Sîpan ŞÎNDA
Min vê heftiyê dil hebû ku ez li ser cehaletê binivîsim, lê belê êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê mijar da guhertin. Her çend quncikê min ne yê polîtîkayê be jî, ez dixwazim li ser çanda şer û aşitiyê bisekinim. Di nav dîroka mirovahiyê de beriya şer aşîtî hebû. Li gor pirtûkên olî şerê yekem di navbera du birayabn de dest pê kiriye. Qabîl, ji bûna ku bi hevalcêwiya xwe re bizewice, ji “hesûdî” birayê xwe Habîl dikuje. Ji wê rojê û pêde êdî şer di nava mirovan de mayînde bûye û heta îro jî didome. Di nava demê de mirovan çandinî kirine, xelkê keriyên pêz û dewaran xwedî kirine, milkiyeta teybet çêbûye, mirovan ji xwe re erd vegirtine, gund û bajar hatine avakirin û hwd. Mirovan ji ber van hemiyan her bi hev re şer kirine. Di nava demê de şer domiye û şervanî êdî bûye weke çandekê di nava mirovan de. Çandeka neyarê mirovatiyê! Lê mixabin heya roja me ya îro ev domiyaye. Şer ne tenê xwîn rijandiye, talan, rahêlan, qirkirin, tifik tevisandin, koletî, ango hemû qirêjî di hundirê xwe de hewandiye. Gelik çand û netew di nava dîrokê de ji ber şer ji dinyayê hatine paqijkirin. Bi awayekî hovane bajarên dîrokî hatine wêrankirin, kedên zanyaran ên zanistî, çandî, dîrokî yên bi sedsalan di pirtûkxaneyan de hatine şewitandin, Hiş û mejiyê mirovahiyê bi dehan caran hatiye wêrankirin. Qêrêjiya şer a herî dawî dîsa li ser Kurdan bi destên ISIS a hov dan kirin. Mixabin îro hê jî dewam e. Aştiya yekem a di dîrokê de tê zanîn Aştiya Kadeşê ye. Ev peymana aştiyê BZ 285`ê di navbera Misir û Hîtîtiyan de hatiye çêkirin. Bê goman beriya wê jî, aliyên şer dikirin bi awayekî di navbera xwe de aşîtî didanîn û li hev dihatin. Lê ev Peymana Kadeşê, peymaneke navnetewî ye û bi belge ye. Piştî vê peymanê êdî peymanên aştiyê di navbera aliyên şer de tên kirin. Şer tiştekî gelek rihete. Hemî kes dikarin şerekî derbixin. Her çend hinek bi dîroka xwe ya şer xwe nav bidin jî, bes şer ne çandek e. Şer neyarê çandê ye. Lê aşîtî, di nava aşîtiyê de jiyîn çand e. Çandeke ku hêj nebûye qismetê hemî kesan. Kî dikare bibe xwediyê çanda aşîtiyê?. Kesên hij aşîtiyê, mirovahiyê, çandê, zanistê, wêjeyê, helbestê, mûzîkê, xwezayê dikin dikarin bibin xwediyê vê çanda aşîtiyê. Aşîtî li mirovên şerxwaz zor tê. Dema tu ji wan re behsa aşîtiyê dikî, hecku tu hekaretê li wan bikî. Ji ber ku şerxwazan her û her nanê xwe bi şer xwarine. Ji wan re mirin, talankirin, birçîbûn, cih û war wêrankirin, penaberî qet ne xeme. Ji ber ku ew bi wan egoyan xwe têr dikin!. Dema ew dibînin ku wan derek xera kirine, lehiyên xwînê herikandine, qêrîn û hawarên dayîk û zarokan bilind bûne, ew xwe weke serkeftî dibînin. Lê aştîxwaz xwedî çandin, xwedî exlaqin, xwedî hestin. Ew dizanin ku şer ji talankirinê pêve çi wata xwe nîne. Êrîşa li ser Rojava ji tenê şerê ji bo xwînê ye!.






