Bêrîvan Efrîn/ Ronahî Qamişlo
Jinên bakur û rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku; faşîza Erdogan ji hêza jina azad ditirse. Ji lew re berî her tiştî berê xwe dide îradeya jin. Jinên Sûriyê tekez kirin ku faşîzm dixwaze mîrata dagirker a osmaniyan di bin navê olan de bivejîne. Lê jinên Sûriyê rê nadin vê yekê.
WIJDANA ME DIVÊ RIHET NEBE
Hevseroka Kongra Civaka Îslama Demokratîk Delal Xelîl helwesta xwe li hemberî dagirkeriyê nîşan da û got: “weke hemû pêkhateyên Sûriyê em xwedî biryarin ku rê nedin dagirkeriyê. Ta ku em rê li ber vê dagikeriyê bigirin, em ê bi hemû şêwayên mafê xwe ya parastina rewa bi kar bînin”.
Delal tekez kir: “ji xwe em li dijî rêbazên şer, kuştin û xwînrijandinên ne. Em naxwazin mînaka Efrînê dubar bibe. Ne jî dagirkeriyê qebûl dikin. Her wiha em çewisandina navê olan ji bo van kiryarên qirêj em red dikin”. Delal bal kişand ser berxwedana jinê ji û ev tişt anî ziman: “naveroka van êrişan li dijî kesayeta jina berxwedêr e. Jina li bakur û rojhilatê Sûriyê birêxistinkirî ye. dagikerî vê yekê hezim nakin. Ji lew re êriş dike. dijmin ji hêza jinê ya afrîner ditirse”.
Delal Xelîl behsa êrişên di bin navê olan de jî kir û got: “ti mafê aliyekî nîne ku olên pîroz bixe xizmeta siyasetên xwe yên kirêt. Kitêbên pîroz bi xwe dibêjin ku êl û netew ji bo hev û din nas bikin hatine xuliqandin. Mixabin îro berevejî van gotinên pîroz tê kirin. Li ser navê ol û mezheban mirov tên kuştin”.
Hevseroka Kongra Civaka Demokratîk Delal Xelîl di dawiyê de ev bang kir: “pêwîste di zûtirîn dem de xwedî wîjdan û bawermend rabin ser piyan. Roja mayîna li malê nav dîwaran de qediyaye. Heya ku dagirkerî têk neçe gerek wîjdanê mirovahiyê rihet nebe”.
GELÊN SÛRIYÊ HEMÛ KURD IN
ji aliyê xwe ve Endama Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk Diljîn Hisên Hisên ku ji pêkhateya ereb e got: “Erdogan dixwaze mîrata dagirkeriya osmanî bivejîne. Ne Kurd û ne Ereb vê daxwaza Erdogan qebûl dikin. Gerek baş zanibe ku bi êrişan nikare vîna gelan a hevbeş têk bibe. Nikare jî li ser navê pêkhateyan tev bigere”.
Diljîn dewam dike: “gelên Sûriyê dîroka 400 salên dagirkeriya osmanî ji bîr nekiriye ku rê bide Erdogan û çeteyên pê re. Dîroka wan tije komkujî, şkence û kiryarên derexlaqî ye. bê guman gelên herêmê rê nadin karesatek wisa dubare bibe”.
Endama Rêveberiya buruya PYD ya li Qamişlo Diljîn Hisên Hisên di dawiyê de got: “bila Erdogan û fasîzma Tirk zanibe ku; gelên Sûriyê hemû gelê Kurd in. Wê projeya me ya biratiya gelan a demokratîk û wekheviyê bi ser keve”.






