Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Erdogan dev ji qirkirinê bernade

08/10/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Ji Îmraliyê pêşniyarên aştiyê ji bo Sûriyê
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî BEDRAN

 Em her tim neçar dimînin ku gefên faşîzma dewleta Tirk ya li ser erdê Rojava û planên qirkirinê û dijminatiya bi Kurdan re binivîsin. Dijminahiya dewleta Tirk a li dijî kurdan, sînorên aqilê mirovan tengav dike dike.

Li vê cîhanê tu kes bawer nake ku Kurdên li Rojava wê bibin xeteriyek ji bo dewleta Tirk. Heta niha Kurd li Sûriyê tu maf û statuyek wan tune bû. Navên wan û nasnameyên wan jî tûne bû.

Dema li Sûriyê, şerê navxweyî destpê kir û êrîşên DAIŞ’ê zêde bûn Kurd jî bûn e armanc. Lê Kurd tevlî hêzên rejim û El Nusra ne bûn. Ji xwere parastina heremên xwe esas girtin. Dema DAIŞ’ êrîşî Kurdan kir, kurd jî li berxwedan.

Artêşa Iraq û Sûriyê ji ber DAIŞ’ê direviyan. DAIŞ ji bo Rojhelata Navîn û cîhanê, xeteriyeke eşkere bû. Êrîşî her kesî û her derî kirin. Wan fikrên cûda, çand û bawerî nasnedikirin. Ewropa di nav de li gelek cihan qirkirin pêk anîn. Li ber çavên her kesî Êzîdiyan qir dikirin. Li Kobanê pêşiya DAIŞ hat girtin. Di heman demê de DYE di nav de, tevahî hêzên cîhanê dîtin ku Kurd hêzeke dikare berxwe bide û dikare pêşiya DAIŞ bisekine û bide sekinandin.

Amerîka jî piştî ku aliyeke baş hatibû wêrankirin, li gel wê jî berxwedaniyeke bi qehremanî dihate kirin, tevlî şer bû. Kurd bi koalisyona navnetevî li hawîrdora şer hatin cem hev. Tirkan bi hêzên dij mirovahî bi DAIŞ û El Nusra tevgeriya. Endamên DAIŞ piranî li ser Tirkiyê re hatin û çûn. Dema DAIŞ`iyan beşeke mezin sînorê Tirkiyê xistibû destê xwe Tirkiye ji wê qet eciz nedibû û tu car ne got b sînorê min di xeteriyê de ye.

Tirkiye bi DAIŞ re ji bazirganiya Petrol bigre ket nava gelek têkiliyan. Tirkiye ji hilweşîn û talankirina Sûriyê re roleke sereke leyîst. Rêveberiya Şam û Rusya yê baş dizanin. Ev agahiyana hemû di arşîvên wan de hene. Wan bi xwe Jî beşeke wan tiştane ji ragihandinê re parvekirin.

Piştî ku DAIŞ ji aliyê leşkerî ve bin ket Tirkiye bi xwe ket tevgerê. Beriya wê ji bo ku şerê Kurd û Ereban derxîne tevger dikr. Wî hewil da Kurdan bi rêya DAIŞ’ê tesfiye bike. Dema dîtin ku ew bandor nake, wan bi Rusya yê re li hev kirin û bi çav girtina hêzên mîna DYA Efrîn dagîr kirin. Niha jî li pêşberî çavên cîhanê li Efrînê paqijiya etnîkê pêk tîne. Bi sed hezaran Efrînî ji xaka wan derxistin. Niha jî bi deh hezaran li derdora Şehbayê di bin konan de jiyan dikin. Rusya û cîhan ji wan re nabêje ku, hûn çima nahêlin gel bê malên xwe. Diyar e ku van dewletan berjewendîyên xwe di ser nirxên mirovahî re, pêşde girtine.

Hemû nirxên mirovahiyê bi awayekî vekirî xistine bin erdan, lê ew bi dizî nîqaş dikin ka em ê çawa wan gelane ji erdên wan derxînin.

