Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dagirkerî û Berxwedan

10/10/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
15’ê Tebax
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk SAKIK

Kurd di encama têkoşîna bi salan de li rojava statuyek bidestxistibûn û rêvebiriya heremê bi awayê herî demokratîk ku heta niha nehatibû dîtin bi tevlîbûna hemû pêkhateyan hatibû sazkirin. Tirkiyê ev yek nedixwest, aloziyên li Sûrî jî kir hincet û erişî vêderê kir.

Emê behsa hetanî îroj çi hatine kirin nekin. Ango emê behsa dagirkeriya Efrîn û deverên din ên îşgalkirî û kirinên dijmirovî yên li van deveran nekin. Dewleta Tirkiyê îroj li bakûr rojhilatê Sûrî an jî li rojava herêmeke nû dagirdike. Girê Sipî û Serêkaniyê, ji bo vê îşgalê deverên herî zêde navên wan derbas bûbûn. Ji xwe di dema nivîsandina min a vê mijarê de,  êdî medyaya Tirk digot operasyona wan destpêkiriye.

Dewleta Tirk, dewletên Ewrûpî bi derewa “ezê koçberên ku ji bo we talûke nin li wêderê bicîhbikim” îkna kiriye. Hukumetên Ewrûpa gotin li ser navê me Amerîka diaxive. Tirkiye ji Amerîka bi kûrahiya xwe 35 km li herêma Grê Spî cîhek xwest. Digot ezê li wêderê malan ji bo koçberên ji şerê Sûrî hatine Tirkiyê çêkim. Amerîka li hember vê daxwaza Tirkan  bi 5 km kûrahî israr kir û li hevkirin. (Trump di Twîttera xwe ya duyem de digot ya “Heger ku tu ji sînorê me li hevkirî derbas bibî, ezê aboriya te serûbin bikim” ev 5 km bû.)

Amerîka ji rêveberiya herema Bakûr-Rojhilat xwest ku destûr bidin Tirkiye bikeve herêma navbera Kobanê û Grê Sipî. Li vêderê beriyek veke. Û got Tirkiye wê dest nedê bajaran, bi tenê wê li heremên bejayî bicîh bibe, avahiyan çêbike û penaberan bîne bicîh bike. Li ser vê yekê rêveberiya xweser pêşniyarek kir, got; “ji vê kaosa Sûrî yê ya nêzî ber bi dawî bûyî re çareseriyek siyasî bibînin, bila herkes vegere cîh û warê xwe. Kesên derfetên wan tunebin jî em dikarin alîkarî bidin wan”. Ev yek jî nehat qebûl kirin.

Rêveberiya herêma xweser jî daxwaza wan qebûl nekir. Dizanibûn Tirkiye wê bi 5 km sînorkirî nemîne û erişî hemû bajarên kurdan bike. Wan baş dizanibû ku wê çeteyên dijminê kurdan û çeteyên DAÎŞ yên ji ber şûrê şervanê QSD’ê filitînin, bi malbatên wan re bînin li vêderê bicîhkin û ev yek jî wê bibe sedema şerek demdirêj. Wan baş dizanibû; armanc nebicîh kirina penaberan armanc, ji holê rakirina sîstema ku hatî avakirine. Herdu alî hevdû baş dinasîn.

Tirkan dizanibû ku kurd tucarî teslîm nabin û di berxwedanê de bi israr in. Ji bo vê yekê jî li ser tixûb dest bi amadekariyek mezin kirin. Dewleta Tirk a dagirker, çeteyên ku di sala 2011an de bi navê ku wê li Sûriyê rejimê biguherînin çek girtibûn û di demek kurt de jî, li ser daxwaza Erdogan derbasî Tirkiyê bûn, li wêder perwerde bûbûn, ji nûde bi rêxistin kirin. Kincê wan yê reş ji wan derxistin û kincên leşkerê Tirkan li wan kirin. Navek jî li artêşa wan kirin û anîn li hemberî  Grêspî û Serêkaniyê bicîh kirin.

Kurdan jî dewleta dagirker baş nasdikirin û dest bi amadekariyek mezin kirin. Kurdan dizanibûn dewleta dagirker, li hember kurdan di dijminatiya xwe de bê sînorin. Dizanibûn, ewê bi hemû tanq, top û hovitiya xwe werin û vê axê dagirbikin.

Wê şer çawa destpêbike û taktîkên çawa wê werin bikaranîn em nizanin. Şervanên kurdan dibêjin emê 600 hezar km sînorê xaka Kurdistan biparêzin. Gelê heremê jî dibêjin emê wek mertalê zindî rê nedin dagirkeriyê û ji anha va berbi eniya şer birêketinin. Hin çavderên pirsporê şer jî dibêjin, wê şer bi xaka Rojava sînorkirî nemîne, wê li Tirkiyê jî belav bibe.

Di demek waha de Amerîka israra xwe ya teslîm bûna kurdan dewam di kir. Trump, dema ku dît teslimî siyaset û leyîzkên wan nabin, di 7’ê Cotmehê de, dest bi nivîsandina Twîtter kir. Digot, “Amerîka wê ji heremê vekişe, di dagirkeriya Tirkiyê de nebe teref û wê midaxle jî neke.”

Li Amerîka, li dijî Trump kampanyek hat destpêkirin. Gelek kesan ev helwesta Trump a li hember kurdan wek ‘xiyanet’ pênase kirin. Bi bîra Trump xistin, wê ev şer bi Kurdistanê sînorkirî nemîne û wê li rojhilata navîn belavbibe. Wê bibe sedem ku Sûriye bibe Otobana Îranê û ‘hîlala şîî’ were avakirin. Wê bibe sedem ku anbargoya li dijî Îranê sist bibe. Wê bibe sedem ku kurd, piştî vê xiyanetê rê bidin ÎŞID’ê ku li serê mirovahiyê cardina bibe bela. Li servê yekê Trump peyamek dinan parvekir û sînorê ku li ser lihevkirine (sînorê ku kurd qebûl nakin) bi bîra dewleta Tirkiyê xist got, tu vî sînorî derbasbî ezê aboriya te serûbin bikim.

Dema ku min ev nivîs dinivîsî (09-10-2019), herdu alî di mewziyê xwe de, li benda Twittera Trump bûn. Dewleta dagirker gefên xwe didomand û kurdan jî seferberî îlan kiribûn.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.