi tena serê xwe.    

 Encamê şer ji niha ve diyare. Serketiyên şer ji niha ve diyarin. Erdoganê ku xwest bi şerê Rojava qeyranên xwe yên li Tirkiyê binixumîne û temenê desthilatdariya xwe dirêj bike bi aqûbeteke gelek xerab re rû bi rû ye. Îhtîmaleke zêde demek şûnde dê destbirakê wî Pûtîn jî jêre bibêje “êdî ez jî nekarim te xelas bikim” oxir be ji te re. 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.