Piştî ku Erdogan, Putîn û Rûhanî li Enqerê mêvandar kir, Erdogan vekirî gefên xwe yên li ser Bakurê Sûriyê zêde kir. Wî gefên giran û planên dagirkeriya xwe ligel Putin û Ruhanî li heman masê bi rêz kir. Wan negot in ” ka me li hev kiribû ku, em dixwazin li Sûriye şer bi dawî bibe, çareseriyek siyasî çêbibe û yekîtiya xaka Sûrî were parastin, tu niha çima li Sûriyê behsa dagîrkeriyek nû dike?

Dema ku Tirkiye gefên xwe bi dijminatiyek bêsînor mezin dikir, di heman demê de Lavrov “ Mafê Tirkiyê heye ku herêmek ewle çêke“ dibêje. Ev vekirî piştgiriya Tirkiyê kirine.

 

Di wê mijarê de tê xûya kirin ku li gel Tirkiyê li hev kirine. Çi mafê Tirkiyê nîne ku were li Sûriyê herêmek ewle çêke. Heman demê peyva herêma ewle ne peyveke weke ku hatiye amedekirine. Di naveroka wê de qirkirina Kurdan heye. Ji ber Erdogan vekirî dibêje ezê wan deran vala bikim û bi mîlyonan koçberan bicih bikim. Tirkiye vekirî daxive.

Tevahî cîhan dizane, tu hêzeke Bakûrê Sûriyê nîne ku ji Tirkiye`yê re gefan ava bike. Artêşeke Tirkan a bi mîlyonan heye.  Bi hezar balafir û tangên wan hwd hene. Ma çekên Kurdan yên wisa hene? Artêşa Kurdan a bi milyonan heye? Kurdan ya jî hêzên Bakûrê Sûriyê heya niha gundek Tirkiyê ma dagîrkirine? Ev îdaayên han tev di nav jenosîdek tirsnak û tarî de bi qilifên derew ve hatine çêkirin. Îran û Rusya bila bizanibin ew hevkarê vê qirkirinê ne. Rêveberiya DYE bi QSD`ê û hêzên Bakûrê Sûriyê re hevdîtin pêk anîn.

Wan ji bo metirsiyên Tirkan û wan rawestîne mekanîzmayek ewlehiyê ya sînor xistin rojevê. Hêzên Bakûrê Sûriyê baş dizanîbûn ku armanca dewleta Tirk ne başe. Ew bi DYE` yê re jî parvekirin. Hêzên DYE û yên Koalisyonê jî li Bakûrê Sûriyê dimînin. Ew ji her kesî bêtir dizanin ku tu gefan ji Tirkiyê re nadin avakirin. Tevî vê yekê jî hêzên Bakûrê Sûriyê nerm nêz bûn û mekanizmeya li ser sînor qebûl kirin, ji bo şer bidin sekinandin. Di navbera DYE û Tirkiyê de hevdîtin pêk hatin. Biryar hatin standin. Lê rûxmê van tiştan Erdogan wan biryara ditîne aliyekî û qîr dike ha îro ha sibe dibêje ezê êrîş bikim. Cîhan nabêje ku çi dibe, çi mafê te heye. Herwiha DYE jî, li pêşiya Tirkiye sînora danayne. Temam Tirkiye bi piştgiriya Rusya`yê gelek har bû. Lê sebebeke din ya vê harbûna wê jî ku DYE li hember nebû xwedî helwesteke bi biryar. Erdogan , DYE’yê diceribîne. Eger ku ew sistbûnê bibîne û vekirî bigire ew ê êrîş bike. Kurd û gelên Sûriyê vê yekê baş dizanin. Eger DYE jê re nebêje erê Tirkiye nikare êrîşê erdê Sûriyê bike. Pêwîste em bizanibin ku Tirkiye ji bo êrîş bike xwe amade kiriye.  Ji ber wê yekê hemî welatparêz û hêzên demokratîk yên Sûriyeyî ji bo hebûn û axa xwe biparêzin, pêwîste li dijî faşîstên dagirker berxwe bidin û bikevin nava seferberiyê. Yên ji bo gelên Sûriye şer tenê ferz kiriye Tirkiye bi xwe ye. Erka gelên Sûriyê ye jî ku derseke mezin bidine êrîşkarên faşîst.

 

 

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.