Sîpan ŞÎNDA
Piştî Şerê Cîhanê yê yekem Dewleta Osmaniyan têk diçe, di 24 Tîrmeha 1923’an de li gor Peymana Lozanê, Komara Tirkiye tê avakirin û ji aliyê gelek dewletên dinyayê ve tê naskirin. Dewletên tevlî vê peymana rûreş bûne, Kurd ji nedîtîve hatin û welatê wan kirin çar qet. Her çend li gor Peymana Sykes-Picot a di sala 1916’an de di navbera Birîtanya û Franse de hatibû çêkirin de Kurdistan kiribûn du qet, lê belê di Peymana Lozanê de bi awayekî fermî ji aliyê dewletên serdest ên demê ve Kurdistan bû çar parçe û qedera Kurdan ji wê rojê û pê ve bi awayekî trajedîk hate guhertin. Qeta mezin ma di bin mêtîngeriya Tirkan de. Yên din di nava tixûbên Êraq, Sûriyê û Îran de man. Ji wê rojê û pêve di nava Kurdan û dewletên mêtînger de şerekî sedsalan dom bike dest pê kir. Ji wê rojê heta îro çend sedhezar Kurd ji aliyê çar dewletên mêtînger ve hatine qetilkirin tu kes nizane. Lê Kurdan ji destpêkê ve nerazîbûna xwe li dijî Peymana Lozanê nîşan dan û li Bakurê Kurdistanê dest bi xwerêxistinê kirin. Ji beriya Peymana Lozanê Elîkê Betê di 1919’an de li hemberî Mistefa Kemal û pergala wî serî hil dide. Di 6 Adara 1921’an de Serhildana Koçgîrî çêdibe. Lê belê ev serhildan têne tevizandin. Di 1924’an de Serhildana Bêşebabê û dîsa di 1924’an de serhildana Nastûriyan çêdibe. Serhildana Kurdan a yekem a mezin di sala 1925’an de, bi serokatiya nemir Şêx Seîdê Kal li hemberî Dewleta Tirk dest pê dike. Serhildan di 13 Sibata 1925’an de li Pîranê dest pê dike. Di nava demeke kurt de serhildan belav dibe û gelek eşîrên Kurdan tevlî serhildanê dibin. Serhildanê ji dewletên biyanî çi piştgirî nestand. Her çend pergala dewleta tirk a fermî dibêje bi piştgiriya Ingilîzan û dewletên biyanî ev serhildan çêbûye, lê belê çi delîl û belge di destê wan de heya îro nînin. Tenê ji bûna gelê Kurd û serhildêran bê rûmet bikin van derewan li hev tînin. Ji xwe di sala 1925’an de dewletên biyanî hemû hêzên xwe ji Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê kişandibûn. Mixabin serhildana Şex Seîd Efendî bi ser nakeve û di 29 Hezîrana 1925’an de Şêx Seîdê Pîranî tevî 47 hevalên xwe li Amedê darve dikin. Li gorî belgeyan ji dehhezaran zêdetir Kurd jî têne qetilkirin. Piştî tepisandina serhildana Şêx Seîdê Kal, Kurd dîsa xwe li hemberî pergala Komara Tirk bi rêxistin dikin. Di 1925’an de çend serhildanên biçûk çêdibin. Di 10 Hezîrana 1925’an de Seyîd Ebdilqadirê Nehrî li Şemzînanê serî hildide. Di 7 Tebaxa 1925’an li Êlihê eşîrên Reşkota û Raman serî hildidin. Di mijdara 1925’an serhildana Sasonê a yekem çêdibe. Di van serhildanan de çend hezar Kurd ji aliyê dewleta mêtînger ve hatine qetil kirin nayê zanîn. Lê belê Kurd bê navber dikevin nava keft û lefta serxwebûna xwe û komara tirk rehet nahêlin.






