Idrîs Henan
Hebûn û tunebûn, dualîteya dîroka jiyna mirov, civak û tevahî zindiyan e. Her xwedîbêhn hebûna xwe li gorî hinek nirx, pîvan, razberî û şênberiyan dide domandin. Ji bo wan jî, ger bê xwestin, jiyana xwe feda dike. Ev xisleta han girêdayî hebûna cografîk, zeman û mekan e. Ango mirov ji bo jiyana xwe bidomîne dikare li cihên biyanî xwe bide jiyîn û hebûna xwe biparêze. Lê eger ev jiyan dûrî nirxan û resentiya hebûnê xwe ferz kiribe, bê guman nabe parastina hebûnê. Bervejî dibe jiyîna li ser esasê qirkirinê. Bi gotineke din; hebûna ku xwe li ser hebûnên zindiyên dîtir domdar dike ne hebûn, xesibkirina mafê jiyanê ye.
Ev şêweyên çelûxwar ên jiyanê, tevî sernavên cuda cuda, di cewherê xwe de mêtingerî û dagirkeriya razber û şênber e. Ji lew re hemû hebûnên derxwezayî nabin hebûnên esîl. Esalet ew e ku mirov li ser kokên xwe bi azadî û wekhevî bijî. Derveyî vê yekê, yan dagirker an jî kole ye. Kes an civaka ku mafê xwe yê hebûnê radestî serdestan bikin, otokoleyê dermirov in. Kes an civaka ku ji bo hebûna xwe têbikoşin, nûnerên tendirust ên civaka xwezayî ne. Ancax jiyan jî wisa bi rê ve biçe û saxlem be. Di tonelên rastî û heqîqeta mirovahiyê de biherike. Ger jiyan ne wisa be, ji xwe tu nirxên ku mirovan li ser lingan bihêlin namînin. Ji ber ku encama koletiyê her bênirxbûyîn û dermirovatî ye.
Di vê çarçoveya têkoşîna hebûnî de, gelê Kurd xwedî ezmûna dîrokî ye. her çendîn neyarên Kurdan û dagikerên di ser re derbas bûne xwestine vê hebûnê tune bihesibînin, lê her rûbirûyî berxwedana resentiya gelê Kurd hatine. Ji ber vê jî her qonaxeke berxwedana gelê Kurd xwedî taybetmendiyên cuda ye ku di bin navên cuda cuda de tên naskirin. Ev cudabûna taybetmendiyên berxwedana Kurd li cewherê hebûna wî xisleta domdariyê zêde kiriye ku çiqas rastî qirkirin û hewldanên asîmîlekirinê hatiye, potansyela xwe ya jiyînê ji dest nedaye. Ev bi xwe şêweyekî xwebirêvebirina jiyanê ye. Ango derveyî sazî û dezgehên ku dixwazin vê hebûnê biçewisînin, xwebirêxistinkirin e. Ji lew re di têkoşîna Kurd de her avahiyên derdewletî hene ku mekanîzmeya domandina hebûna xwe ya resen têde parastine.
Îro jî dagirkerî dixwaze carek din xwe li hebûna vî gelî biceribîne û ji holê bi derbekê ve rake. Di oxira vê hewldanê de jî bi teknîk, alav û amûrên herî pêşketî ên li dunyayê êrişan pêk tîne. Dihizire wê tişta ku bapîr û selefên wî nekirine, ew ê bi hêsanî bike. Carek din xwe dixapîne û resentiya çandî ya vî gelî paşguh dike. Me di serê mijarê de îşaret pê kiribû ku kes an civaka li derveyî hebûna xwe ya xwezayî bixwaze hebûna xwe ferz bike, wê qirker û hilweşîner be. Dê nikaribe tu hebûneke xwe ya xwezayî ava bike. Tenê hebûneke biyanî ya derçandî ye ku derdor tu carî hezim nake. Faşîzma Tirk jî wer lê hatiye ku hezar sal in hebûna xwe bi vî awayî xwestiye bide rûnişkandin. Çiqas di şexsê kirêt ê împeratoriya Osmanî de mezin bibe jî, lê ji ber dijatiya wê ji rêgez û zagonên mirovî û gerdûnî yên hebûnê re, nekariya xwe li ser lingan bihêle. Bê guman neviyê osmancîtiya nûjen wê îro jî nekaribe xwe li ser lingan rabigire. Ji ber ku dîrok çanda resen dinivîse. Her nivîsandinên dîtir hîkaye û çîrokên şevên zivistana dirêj in. Çawa ku bêjink nikare rokê veşêre, dîktarorê serdemê jî nikare esaleta gelê Kurd tune bihesibîne.






