Mehmet ŞAHÎN
Kurdên ku serî dan lê Kobanê nedan dê destûr nedin dagirkeriya Erdogan pêk were.
Di dîrokê de gelek bûyer hene ku bandorê li herikîna dîrokê dikin. Qedera welat û civakan diguherînin, bandor li siyaset û geşedanên cîhanê dikin. Berxwedana Kobanê û serhildana 6-7-8´ê cotmehê ya 2014’an jî yek ji wan bûyeran e.
Bi ser serhildana piştgiriya berxwedana Kobanê ya 6-7-8´ê cotmeha 2014’an re 5 sal derbas bûn. Lê encamên ku derxistine holê bi hemû germahiyên xwe di meriyetê de ne.
Dewleta tirk dixwest bi destê çeteyên DAÎŞ’ê Şoreşa Rojava asteng bike û kurdan ji qirkirinê derbas bike. Ji bo pêkanîna xwesteka xwe hemû derfetên dewletê seferber dikirin. Her roj bi dehan TIR cebilxane dişand ji çetayan re. Bi sîxur û fermandarên xwe ji wan re şêwirmendî û pêşengî dikir. Erdogan sedî sed bi serkeftina çeteyên xwe bawer bû. Lewre bi awayeke şad û bextewar li Dîlokê wiha digot; ‘“Waye Kobanê jî ket, ha ket”
Kurdekî xwedî şeref, xwedî anûr û xwedî wijdan nepêkan bû li dijî wan hevokên Erdogan bêdeng bimîne û li ketina Kobanê temaşe bikira. Civaka kurd dizaniya ku bêdengî tê wateya qebûlkirina mirina bêrûmet. Pêdivî bi bersiveke xurt hebû. Civaka kurd bi berxwedana xwe bersiv da Erdogan û got; “Kobanê neketiye û dê nekeve.”
40 milyon kurdî di şexsê Kobanê de ketina xwe didît. Ketina Kobanê dihat wateya ketina çarparçe Kurdistanê û 40 milyon kurdî. Lewre, hewcebû Kobanê neketa û miradê Erdogan neçûya serî.
Ji 7 heta 70’ê salî ji çar hêlên Kurdistanê û ji metropolên Tirkiyeyê ve berê xwe dan navçeya Pirsûsê ya Ruhayê û wekî lehiyê herikîn ser tixub. Ji hêla din ve gelê kurd ji bo ku destûr nede Kobanê bikeve li Kurdistanê û li çarhêlên cîhanê, bi kurtasî li her derên ku lê dijîyan bi dûrişima “ Her der Kobane, her der berxwedane” herikîn qadan. Hemû bajêr û navçeyên Kurdistanê kirin qada berxwedanê. Li gel êrîşên hêzên dewlet û kontrayên wê sedhezarên ku daketibûn qad û kolanan dest ji berxwedana xwe bernedan. Di encama berxwedana 3 rojan de nêzikê 52 kesî jiyana xwe ji dest da.
Peyama Kurdistaniyan yek bû “Kobanê bajarê Kurdistanê ye, Kobanê ne bi tenê ye, hetanî em yek kurd hebin û çeteyên DAIŞ’ê pê li cenazeyên me nekin dê nekaribin bikevin Kobanê.” Serî dan lê hêlîna mirovahiyê û kelheya Şoreşa Rojava Kobana xwe nedan.
Belê, civaka kurd û dostên xwe destûr nedan Koban bikeve û plansaziya Erdogan a nebixêr û kirêt bi serbikeve. Parazvanên Kobanê bi ser ketin û wekî Rêberê Gelê Kurd Ocalan gotibû, encamên gelek girîng ên dîrokî bi dest xistin. Miradê Erdoxan neçû serî, Koban ne ket, lê DAIŞ û Erdogan bi awayeke gelek xerab ketin û hêjî dikevin.
Têkçûna DAÎŞ’ê ya Kobanê bû destpêka pêvajoya tunebûna wê. Û desthilatdariya Erdogan jî ji wê rojê virve ye gav bi gav ber tunebûnê ve diçe. Erdogan li Sûriyê bi tena serê xwe mayê û lavelav li ber deriyan digere. Di hundir de jî hemû daneyên anketan serejêrbûna desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst nîşan didin.
Erdoganê ku li Kobanê derbeya mezin xwariye 5 sale wekî marê birîndar li her qadî û bi her awayî êrîşê civaka kurd dike. Di salvegera 5 emîn a serhildana 6,7,8’ê cotmehê de hewl dide bi dagirkirina Rojava tola têkçûna xwe ya Kobanê hilde û desthilatdariya xwe ya faşîst ji têkçûn û tunebûnê rizgar bike.
Hewldanên Erdogan ên dagirkeriyê nîşan didin ku careke din pêvajoyeke dijwar û dîrokî ya ji pêvajoya Kobanê girantir li benda civaka kurd e. Civak û netew bi sekn û helwestên xwe yên di pêvajoyên dijwar de têne nasîn. Çarenûsa civakan di wan pêvajoyan de diyar dibe. Civak yan bi berxwedana xwe çarenûsa xwe bi destê xwe diyar dikin û di nava civakên bi rûmet de cihê xwe digrin yan jî diyarkirina çarenûsa xwe dihêlin di destê zalim û zordaran de û bi jiyana kambax a her roj bi mirineke bêrûmet dagirtî re rû bi rû dimînin. Di pêvajoya şerê yekemîn ê cîhanê de kurdan ev şaşî kir û ev sed sale berdêla wê bi awayeke herî giran didin.
Kurd ji bo mafê diyarkirina çarenûsa xwe bidest bixin sed sale bênavber têdikoşin û berdêlên herî giran didin. Di diyarkirina çarenûsê de azmûna herî giring yek pêvajoya berxwedana Kobanê bû. Civaka kurd bi awayeke ser bilind ji wê azmûnê derket û navê xwe bi tîpên zêrîn di nava civakên bi rûmet de danivîsandin. Niha azmûna duyemîn li benda civaka kurde. Heke ji vê azmûnê jî bi awayek serkeftî û serbilind derkeve dê rûmeta ku di berxwedana Kobanê de bi berdêlên giran bidest xistiye biparêze û navê xwe yê ku di nava civakên bi rûmet de daye nivîsandin mayinde bike.
Di pratîkê de hatiye çespandin ku jehrkuja dagirkeriya faşîzma Erdogan rûhê berxwedana Kobanê ye, rûhê Arîn Mîrkanan e, rûhê serhildana 6,7,8’ê cotmehê ye. Wî rûhî li Kobanê Erdogan birîndar kiriye, dê niha jî Erdogan tune bike û careke din rê li encamên gelek girîng û geşedanên dîrokî vebike.






