Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

BERXWEDANA GELÊ KURD Û YEKÎTİYA WAN WÊ ENCAMÊ DİYAR BİKE

15/10/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Ji Îmraliyê pêşniyarên aştiyê ji bo Sûriyê
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî BEDRAN

Em di rojên pir dîrokî re derbas dibin. Ev dem ji bona gelê Kurd, demên hebûn û nebûnê ye.  Dewleta Tirk hewl dide gelê Kurd û deskeftiyên wan ji dîrokê qut bike û projeya qirkirinê bi encam bike. Gelê Kurd ji bo dewleta Tirk ne çavkaniyeke xeternak û dijminane bû. Ew komara ku pesnê wê didan, bi piştgiriya gelê Kurd ava kirin. Lê belê, dema ku wan hêza xwe xurt kirin û li ser dewletê serdest bûn, plana qirkirina Kurdan pêk anîn. Ew plan heya dema me ya îro bê navber dewam dike. Niha jî bi guherîna demografik dixwazin qirkirina Kurdan temam bikin.

Dewleta Tirk hişt ku 9`ê cotmehê Rêber APO ji Sûriyê derkeve. Li ser rêbertî komploya navnetewî xistin dewrê. Herî dawiyê rêbertî ji Ewropa jî derxistin û radestî dewleta Tirk kirin. Bi tesfîyekirina rêbertî re dixwestin tesfîyekirina hêza Kurd pêk bînin. Lê belê, bi afirîneriya serokatî û rabûna gel û destnîşan kirina berxwedana dîrokî, komplo bi ser neket. Niha jî  di 9’ê cotmehê de dîsa êrişî Rojava dikin, hewl didin ku komploya li dijî gelê Kurd û jenosîdê bi ser bixin. Erdogan sedema qirkirinê naveşêre. Ji cîhanê re jî dibêje. Dibîje ku ez bikevim Bakurê Sûriyê û ez ê wan deran paqij bikim, ji bona ez penaberan bi cih bikim. Wekî ku çawa Efrîn ji Kurdan paqij kir û şuna wan çete bicih kirin, dixwazin li wir jî heman tiştan bikin.

Bi paqijkirinek etnîkî û dijminatiyeke kûr êrîşî Rojava dike da ku hebûn û destkeftiyên Kurdên ku DAIŞ têk birine, ji holê rakin. Ji bo qirkirinê eger Trump destûr nedaba Tirkan nedikarî dagîrkerîyê pêk bîne. Ji ber qada hewayê ya Bakurê Sûriyê bin serweriya DYE`yê de ye. Çawa ku Rûsya ji bo Efrînê ji Tirkan re qada hewayê vekir, niha jî Trump wê dike. Ji bo wan dewletan hebûna gelan û mafên wan ne girîngin. Ji bo wan deskeftiyên wan girîngin.

Komploya 9`ê cotmeha 1998`ê di Kurdan de rihek mezin a yekbûnê avakiribû. Ev serkeftinek herî mezin a gelê me ya bidestxistina yekîtiya neteweyî de bû. Di heman demê de ji bo valaderxistina komployê rolek mezin leyîst. Di wan rojan de Kurdên 4 parçeyê Kurdistanê rabûn ser piyan. Êrîşa ku niha bi plana dagirkerî û qirkirinek mezin tê kirin. Li dijî wan berxwedaneke efsanewî ya gelê Rojava heye. Bi dîtina karakterê artêşa nijadperest, berxwedana Rojava serbilindî û rûmeta gelê Kurdistanê nîşan dide.

Gelê Kurd li seranserî cîhanê xeterî dît, fikrên xwe yên siyasî yên cûda da milekî û rabû ser piyan. Gelê Rojava di bin agir de ser piyan e. Başûr û Rojhelat ser piyan e.

Tevahî gelê Kurd fêm kirin ku Tirk bi dijminatiyeke bê sînor, dixwazin wan ji rûyê erdê paqij bikin. Rûyê rasteqîn ê dewleta Tirk hat eşkere kirin. Ji ber wê gelê Kurd berxwedana xwe mezin dike. Tevahî cîhan jî ji her carî zîdetir niha li gel Kurdan e. Di dîroka Kurdan de cara yekeme ku bertekên cîhanê derdikevin. Cîhan niha baştir rastiya Gelê Kurd nas dike. Rûyê nîjatperest û qirkirinê ya dewleta Tirk baştir niha tê fêm kirin.

Kurdan ji bona mirovahî ji DAIŞ biparêze bedelên gelek mezin dan. Rûmeta mirovahî temsîl kirin. Ew jî hişt ku gelê Kurd bikeve dilê wan de.

Herwiha bi pêşengtiya Kurdan Sûriyek demokratîk û bi ewle çêbû. Kurdan ji bo hemû gelan qanûnek yekîtî û biratiyê afirandin. Tevahî cîhan bûye şahidê wê. Kurdan dijminatiya çi kes nekirine û ji çi kesî re çek rast nekiriye. Ji bona vî şerî em çi bêjin zore. Lê ger em bêjin di dîroka Kurdan de rûpelek nû vedibe wê ne şaş be. Mirov dikare bibêje ku encamên berxwedan û şer wê mezin in. Niha lingek wê berxwedanî kêm e. Ew jî ne rabûna gelê Bakurê Kurdistanê ye. Gelê Bakurê Kurdistanê di berxwedanên rêveberiyên xweser de bedelên gelek mezin dan. Dewleta Tirk bi şerê pisîkolojîîk ser wan de çû. Pêşberî girtin û zordestîyê hatin. Di wan deran de ajantî û hevkarî destpê kir. Bûn armanca OHAL û qeyûmên faşîst. Li dijî her tiştî niha gel ew rewşa xwe ya niha pêwîste qebûl neke. Gelê bakurê kurdistanê beşê herî zane ye. Dayika şoreşê ye. Tecrûbeyên gelek mezin girtiye. Divê niha jî rabe ser pêyan. Dikare bike. Ciwan dikarin pêşengtiya rabûnê bikin. Hewcedarî bi kadro, komîte, rêxistinên amade tune ne. Em dikarin li tevahî kolan û derdoran dewletê şaşûmaşo bikin ku neyê xebitandin.

Divê zanibin ku gelê Kurd di rojên dîrokî re derbas bûne, divê bedel bên berçavgirtin û  dest bi tevgerê bê kirin. Ji bona azadiyê bedel tê xwestin. Tu kes nikare azadiya Kurdan ji wan re diyarî bike. Gelê cîhanê li gel Kurdan e. Tevahî parçeyên Kurdistanê rûhek muhteşem a yekîtiyê da avakirin. Ji bîr nekin, di dîrokê de gotina dawî berxwedêr dibêje!.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.